AMED - Wênesaz Ercan Altûntaş ku li ser tiwalê wêneyên kuçe û xaniyên navçeya Sûrê yên niha tunene çêkirine got, bîra kurdan ber bi rewşeke xeternak ve hatiye tahmdan û diyarbûna vê yekê ya li Sûrê jî bêmekankirina bîrê ye.
Wênesaz Ercan Altûnatş, kuçe û xaniyên navçeya Sûrê yên êdî tunene xêz dike. Altûntaş, bal kişand ser ruh, nasname û çanda navçeyê yên bîr navçeyê didin der.
BÎRA KU BER BI XETEREYÊ VE HATIYE TAHMDAN
Hema bêje di 5 salên dawî de tu texrîbat nema ku navçeya Sûrê pê re rû bi rû nema. Ji sedî 87'ê wê hat îstimlaqkirin û ji ber vê xwediyê milkan bê xanî man. Altûntaş,
Altûntaş, diyar kir ku şêniyên Sûrê yên ji warê xwe bûne di têkiliya mirov-cih, terkirina-biyanîbûnê-tenêtiyê de bi trawmayekê re rû bi rû mane, lê belê ligel vê şahidiyê bilêvkirina felaketa li navçeyê pir zehmet e. Altûntaş, bal kişand ser şeş taxên Sûrê ku hatine serobinokirin û kavilên wê bi qamyonanan hatine kişandin û got, ji ber vê tu dibê qey li van taxan şîn heye. Altûntaş, diyar kir ku bi rûxandinê re bîr jî ber bi xetereyê ve hatiye tahmdan û got, bîra kurdan ber bi rewşeke xeternak ve hatiye tahmdan û diyarbûna vê yekê ya li Sûrê bêmekankirina bîrê ye.
‘ÇI BÊ BÎRA ME EM WÊ DIZANIN'
Altûntaş, gotina Eûklîdest ku dibêje "Çi bê bîra me em wê dizanin" bibîr xist û got, armanca wî li dijî rûxandina ku didome der barê Sûrê de tiştina bike. Altûntaş, got: "Ji bo van deran di bîra me de bi cih bikim, min xwest wan ji nû ve resim bikim û bi wçneyan wan mekan, kuçe û xaniyan çêbikim. Li dijî rûxandinên didomin min xwest bi bîreke dîtbariyî tev bigerim. Avahiyên ku nasnameya mekan in, ew cihê ku aydiyeta çandî lê pêk tê û didome bi xwe ye. Dixwazim bi xebatên xwe mekan zînde bihêlim, aydiyeta wê û aydiyeta şahidên wê biparêzim û bi vê boneyê veguhêzînim dema bê."
Altûntaş, diyar kir ku di dema xebata xwe de der barê Sûrê de çîrokine qet nebihîstibû bihîstine û got: "Gava min tax, xanî û mekanên hatine tunekirin xêz dikirin û bi forma wan î xwesr re bilî dibûm, leqayî çîrokine nû hatim. Kuçeyên Sûrê rasterast bi rengan tê bîra me. Em di serê xwe de cîhaneke mîstîk û biefsûn ava dikin. Li hêla din jî bi kirêcê boyaxkirina xaniyan, bi tena serê xwe çîrokek e. Mesela rengê şîn ê deriyan, meirov dikare wekî pêwendiya bi raboriyê re pênase bike."
Altûntaş, wêneyên ku xêz kirine nîşan da û got: "Tiştên li vira bi her awayî polîtîk in û dijderketinek e. Hê nîqaşên der barê asîmlasiyon, zext û zoriyan didomin, mirov ji warê xwe, ji bîra xwe tên dûrxistin. Lê em li vira ne. Em şahidê tiştên li Sûrê ne û em nikarin wekî ku qet tiştek nebûbe tev bigerin."
MA / Lezgîn Akdenîz