Belgefîlma 'Bîr' xelata çîroka herî baş û derhênerê herî baş girt
- çand û huner
- 09:14 11/9/2018
Di Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî Lakecîty de, belgefîlma "Bîr"ê ku Komkujiya Kerboranê vedibêje, xelata çîroke herî baş û derhênerê herî baş girt. Derhênerê belgefîlmê Veysî Altay got: "Mirovan ew bîr ji bo jiyana xwe vekiribûn. Lê dewletê ew veguherandin bîrên mirinê. Min xwest vê yekê vebêjim."
