'Gava distrêm derd û xemên xwe ji bîr dikim'

img

ÇEWLIG - Dengbêj Aliyê Bîngolî ku ji 10 saliya xwe ve distrê, dibêje: "Gava kilaman dibêjim rihet dibim, kêliyekê be jî derd û xemên xwe ji bîr dikim." 

Li Çewligê dengbêj Alî Dolgûn ê 70 salî, ji 10 saliya xwe heya niha distrê. Li bajêr wekî Dengbêj Aliyê Bingolî tê naskirin. Bingolî, Şakiro jî di nav de gelek dengbêj nas kirine. Bingolî ku kilama Bişarê Çeto, Kewê û Şerê Selanîkê distrê, ji ber ku li bajêr maleke dengbêjan tuneye kilamên xwe li qehwexaneyan dibêje. 
 
DI NAV DENGBÊJAN DE MEZIN BÛYE 
 
Bîngolî, diyar dike ku gava biçûk bûye Şakiro, dengbj Husênê Ordûnosê, dengbêj Sidîqê Kanîreşê nas kiriye û bandoreke mezin ji wan girtiye. Bîngolî, destnîşan dike ku nifşên nû qîmeta dengbêjiyê û kilamên dengbêjiyê nizanin û dibêje: "Ên niha bêtir stranên û hunermendên modren guhdar dikin. Kêm kes dengbêjan guhdar dike. Zarokên min bi xwe jî stranên cuda guhdar dikin. Heger em qîmetê nedin dengbêjiyê, wê winda bibe. Berê em gund bi gund digeriyan û me kilam digotin. Gundî giş li dor me kom dibûn. Bi saetan em distriyan. Lê tiştek jî wê çandê nema. Em diçûn dawetan, li wir me ji bo bûk û zavê kilam digotin. Lê her diçe qîmeta dengbêjiyê kêm dibe. Carinan şevên dengbêjan tên lidarxistin, gazî me jî dikin. Lê bihêvî me ku wê dengbêjî bibe wekî berê. Çimkî tiştên li ber tunebûnê bin xwedîqîmet in. Ez dibêm wê bi vî awayî qîmeta dengbêjiyê jî zêde bibe. Heta em sax bin em bistrên." 
 
Bîngolî, tîne ziman ku mîna behrê ne û dibêje: "Tu çi qasî bsitrê jî naqedin. Ji xeynî kilamên xwe kilamên dengbêjin bi nav û deng jî dibêjim. Gava distrêm rihet dibim. Kêliyekê be jî derd û xemên xwe ji bîr dikim. Dengbêjî kilamên evîniyê, mirin, koçberî, lehengî, wêrekî, keserî û xemgîniyê dibêjin. Dengbêjî wekî marketekê ne. Her kilam tê de hene.  Usûlek wê heye. Divê em kilamên xwe li gor derûniya civakê bibêjin. Her kilamek xwedî wateyekê ye û tu dikarî li ser kilamekê pirtûkan binivîsî." 
 
‘GAVA DISTRIYAM DIREHILÎM' 
 
Bîngolî, diyar dike ku Dengbêj Şakiro di sala 1978'an de hatiye mala wan û du rojan maye û ji bo wê rojê dibêje: "Gava Şakiro bû mêvanê me ez ciwan bûm. Min kilam digotin. Şakiro jî ji bo dawetekê hatibû Çewligê. Du rojan li mala me ma. Êvarekê maliyên me ji Şakiro re gotin ev jî distrê. Şakiro jî xwest ez kilamekê bêjim. Min kilamek got, lê li ber Şakiro direhilîm. Tiştekî ecêb bû. Nedihat bîra min ku ez ê li cem dengbêjekî ev qas biheybet bistrêm. Ew roj tiştekîe cêb bû. Çimkî karibî bistrê jî li gava tu li ber Şakiro bî, tu yê ji bîr bikî. An jî tu yê newêribî bistrê." 
 
‘ŞAKIRO BEHREK BÛ' 
 
Bîngolî, bilêv dike ku Şakiro tenê ne dengbêj bûye û dibêje: "Bi qasî dengê xwe ew qasî jî xweşsohbet bû. Di warê ilm, çand û civakê de jî bi saetan diaxivî. Gava diaxvî mirovan nedixwest bsitrê dixwest biaxive. Behsa dîrokî û tiştên qewimîbûn dikir. Şakiro tenê ne dengbêj bû. Deryayek bû ku Xwedê dabû me. Nahmetek bû. Di sohbetekê de yek ji Şakiro dipirse, dibêje 'Gava tu distrêyî tu dibê qey diqelişe û gurînî bi ezmanan dikeve. Carinan jî tu pir hêdî distrê, çima?" Şakiro dibêje, 'Kilam çi qas miqam û deng be divê ew qas nexş û reng be jî.'" 
 
MA / Mahmût Rûvanas