Bûn bêhna zaravayeke li ber xeterê

img
STENBOL – Hunermendên kurd ku ji bo balê bikişînin ser zextên li ser zaravaya kirmanckî hatin gel hev, bi navê "Vengê Royî II” albûmek derxistin. Hunermendan, diyar kir ku ji bo zaravayeke di xetereyê de ye bûne bêhn û xwestin ku herkes bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive.
 
Xebateke din, li xebatên ku ji bo zaravaya kirmanckî ya kurdî ku ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê ya Yekitiya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di nav zimanê bi tunebûnê re rû bi rû ne de tê nîşandan, tên kirin hat zêdekirin. Duyemîn albûma “Vengê Royî I” ku ji aliyê helbestkar, nivîskar û bestekar Kadîr Buyukkaya yê siwêregî ve hatibû nivîsandin û di sala 2014’an de ji aliyê Mikaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî ve hatibû xwendin, bi navê “Vengê Royî II” derket. Albûm, dîsa ji aliyê Buyukkaya ve hatiye bestekirin û ji aliyê Entstîtuya Çandê ya Alman-Kurd (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut) ve hatiye amadekirin. Albûm, ji aliyê 10 hunermendên kirmanc, kurmanc û soran ve hatiye xwendin. Derbarê albûmê de em bi humermendên ku abûmê xwendine Tara Mamedova, Beser Şahîn û Mikaîl Aslan re axivîn. 
 
MAMEDOVA: BIDE JIYÎN, MEZIN BIKE, DERBIXE PÊŞ 
 
Hunermend Tara Mamedova, diyar kir ku albûm ji bo “jiyandin, mezinkirin û derxistina pêş a zimanek” hatiye derxistin û wiha got: “Cihgirtina min a di albûmê de min serbilind dike. Albûma derketiye holê gelek bi nirx e. Weke her zaravayê divê zazakî jî bijî. Ji bo jiyînê jî divê destpêkê bi wê zaravayê bê axaftin û pê perwerde bê kirin. Bi xebatên huner û qadên din bê jiyîn. Zazakî zaravayeke gelek kûr e û mînakê wê tunene. Têkoşîna ku ji bo kurmancî tê dayîn divê ji bo kirmanckî jî bê dayîn.”
 
BÊHNBÛNA ZARAVAYEKE DI XETERÊ DE 
 
Hunermend Mikaîl Aslan jî diyar kir ku ji ber nayê axaftin zarava kirmanckî hatiye asta tunebunê û ev tişt got: “Em ji dîrokê bi vî zimanî jiyana xwe didomînin û xwe pê îfade dikin. Heke zimanek ji aliyê gel û zarokên wî gelê ve pê neye axaftin dimire. Di derbarê de tirseke mezin heye. Berpirsyariyên me hemûyan hene. Berpirsyariya me divê em di qada xwe de bidin jiyandin. Tenê di qada hunerê de dijî. Bi qada huner hê jî ziman bêhn distîne. Ji zû ve dixwazin me ji vî zimanî sar bikin. Pişaftin hatiye wê astê ku em ji ziman gelek dûr ketine.”
 
XIZMETEK JI DÎROKÊ RE
 
Hunermend Beser Şahîn jî, da zanîn ku zimanek heke zimanê jiyanê be dijî û ev tişt anî ziman: “Di 30 salên xwe yên hunerê de Min mohra xwe li gelek albûman daye û rêwitiya xwe bi kurdî û zaravayên kurdî berdewam kiriye. Min rih, ziman û çanda erdnîgariya xwe biriye her cihê ku ez çûmê û pê jiyame. Hunera bi zimanê zikmakî nasname ye. Bi hunera xwe bûm kedkarê zimanekî qedexe kirî. Min gelek bedel da û li sirgunê jiyam. Lê xizmeta ji bo çanda me xizmeteke dîrokî ye. Ziman bi axaftinê, civak jî bi parastina ziman heye. Siberoj zarokên me ne. Civak neçare zimanê xwe biparêze. Zimanê zikmakî di serî de dayik dikarin biparêzin û ji zarokên xwe re bibin mamosteyên baş.” 
 
MA / Mehmet Aslan