Li Hezoyê gelek kes diçin Gola Masiya
- ekolojî
- 09:07 01/8/2019
Li Hezoyê, gelek mirov serdana Gola Masiyan dikin ku xwedî dîrokeke 3 hezar salî ye.
Li Hezoyê, gelek mirov serdana Gola Masiyan dikin ku xwedî dîrokeke 3 hezar salî ye.
Li Aydinê, ji ber JES'ê li nav erdên çandiniyê hatine çêkirin, berdariya gilyaz û tirî kêm bûye. Cotkar Nîhat Firat, got: "JES'an hevsengiya ekolijîk a ava bin erdê serobino kiriye. Nexasim jî tehde pir li hejîr û zeytûnan hatiye ji lew re koka wan pir dibînî erdê de ye."
Li kontarên Çiyayê Kaz, lêgerîna şîrketên bazirganiyê ya zêrê bi sîyanur, tevî hemû bertek û nerazibûnên gelê herêmê didome. Nobeta parazvanên xwezayê ya qadên jiyanê jî bi biryar li dijî talankirina xwezayê didome. Parlamenterê CHP'ê Muharrem Erkek, diyar kir ku ji bo zêr pêşeroja zarokan tune dikin.
Piştî Çiyayên Mûnzûrê bi temamî weke qada madenê hat îlankirin, derket holê ku beşeke Parka Mîlî ya Mûnzûrê ku Avzêmên Mûnzûrê jî di navê deye, ji bo lêgerîna madenê ruxsta ji bo fîrmayekê hat dayîn. Parêzer Bariş Yildirim, diyar kir ku di ruxsta hatî dayîn de beşek Parka Mîlî ya Mûnzûrê jî heye.
Sekreterê Koordinasyona Bajar a TTMOB'ê ya Amedê Dogan Hatûn, xwest biryara Wezaretê ya "Qada Avakirina Xaniyan" a li Kent Ormanî girtiye bê rawestandin. Dogan, xwest hêzên bajar jî bêdengiya xwe xera bikin û di pêşengiya şaredariyan de têkevin nava hewldanan.
Koordinasyona Heskifê ya Êlihê têkildarî şewitandina keleha Heskifê daxuyanî da û xwest heyetek serbixwe bê avakirin û lêkolînê bikin.
Li Êlihê ji ber xemsariya saziyan kavilên bînayên tên hilweşandin û axa ji temelê xêniyan derdixin li eraziyên çandiniyê tên rijandin û ev yek dibe sedema tehdîda li ser eraziyan.
Navçeya dîrokî Heskîf ji aliyekî ve tê xwestin di bin ava Bendava Ilîsûyê de bihêlin û ji aliyekî din ve jî tê şewitandin.
Nûnerên Komîsyona Hiqûqa Bajar û Derdorê ya Baroyan û hiqûqnasên di vê qadê de xebatê dimeşînin, encamnameya civîna têkildarî vê qadê bi raya giştî re parve kirin.
Herêma ku warê bîr û baweriya Xirîstiyan û Elewiyên Ereb in, di bin talûkeya RES'an de ye. Her çend bertekên li dijî vê yekê bidmin jî niha li herêmê 2 hezar RES tên plankirin.
Serokên baroyên 17 bajaran ên li Heskîfê kom bûn, ji bo ku dîrok tune nebe, banga dest ji avakrina Projeya Benva Ilisû berdin kirin.
Santrala Termîkê ya Silopiyayê ya Koma Cînerê, ji ber rê li ber qirkirina xwezayê vedike û ji ber dibe sedema mirina mirovan di rojevê de ye. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, diyar kir ku li gorî daneyên TUÎK'ê, di 3 salên dawî de li tevahiya bajêr 511 kes mirine û li Silopiyayê jî 11 hezar astengdar hene û got, sedema van qewimînan jî santrala termîkê ye.
Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa Odeya Avahîsaz a Amedê Herdem Dogrûl, bal kişand ser navçeya Sûrê ya ÛNESCO kiriye bin parastinê û wiha got: “Biryara ÛNESCO ya ji bo lêkolînkirina Sûrê, biryarek dereng mayî ye.”
Rêxistinên civaka sivîl, ekolojîk û pişeyî, bin avkirina Heskîfê şermezar kirin. Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ji bo finsendên siyasî yên navneteweyî Heskîfê tune nekin û got: "Heskîf li cihê xwe xweşike."
Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê xwest li ber Bendava Ilisûyê daxuyanî bide, polîs û eskeran daxuyanî asteng kirin. Li ser astengiyê HDP’iyan li cihek nêzî Ilisûyê daxuyanî dan û gotin “Ji bo Heskîfê hêj ne dereng e.”