Li Hindistan û Pakistanê baranên musonê: 191 kes mirin
- ekolojî
- 13:43 14/7/2023
Li herêmên bakurê Hindistanê û Pakistanê ji ber baranên musonê herî kêm 191 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li herêmên bakurê Hindistanê û Pakistanê ji ber baranên musonê herî kêm 191 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor ESA’yê, dibe li Başûrê Ewropayê germahî bigihê 48 pileyan.
Li Marmarîsê li du noqteyan şewat derket û ji bo vemirandina şewatê ji bejahî û hewayî ve mudaxile tê kirin.
Li bajarên Ordu, Samsûn, Gîresûn û Tokatê ji ber barana zêde lehî rabûn. Li navçeya Çarşambayê cenazeyê jineke li ber lehiyê ketibû hate dîtin.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bertek nîşanî organîzasyona “5. Cilo Fest” da û wiha got: “Di demên dawî de li her çar aliyên Kurdistanê bi zanebûn li dijî xweza, dîrok û ekolojiyê sûc dikin.”
Li gundê Biliga yê Silopiyayê di bin çavdêriya leşkeran de bi hezaran dar hatin birîn û li şêniyên gund ên li dijî vê talanê derketin jî gefa “Heke hûn dengê xwe bikin em ê nehêlin hûn bikevin gundê xwe” hate xwarin.
Qeyûman li Geverê organîzasyona “Cîlo Fest” li dar xist û li pey xwe tenê çop û qirêjî hiştin.
Endama Koalîsyona Edaleta Avhewayê ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş, anî ziman ku AKP û sermayedar qadên daristanê veguherandine "navenda rantê" û got ku ew ê tevî gel li dijî vê têkoşîna ji bo ekolojiyê xurttir bikin.
Navçeya Mêrdînik a Erdexanê ku her sal di bin navê "nûkirinê" de bi hezaran darên wê tên birîn, her diçe şorax dibe.
Ji bo bendavê tê xwestin ku Geliyê Godernê di bin avê de bê hiştin. Bi vê yekê re qada daristanê jî tê tunekirin. Ji Baroya Amedê Ahmet Înan got: “Heke ku hevsengiya ekolojîk xera bibe, carek din şûn ve nayê.”
Darên Zozana Şênê ji ber çêkirina baregehên lêşkerî tên birîn. Darên tên birîn jî bi destê cerdevanan pêk tê û bi kamyonan ji herêmên cuda re têne şandin.
Prof. Dr. Ahmet Kiliç diyar kir ku ji ber germbûna kûrewî li Baxçeyên Hewselê di populasyona çukan de zêde bûn çêkiriye û got: “Hewsel wê ji bo çukan bibe stargeh. Ji bo vê yekê divê em wê xwezayê biparêzin.”
Li dijî rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” ya ji bo Kana Mermerê ya li Geliyê Zîlan a Erdîş a Wanê doz hatibû vekirin. Dadgehê xwest xebat bên sekinandin û biryara betalkirinê da.
Serokê ÇEV-DER’a Wanê Alî Kalçik da zanîn ku ji Tesîsa Parzînê ya Ava Bermayî ya Biyolojîk a Navendî ya Wanê ku li dijî qirêjiyê hatiye avakirin, di her saniyeyekê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê.
Li Botanê Kaniya Nerdûşê ya ku 3 sal in ji ber kanên komirê reş diherike li herêmê cotkarî nehiştiye û rejeya avê her ku diçe kêm dibe. Hawirdor, tendûristvan û siyasetmedarên herêmê ji bo çem ev hişyarî kirin: "Heke neyê sekinandin dê rêjeya çavkaniya avê kêm bibe û şêniyên herêmê dê bi nexweşiyên mezin re rû bi rû bimînin."