Li cîhanê 1 milyon û 16 hezar kes bi Covît-19 ketin û 53 hezar mirin
- cîhan
- 11:37 03/4/2020
Li tevahiya welatên cîhanê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin 1 milyon û 16 hezar derbas kir. Kesên bi şewbê mirin jî 53 hezar derbas kir.
Li tevahiya welatên cîhanê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin 1 milyon û 16 hezar derbas kir. Kesên bi şewbê mirin jî 53 hezar derbas kir.
Şewba vîrûsa corona (Covît-19) li tevahiya cîhanê wekî torekê belav bûye û talûke mezin dibe. Heta niha ji ber şewba Covît-19 li tevahiya cîhanê 47 Hezar û 250 mirovan jiyana xwe ji dest dan. 936 Hezar û 436 kes jî bi şewba vîrûseketin.
Hişyariya Serokwezîrê Îtalyayê ji bo welatên YE’ye, zextên li ser hikumeta Îngîlîstanê û karantinaya li Moskovayê mohra xwe li çapemeniya cîhanê dan. Tê gotin, ji ber ku wê 200 hezar kesên li DYA'yê ji ber vîrûsa koranayê bimirin rê li ber dirêjkirina sînordanînê vekir.
Ji ber vîrûsa koronayê heta niha 27 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye û 458 hezar kes jî pê ketine. Ji ber rewşên awarte û qedeyên derketina derve yên di encama vîrûsê de nêzî 3 milyar mirov nêçarî mayîna li malên xwe bûne.
Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê, ji ber belavbûna vîrûsa korona (Kovîd-19) bang li hemû hikumetan kir ku girtiyan berdin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê û Serokê Yekîneya Têkiliyên Gel û Ragihandinê Kîanûsh Jahanpûr, diyar kir ku li Îranê 29 hezar û 406 kes bi vîrûsê ketine û 2 hezar û 234 kes jî mirine.
Li cîhanê her ku diçe vîrûsa koronayê bi lez û bez belav dibe. Di 24 saetên dawî de li cîhanê hejmara qûrbaniyên vîrûsê derket 21 hezar û 302’an. Hejmara yên bi vîrûsê ketine jî 50 hezar lê zêde bûn û ev hejmar derket 472 hezarî.
Li Yewnanîstanê ji ber şewba vîrûsa koronayê ji sibê şûn ve qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Wezareta Tenduristiya Iraqê ragihand ku 3 welatî ji ber vîrûsa coronayê mirine û 19 kesên din jî li Iraq û Herêma Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine.
Ji ber vîrûsa koronayê herî zêde mirin li Îtalyayê pêk tê. Derbarê mirinên li Îtalya de raporek balkêş hat amadekirin. Ji ber vîrûsê 3 hezar û 200 kes mirin e û 2 hezar û 443 kesên mirine jî temenê wan di navbera 60 û 79 saliyan de ne. Hat gotin yên temenê wan di bin 30 salîbûnê de ye kes ne miriye.
Vîrûsa corona (Covît 19) her ku diçe li cîhanê belav dibe û hêjmara miriyan zêde dibe. Medya DYA û Ewropa, tedbîrên aborî yên li van welatan têne girtin derxist pêş. Medya cîhanê di weşanên xwe de anî ziman ku Banka Navendî ya Ewropa mudaxaleya 750 milyar dolar a ku hukmê xwe li piyasê nekiriye û Trump dixwaze, bi Zagona Hilberîna Parastinê dixwaze “aboriya şer çalak bike.
Li Îran û Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane zêde bûn. Li Îranê hejmar ji hezarî derbas bû.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê têkildarî kesên ji ber vîrûsê mirin daneyên dawî parve kirin. Li gorî daneyên dawî yên wezaretê li Îranê heta niha 988 kes ji ber vîrûsê mirin û 16 hezar û 169 kes jî bi vîrûsê ketin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihand ku di encama hevdîtinên wan ên li Enqereyê de dê di 15'ê adarê de dewriyeyên hevpar bên kirin.
Li Iraqê li dijî Baregeha Leşkerî ya Tacî ya ku leşkerên DYA û Hêzên Koalîsyonê bikar dianîn êrişa moşekan pêk hat.