'Tembûr nasnameya civakiyî ya baweriya elewîtiyê ye'
- çand û huner
- 09:20 16/8/2018
Pîr Zeynet Kete, di baweriya elewîtiyê de behsa cihê tembûrê (baxlemeyê) kir û diyar kir ku tembûr nasnameya civakî ya elewîtiyê ye.
Pîr Zeynet Kete, di baweriya elewîtiyê de behsa cihê tembûrê (baxlemeyê) kir û diyar kir ku tembûr nasnameya civakî ya elewîtiyê ye.
Li Silêmaniyê Muzeya Emnesureke 22 salin şahidiya komkujiya li ser kurdên 4 perçeyên Kurdistanê hatiye meşandin dike. Muze di heman demê de hişekî ava dike û komkujiya li ser gelê kurd pêş dikeve radixe ber çavan. Ev muzeya ku berê navenda îşkenceya serdema Sedam bû, niha şahidiya îşkenceyê dike. Lê li Amedê Girtîgeha Amedê ku di serdema darbeya 12'ê Îlonê de navenda îşkenceyê bû hêj girtîgeh e.
Dengbêj û çîrokbêj Mihyedîn Duymak ji zarokatiya xwe ve çîrokên kurdî berhev dike û dinivîsîne. Duymak van çîrokên berhev dike dixwaze bike pirtûk. Duymak diyar kir ku ji bo vê yekê pêdiviya wî piştevaniyê heye û got: “Ev çîrok evîn û şerê me ne. Divê em xwedî lê derkevin.”
Ramamzan Kavakê ku ji mamostetiyê hat îxrackirin, pirtûka wî ya duyem a helbestan "Êşa Genim" derket. Kavak got: "Ya ku hişt ez bi zimanê xwe binivîsînim heqîqet e."
Desteya Wezîran Dêra Germûşê ya aîdî ermeniyan wekî "navenda pêşvexistina turîzmê" îlan kiribû, lê belê hîn jî ji bo parastina dêrê tu gav nehatine avêtin. Her wiha defîneger dêrê hedef girtine û niha bi rûxandinê re rû bi rû ye.
Şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya yê 26 salan weke lîstikvan, nivîskar, wergervan û derhêner derket ser dikê, di pêşketina şanoya Kurdî de rolek girîng lîst. Hevalên Yalçinkaya, diyar kirin ku ewê xwedî mîrasê wî derbikevin û mezintir bikin.
Li Êlihê dengbêj di şahiyekê de hatin gel hev û ji bo dengbêj Fadil Cizîrê ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dest da kilam gotin.
Ji bo gihandina şanogerên nû Teatra Jiyana Nû atolyeyek vekir û serlêdanên atolyeyê dest pê kirin. Dê serlêdan heta meha Mijdarê dewam bikin. Şanoger Omer Şahîn got: "Cihê herî sereke yê hîn bûnê atolye ne."
Hevjîna dengbêj Cizîrî Şîrîn Egul anî ziman ku Cizîrî ji bo kurê wan ê ku dema qedexeyên derketina derve yên Cizîrê hatiye qetilkirin, besteyek amade kiriye û bêyî ku bixwîne jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Hin caran dixwest bixwîne li dengê wî dibû asteng. Daxwaza wî ya dawîn pêk nehat.”
Li Tirkiyeyê Şanoyên Dewletê jî bi Serokkomariyê ve hatin girêdan. Yavuz Akkuzu yê xebatkarê Şanoya Bajarê Amedê biryar rexne kir û got: "Ji avakirina Komara Tirkiyeyê ve şano bi rêveberiyan ve girêdayî ne. Ev jî ji mêj ve xelet e. Bi biryara nû ya ku ‘dê li Tirkiyê Şanoyên Dewletê bi Serokomariyê ve bên girêdan’ kurkirina vê biryarê ye. Huner di her şert û mercê de divê xweser be."
Li Heskîfa dîrokî ya dê di bin ava Bendava Ilisû de bimîne di xebata kolandinê de şikeftên 5 qatî ya bi sedsalan e hene hatin dîtin.
Xwediyê klama “Heyran jaro” Fadil Cizîre duh li nexweşxaneyek di nav nivînan de jiyana xwe ji dest da. Ji Cizîrî gelek klam û gazina “Ma Şakiro jî ji bêxwedîtî nemirî? Kes li dengbêjan xwedî dernakeve.” ma.
Welatiyên bertek nîşanî qedexekirina 18’emîn Mihrîcana Dersimê da û diyar kirin qedexeya li hemberî bawerî, çand û xwezaya xwe nas nekin.
Malbata Çelîk li Şîrînceyê ya Îzmîrê bi qolên daran ên ji ber kesixandinê dimînin debara xwe dike. Malbat li şûna van qolan bişewitîne vediguherînin eşyayên xemlê.
Hejmara Kovara Jîneolojiyê ya 10’emîn derket.