Dengbêja têkoşer: Eyşê Şan
- çand û huner
- 14:12 18/12/2022
Bi ser mirina dengbêja têkoşer Eyşê Şan re 26 sal derbas bûn.
Bi ser mirina dengbêja têkoşer Eyşê Şan re 26 sal derbas bûn.
Hunermendên NÇM'ê tevî hemû qedexeyan jî çûn ser dikê û konsera xwe li dar xistin. Hunermendan got ku armanca van hewldanên qedexekir hedefgirtina çanda kurdî bi xwe ye.
Polîsên ku êrişî endamên NÇM’ê yên bertek nîşanî qedexekirina konsera “Em ê bêjin” dan kirin, herî kêm 25 kes binçavkirin. NÇM’a bertek nîşanî binçavkirinan da, ragihand ku tevî hemû zextan wê konsera xwe li avahiya HDP’a Bagcilarê li dar bixin.
Di danişîna doza derheqê kuştina Şîmonî Dîrîl de parêzerê bersûcan diyar kir ku miwekîlê wî li cem “hêzên ewlekariyê” dixebite û îdiaya xwe wiha domand: “Hevdîtinên li ser telefonê yên bi Şîmonî û Hurmuz Dîrîl re hatine kirin, bi mebesta agahiyên îstîxbarî hatine kirin.”
Rêveberê Komeleya ARSÎSA'yê Mûrat Sekmen ku polîtîkayên asîmlasyonê yên dewletê yên li dijî kurdî nirxandin, got ku li hemberî kurdî polîtîkayên şerê taybet hene û aramnca van polîtîkayan ew e ku kurdî bidin jibîrkirin.
Weşanxaneya Aramê di dawiya salê de jî bi pirtûkên nû derkete pêşberî xwînerên xwe. Weşanxaneyê 13 pirtûkên nû çap kir.
Li dijî astengî û qedexeyên li ser çand û zimanê kurdî yên desthilatê wê bi dirûşmeya “Em ê bêjin” di 17’ê kanûnê de li navçeya Kuçukçekmeceyê konserek were lidarxistin. Hunermend Engîn Cengîz bi lêv kir ku armanca polîtîkayên pişaftinê tesfiyekirina hêza birêxistin a civakê ye.
Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku strana “Megrî megrî” li ser endamê PKK’ê Zekî Yilmaz hatiye nivîsandin û got: “Rastiya vî welatî ye lê divê ku neyê îstîsmarkirin.”
Strana ewil a albûma hunermend Mikaîl Aslan û Cemîl Qoçgîrî ku diyarî rêwîtiya xwe ya hevpar a muzîkê ya zêdetirî 20 salan kiribûn, hate weşandin.
Wênegir Mehmet Masum Suer bi wêneyê ku li Roboskî kişandibû di pêşbirka "Nûçegihanê Wêne yê Sala 2022" ya ku ji aliyê Kovara Leica yê ku marqeya herî bi prestîj ya kamerayan a cîhanê ye Leica Magazine (LFI) û BarTur Photo Award ve hat organîzekirin de, xelata duyemîn wergirt.
Komele û saziyên ziman û wêjeya kurdî li dijî qedexekirina zimanê kurdî ya li Meclisa Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan dan û gotin serdest û desthilatên faşîst dixwazin dîrok, çand, huner, wêje, ziman û hemû nirxên din ên neteweyî yên kurdan ji holê rakin
Midûrê Karên Nivîsê yê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yûrttapan got: "Em an jî nivîskar dikarin bên darizandin, lê kovar nayê darizandin. Ji lew re kovar fikrek e."
Komên muzîkê yên Ahura û Praksîsê ji bo piştevaniya bi berxwedana li Îran û rojhilatê Kurdistanê re bi zimanên kurdî û tirkî strana “Beraye Azadî” amadekirin û striyan.
Weşanxaneya Wardozê di warê folklorê de 3 pirtûkên nû yên berhevkar Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl yên bi navê "Dîdarok û Qewlikên Zarokan", "Zêmar, Stranên Şînê" û "Qewl û Beytên Êzdiyan" çap kirin.
Rêxistina HDP’ê ya Avcilarê ji bo ku axaftina kurdî berbelav bibe bi piştgiriya Enstîtûya Kurdî qursa ziman da destpêkirin. Endamê Komîsyona Perwerdeyê yê HDP’a Avcilarê Semîh Sungul her kesê ku dixwaze hînî kurdî bibe vexwend qursa ziman.