Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan

img

AMED - Weşanxaneyên kurdî bal kişandin ser rewşa ji ber vîrûsa coronayê derketiye holê û bandora vê rewşê û krîza aborî ya li ser pirtûkan û gotin, niha nikarin karê xwe wekî berê bikin û pirtûkan çap bikin. 

Bi qeyrana aborî ya heyî re hatina şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) bandoreke neyînî li gelek sazî, dezgeh û kargehan kir û hatin girtin. Ji van kargêhan yên ku ji ber rabûna dovîzê di bin bandoreke nebaş de mayî Weşanxaneyên pirtûkan e. Rayedarên weşanxaneya Aram, Avesta, Dara û Sîtavê rewşa weşanxaneyan nirxandin. 
 
‘SEKTORA WEŞANXANEYAN HATIYE ASTA SEKINANDINÊ’
 
Xebatkara Weşanên Aramê Zûhal Tekîner bal kişand ser qeyrana aborî û got: “Sektora weşanxaneyê ku bi qeyraneke nebinavkirî ya ji sala 2016’an û vir ve û niha jî bi şewba vîrusa coronayê hatiye asta sekinînê. Ev qeyran bandorê ne tenê li xebatkaran, li xwendevanan jî dike. Weşanxane û pirtûkxane dixwazin pirtûkên ku li ber destê xwe xelas bikin, lê ji ber qeyranê nikarin tiştên nû hilberînin. Ev rewş jî piştî demekê dê pirsgirêkên cudatir bi xwe re bîne. Sektora weşanxaneyan an serê sektorên ku kêm an jî qet piştevaniya wan nayên kirin tên. Ji ber vê çi qas armanca wan karkirin jî be niha bêkar dixwazin ser piya bisekinin. Armanca weşangeriyê, xwendevan û nivîskarî bîne ba hev. Ji ber vê yekê daxwaza wan ya herî mezin ew e ku pêkanîna armanca wan e û piştevaniya wan were kirin.
 
‘DIVÊ RAYEDAR QADA BAZAR Û KAXIZÊ BERFIREH WERGIRIN DEST’
 
Tekîner, diyar kir ku qeyrana heyî çavkaniyên dahatê anîne asta sekinîn û ev hem ji bo kedkar hem jî ji bo kargehê jî rewşeke nediyar derdixe holê û wiha got: “Divê rayedar qada bazar û kaxizê berfireh wergirin dest û lêçûnên bingehîn yên sektora weşangeriyê bikin bin kontrola xwe da ku ji piyasaya aboriyê bandorê negire.” 
 
Tekîner, bal kişand ser hejmara xwendevanan û got: “Xwendevan di vê pêvajoyê de berê xwe dane qadên çandî û hunerî. Ev jî bû wesîleya xwendina pirtûkên kurdî û hînbûna kurdî. Wek hûn dizanin gelek pirtûkên weşanên me hatin qedexekirin û rûpela me ya înternetê jî bi astengkirinê re rûbirû ye. Tenê ji rûpelên înterneta û li pirtûkxaneyan pirtûkên me yên ne qedexe tên firotin.  Xwendevanên me dikarin ser rûpelên înterneta xwe bigihînin pirtûkên me. Piştî ku şewba vîrûsa coronayê derketî herî zêde pirtûkên me yên setên hînbûna kurdî, ji bo pêşvebirina kurdî çîrok, dîsa pirtûkên biyografî û siyasetê hatin firotin.”
 
‘HEKE PIŞTGIRÎ NEBE GELEK WEŞANXANE DÊ WERIN GIRTIN’
 
Edîtorê Weşanxaneya Sîtavê Nivîskar Qahir Bateyî jî anî ziman ku qeyrana aborî bandoreke gelek xirab li wan kiriye û got: “Hem ji ber rewşa vîrusa coronayê, hem rabûna dolar her tişt xitimiye. Çapxane kaxiz peyda nakin. Ev meheke me pirtûk şandine çapê lê belê pirtûk li wir sekinandîne. Nikarin çap bikin. Her wiha ev ji mehekê zêdetir me weşanxane girtîye. Her çi qas em karê xwe li malê jî berdewam bikin, lê dîsa jî bandoreke xirab li me dike. Ji ber vê jî hewce ye ku dewlet bi taybet piştgirîya weşanxaneyan bike, ew jî bi kredîyen demdirêj û bêfayîz pêkane. Heke ku piştgirîyên bi vî rengî nebin, gelek weşanxane dê bêne girtin. Ev jî dibe sedem ku bi sedan mirov bêkar bimînin, her wiha weşangerî darbe bixwe.
 
Bateyî, anî ziman ku di vê pêvajoyê de weşanxaneyên biçûk herî zêde du mehan dikarin xwe îdare bikin. Bateyî, da zanîn ku qeyrana aborî û vîrusê bandora xwe li ser xwendevanan jî kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rewşeke nedîyar heye, kes nizane ka dê çawa be. Kes nizane ka dê piştî bîst rojên din, meheke din çi bibe. Ji ber vê jî mirov pereyên di destê xwe de xerc nakin. Pereyên xwe ji bo tiştên zarûrî xerc dikin. Ji ber vê jî xwendina pirtûkan gelek ketîye. Em li ser hesabên xwe yên onlîne pirtûkên xwe difiroşin. Lê wekî min got ji ber rewşa koronayê eleqe gelek kêm e. Di van demên dawîyê de herî zêde pirtûkên lêkolînê hatine firotin.” 
 
‘JI BER PIRSGIRÊKAN PIRTÛKAN ERZANTIR DIDIN’
 
Kordînatorê Weşanên Darayê Bawer Berşev jî bilêv kir ku hêj qeyran dest pê nekirî 10 pirtûk şandibûn çapxanê û wiha got: “Me bazara pirtûkên ku me şandî çapê nekir bi rastî lê niha li gorî rewşê biha bûne. Niha hin pirtûkên me yên din jî hene lê em ê li benda derbasbûna qeyranê bibin. Tora me ya belavkirine heye pirtukakurdi.com lê li wê derê jî pirsgirêk hene. Niha pirsgirêkên weşanxaneyan hene, pirtûka erzantir didin da ku maliyeta xwe ya vê demê derxînin. Lê heke qeyran û zêdebûna Euro berdewam bike dê bandoreke gelek nebaş li me bike. Heke ev rewş dirêj bibe wê gelek weşanxanê bi girtinê re rûbirû bimînin.”
 
‘DIBE KU XEBATKARÊN XWE JI KAR DERXÎNIN’
 
Berşev, diyar kir ku di vê pêvajoyê de di firotina pirtûkên kurdî de zêdebûnek heye û wiha axivî: “Mirovên ku li mal dimînin fersenda ku kurdî nîşanî zarokên xwe bidin dîtin û hîs kirin. Ji ber wê zêdebûnek heye lê ev zêde demdirêj nabe. Em xizmeta onlinê li ser pirtukakurdi.com didin. Xwendevan ev meheke herî zêde pirtûkên zarokan yên kurdî, pirtûkên hînbûna kurdî, roman û pirtûkên dîrokê standin. Lê ez ne bawerim ev zêde biçe.” 
 
Berşev, bilêv kir ku wek weşanxane niha hewl didin ku pirtûkên nû çap nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em xebatên xwe didomînin, pirtûkên nû jî di amade dikin lê ji ber qeyranê niha nikarin çap bikin. Ji xwe ji sedî 80’yê matbaayan jî niha girtine. Dema qeyran xelas bû em ê li gor wê tevbigerin. Weşanxaneyên biçûk dibe ku bi girtinê re rûbirû bimînin. Weşanxaneyên mezin jî dibe ku hin danehevên wan hebin lê ji ber bihabûnê dibe ku xebatkarên xwe ji kar derxînin.”
 
‘RABÛNA DOLAR BERNAMEYÊN ME ASTENG KIRIN’
 
Koordînatorê Weşanxaneya Avestayê Abdulah Keskîn jî diyar kir ku her tim di rewşeke qeyranê de ne û wiha got: “Em bi zimanekî ku sed sal e xebatên wî yên rojane hatî astengkirî, hebûna wî tê niqaşkirin weşan dikin. Di du salên dawî de 14 pirtûkên me yên tirkî ku der barê kurdan de hatin qedexekirin. Di pêvajoya şerê bajaran de gelek weşanxane hatin girtin bi hezaran mirov ji kar hatin derxistin. Pirtûk wek aletekî sûc hatin hesibandin û tirs xistin nav kolana.” 
Keskîn, destnîşan kir ku rabûna bihayê dolarê maliyeta wan zêdekiri ye, bernameyên wan asteng kirine û wiha axivî: “Nêzî du meh e ofîsa me girtiye, em xebatên xwe li malê bi rê ve dibin. Dema şert û merc normal bûn em ê bernameya xwe pêk bînin. Em weşanxaneyeke 25 sala ne lê tiştê ku dikaneke biçûk jî sûd jê girtî me jê negirt. Wekî din jî karê me yê dudoyan jî mijûlbûna bi dadgehan e. Ji ber wê bila tevlî me nebin me tu alîkarî jî nevên. Siyaseta ku çar sal e tê meşandin bû sedemê nedîtin û windabuna pirtûkên me. Qedexe û sansûr ketine rewşeke cidî. Ji bo ku  weşanxane û dezgehên weşanan ji bo vê yekê tiştekê bikin em ê hewl bidin.”
 
‘EZ BAWER IM KU EM Ê JI HEQÊ VÊ REWŞÊ DERKEVIN’
 
Keskîn, anî ziman ku ji ber şert û mercan xebatkarên wan jî kêm in û got: “Ji ber ku ofîsa me girtiye em pirtûkên xwe li mal amade dikin. Xebatkarekî me hefteyê du caran ji bo firotina onlinê diçe ofîsê. Hejmara xwendevanan ketiye, hemû pirtûkxane girtîne, tenê li ser onlinê firotin çêdibe. Naveroka medya dîjîtal a kurdî zêde û dewlemend bû. Me jî rûpela xwe ya youtubê zindî kir, nivîskaran ji berhemên xwe hinek perçe xwendin. Arşîveke baş çêbû. Hêvî dikim ku ev bibe destpêkek. Xwendevanên kurd  zêdetir bala xwe daye pirtûkên lêkolînan, dîrok û wêjeya wergêr. Di rewşeke zor de derbas bibin jî ez bawer im ku em ê ji heqê wê derkevin.”