STENBOL - Serokê CHP’ê yê navçeya Beylîkduzuyê Mulayîm Demîrtaş tayînkirina qeyûman weke derbe pênase kir û wiha got: “Ji bo berê gel bidin hev her tiştî dikin. Divê her kes xwedî li îradeya xwe derbikeve.”
Serokê CHP’ê yê navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê Mulayîm Demîrtaş têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih, Xelfetî û Esenyurtê axivî. Demîrtaş, diyar kir ku tayînkirina qeyûm tê wateya binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê û ev sepan li gorî Destûra Bingehîn sûc e. Demîrtaş, wiha domand: “Qeyûm, derbeyeke li dijî demokrasiyê ye. Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer bi salan peywirên mezin li xwe girt. Zanyarek e. Bi sedemên bêhiqûqî hate binçavkirin û girtin. Ahmet Ozer kurd e û wanî ye lewma hate girtin. Ya ku tê kirin rast nîne. Li ku derê dibe bila bibe nikarin qeyûm tayîn bikin. Ev rast nîne.”
'DIVÊ GEL ÊDÎ ÇARESERIYEKÊ BIBE VÊ MIJARÊ’
Demîrtaş, bal kişand ser tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê û wiha pê de çû: “Tayînkirina qeyûman rast nîne. Diviyabû meclisa şaredariyê tavilê civandibûna û biryara wan esas bihata girtin. Ya rast ev e. Dema dixwazin kesan dikin welatparêz dema dixwazin dikin terorîst. Divê li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê gel êdî çareseriyekê bibe vê mijarê.”
'WELAT PÊŞ NAKEVE’
Demîrtaş, axaftina xwe wiha qedand: “Bi van polîtîkayên qeyûm Tirkiye nikare pêş bikeve. Mixabin welatê me ji ber van polîtîkayên qeyûm ber bi cihekî nebaş ve diçe. Bi hêrsa mirovan dilîzin û ji bo berê gel bidin hev her tiştekî dikin. Divê her kes xwedî li deng û vîna xwe derkeve. Dê têkoşîna me ya li dijî tayînkirina qeyûman bidome.”