Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin

img
COLEMÊRG - Li gundê Çemkayê yê Colemêrgê welatiyên gund li dijî xebatên lêgerîna madenan çalakî dan destpêkirin û dan zanîn ku ew ê destûr nedin xwezaya wan were talankirin. 
 
Şîrketa Madenvaniyê ya Meskan Olmezê zêdetirî 5 sal in li gundê Çemkayê yê Colemêrgê xebatên lêgerînê yên madenan dike. Şêniyên gundê Çemkayê li dijî xebatên lêgerîna madenan duh çalakî dan destpêkirin. Çalakî di roja 2’yan de didome. Şêniyên gund têkildarî çalakiya xwe axivîn û gotin ku heta sehayên madenan tên girtin ew ê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Ji welatiyan Harun Ecer diyar kir ku xwezaya wan parçeyeke jiyana wan e û wiha got: “Em nebûn parçeyeke feraseta rantê ya pergala kapîtalîst û dê nebin jî. Niha çiyayên me tên talankirin û ava em vedixwin bûye jehr. Bi hezaran darên me hatin tunekirin û xwezaya me qulqulî kirine. Em ji bo parastina xwezaya xwe têdikoşin. Heta ku ev talan tê sekinandin jî dê çalakiya me bidome.” 
 
‘BILA DAGIRKERÎ Û TALAN BI DAWÎ BIBE’
 
Abdurrahman Ecer jî anî ziman ku ew ê nehêlin xwezaya wan were talankirin û wiha got: “Ji bo qirkirina xwezaya me were bidawîkirin em vê çalakiyê dikin. Bila destên xwe ji gundê me bikêşin. Bila vê qirkirinê bi dawî bikin. Ev, dagirkerî ye. Bila ev dagirkerî û talan bi dawî bibe. Êdî tu debara gundê me nîne, em nikarin pez xwedî bikin. Nahêlin em biçin çiyayên xwe. Dixwazin em dev ji vê xakê berdin. Lê em li vê derê ne û dê têkoşîna me bidome.”