'Ji ber krîza aborî êdî kes nikare pirtûkan jî bikire'
- çand û huner
- 09:03 11/4/2019
- Weşanxaneyên tev li Pêşangeha Pirtûkan a 24'an a Îzmîrê bûn, bilêv kirin ku ji ber krîza aborî êdî pir kes pirtûkan nakire.
- Weşanxaneyên tev li Pêşangeha Pirtûkan a 24'an a Îzmîrê bûn, bilêv kirin ku ji ber krîza aborî êdî pir kes pirtûkan nakire.
Hejmara 8’emîn a Kovara Psychology Kurdî bi naverokek dewlemend derket.
Hunermend Mîkaîl Aslan li Wanê konser li dar xist. Guhdarvan û temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî konsere dan. Aslan stranên xwe yên kevn û nû gotin.
Li Xarpêtê tenê palankerek maye, ew jî Metîn Dalbûl e. Dalbûl, got: "Bi piranî koçer û kesên diçin zozanan palanan dikirin. Mişteriyên min ji min re dibêjin 'eger tiştek bê serê te, em ê çi bikin.'"
Index on Censorship, Xelata Azadiya Îfadeyê da rojnameger-wênesaz Zehra Dogan. Dogan xelata xwe diyarî Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê kir.
Nivîskar-helbestvan Adîl Okay, bi navê "Duvarlari Delen Çizerler" der barê karîkaturîst û resamên girtî projeyek amade kir.
Rewşenbîran, diyar kir ku pêvajoya heyî ji demên darbeyan jî dijwartir e û ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bang li hikûmetê kirin ku gavina bavêje.
Kovara “Folklora Me” ya ku folklora kurdan digîhîne mala xwîneran roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Edîtorê kovarê Eşref Keydanî got ji bo folklora kurdan neyê ji bîr kirin ew vê kovarê diweşînin û folklora kurdan wek deryayek pênase kir.
Koma Şanoyê ya Mordem Hunerê, promiyera lîstika “Nobedarê Dilên Hêsîr” a ku qala helbest, jiyan û felsefeya Melayê Cizîrî dike da pêşandan.
Pirtuka Nivîskar Mine Sogut ya "Çêrên Mezin Gergedan (Gergedan Büyük Küfür Kitabı)" piştî hat çapkirin, di nava refên pirtûkan de cihê xwe girt. Nivîskar bi vê pirtûka "Gergedan" mexdûriyeta ku îktidarê ava kiriye lêpirsîn dike.
Derhênerên jin anîn ziman ku wekî her qadê, jin di qada sînemayê de jî bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin û gotin: "Di sektora sînemayê de feraseteke ku keda jinê bin pê dike heye."
Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê bi pêşandana fîlmê Bîr dest pê kir. Fîlm çîroka 4 jê biçûk 7 welatiyên bi darê zorê di 1995'an de li Navçeya Kerboranê hatin windakirin vedibêje. Piştî pêşandana fîlm Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û got: "Di van rojan de yên welat birêve dibin dibêjin Kurdistan tune ye. Kurdistan ev e me di vî fîlm de dît."
Wê fîlmê "Tebeşî" ê mamoste Ozge Astan ku bi KHK'ê hat îxrackirin, di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de bê nîşandan. Astan, bilêv kir ku wê xwestiye dengê xwe ragihîne û got: "Ji me re gotin 'hûn nikarin mamostetiyê bikin.' Me jî bi vî fîlmî got em hene."
Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê, îro dest pê dike. Yek ji fîlmên dê di mîhrîcanê de bê pêşandan û tê meraqkirin jî fîlmê "Rojek ji Rêzê" ye ku behsa jiyana rojane ya du jinên kurd ên li metrepolê dike.
Mîhrîcana Fîlmên Jina ya Fîlmmor a 17'an, di 7'ê Adarê de li Stenbolê dest pê dike. Avakara Kooperatîfa Jinê ya Fîlmmor Melek Ozman got: "Em dixwazin bi mîhrîcanê xwe bigihînin hemû jinên jiyana wan tê tecrîdkirin."