Çakas: Polîtîkayên ewlekariyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dikin

  • rojane
  • 09:00 30 Nîsan 2021
  • |
img

AMED - Parêzer Yûsûf Çakas, diyar kir ku li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û ev bêhiqûqî ji ber atmosfera siyasî ya Tirkiyê pêk tên. 

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê 155 roj in bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger de ne. Binpêkirinên mafan ên giran li ser girtiyan jî di rojevê de cih digire. Parêzer Yûsûf Çakas ê endamê Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) ji ajansa me re axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Çakas destnîşan kir ku li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û ev bêhiqûqî ji ber atmosfera siyasî ya Tirkiyê pêk tên. 
 
MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN 
 
Çakas diyar kir ku ji ber xurekan bi awayek têkirî nadin girtiyên dikevin greva birçîbûnê û bi vî awayî mafê jiyanê yên girtiyan tê binpêkirin û ji ber vê yekê jî girtî bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rûbirû dimînin. Çakas da zanîn ku rayedar û hekîmên girtîgehan hesasiyetek pêwîst nîşanî girtiyan nadin û divê neyê jibîrkirin ku mafê tenduristiyê parçeyek mafê jiyanê ye.
 
LÊGERÎNA QAWÎŞAN 
 
Çakas destnîşan kir ku di li girtîgehan di du mehên dawî de bi serdegirtinên qawîşan zêde bûne û got: “Bi helwestek tund bi ser qawîşan de digirin. Girtî dibêjin ku bi serdegirtinên qawîşên wan dişibin serdegirtinên malan. Girtî bertek nîşanî serdegirtinan didin, vê carê wan sirgûnî girtîgehên din dikin. Di serdegirtinên heta îro de ji bilî pirtûkan tiştek nehatiye dîtin. Ev pirtûk jî bi destûra girtîgehê dane girtiyan. Sedema bingehîn a ewqas zext li ser girtiyan pêk tê jî ji ber siyaseta polîtîkayên ewlekariyê ye. Çawa ku li derve destûr ji bo daxuyaniyek çapemeniyê nayê dayîn, li girtîgehan jî dest datînin ser pirtûkên girtiyan û nahêlin pirtûk werin xwendin.” 
 
Çakas destnîşan kir ku li Girtîgeha Amedê yên Tîpa 1 û 2’yan yên Ewlehiya Bilind girtiyên DAIŞ’î di korîdorên girtiyên siyasî de bicih kirine û ev yek jî fikaran zêde dike. 
 
SEPANA HALÊ BAŞ 
 
Çakas anî zman ku di encama Desteya Halê Baş tenê li Girtîgeha Amedê herî kêm tevî ku cezayê 30 girtiyan hatiye înfazkirin jî nayên berdan û wiha got: “Bifikirin tevî ku kesek ji ber xebatên partiya siyasî tê darizandin û tê diyarkirin ku ne endamê rêxistinê ye jî bi zimanek zelal tê îfadekirin. Di danişînan de ji aliyê Desteya Halê Baş ve li girtiyan poşmanî tê ferzkirin. Ev meseleya neberdana girtiyan bi serê xwe binpêkirina mafên girtiyan e. Bêhiqûqî çiqas xwe eşkere radixe ber çavan. Ev sepan mafê berdana bi serbestî û berdanê jî tune dike. Divê demildest ev sepan paş de were kişandin.” 
 
LÊGERÎNA TAZΠ
 
Çakas anî ziman ku yek ji binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî lêgerîna tazî ye û wiha got: “Em wek hiqûqzanan dibêjin ku lêgerîna tazî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Lêgerîna tazî li gorî yasayan û hiqûqê jî nayê qebûlkirin. Spartina lêgerîna tazî ya li ser girtî û kesên binçavkirî qet nayê qebûlkirin û tu kes nikare bike hêceta tiştekî jî. Dema girtî ji girtîgehekê sewqî girtîgehek din tên kirin dîsa jî spartina lêgerîna tazî nayê qebûkirin û maqûl nayê dîtin.” 
 

Sernavên din

03/05/2021
09:10 Belcan: PTT'ê Destûra Bingehîn avêt kulînê
09:09 Rojnameger Roja Azadiya Çapemeniya li girtîgehan pêşwazî dikin
09:09 Koçer ji ber operasyonên eskerî nikarin derkevin zozanan
09:08 Karê çandiniya Anadolê li ser pişta karkerên Rihayê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2021'AN
02/05/2021
23:38 Çawîşê pispor ewil gef xwar û piştre lê xist
23:22 Ciwanekî li Konyayê pismamê xwe kuşt û jinbira xwe birîndar kir
22:07 9 dêr û keşişxaneyên Mêrdin ketin lîsteya UNESCO
21:37 Dayîka Aşitiyê Temel jiyana xwe dest da
20:00 Îro 340 mirov bi Covît-19 mirin
18:22 ÎHD: Zilaman li Egeyê di 4 mehan de mafê 294 jinan binpê kir
17:49 Ji bo AKP’ê serbest e, ji bo xelkê qedexe ye
16:11 TGC: Li şûna rojnamegeriyê tundiyê rawestînin
16:01 ÎDEF: Kana keviran dê felaketê bîne
15:23 Ciwanê 22 salî ji ber sedemên aboriyê întîhar kir
14:44 Dayika girtî Akman: Dengê zarokên me bibihîsin
14:06 Qedexeya ket roja hezar û 623’yan dirêj kir
14:06 Dema ku xurde kom dikir ji qata 1’an ket û birîndar bû
13:42 Girtî ji ber 'rewşa baş' nayê berdan
12:31 Parlamenterekî Iraqê: Em ê rê nedin Tirkiye baregehên eskerî ava bike
12:04 Teqawîtan DEM-SEN ava kir: Rêxistinî ferz e
11:48 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê çi karî dike?
11:34 Li Îkîzdereyê herî diherike
10:51 246 kedkarên ku polîsan ew binçav kiribûn hatin berdan
10:32 Rojnameger Aydin: Hedef destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye
09:47 Kerestecîoglu: Em ê girîngiya Peymana Stenbolê vebêjin
09:10 OHD dê ji bo betalkirina giştînameya polîsan serî li Şûraya Dewletê bide
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 157'emîn de dewam dike
09:09 Ev nexweşîn ji dil ve li wan dide: Di heman malbatê de 60 kes li benda alîkariyê ne
09:07 Ji ber deynên serdema AKP’ê parka şaredariyê derxistine firotanê!
09:06 Bi daxuyanî û çalakiyên partiya xwe hat sûcdarkirin
09:02 Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş ê 83 salî
09:01 Dostaniya îhaleyê ya ji Stenbolê dirêjî Amedê dibe!
09:00 SMO radest dike, Tirkiye jî cezayê giran li wan dibire
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2021'AN
08:25 MSB: Eskerekî jiyana xwe ji dest da
01/05/2021
22:53 Di şibake û şaneşînên malên xwe de 1'ê Gulanê pîroz kirin
21:51 Ji ber tengasiyên aborî întîhar kir
21:35 Li Tetwanê du malbatan şer kir: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:26 Nûçegihana me jî di nav de 34 kes li Enqereyê hatin berdan
19:42 373 kesên din ji koronayê mirin
17:09 Li Îzmîrê ligel qedexeyê jî, 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
16:54 HDP'î: Em şahidê tundiyê ne
16:41 Sancar karkerên kaxizên avêtinê ziyaret kir
16:40 Li Rihayê 1’ê Gulanê
16:37 Li Qelqeliyê mirina biguman a jinekê
16:19 Li Enqereyê ligel qedexeyê jî li gelek cihan meş hatin lidarxistin
16:18 Balafira bêmirov ket: Zarokek bi giranî birîndar bû
15:38 Jinên Îkîzdereyî: Em bi erdê re kaş kirin
15:32 Lijneya Asayîş û Parastinê ya Iraqê wê li dijî Tirkiyeyê bicive
15:13 Polîsan 220 kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin
15:12 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Devrîm Ayik bê berdan
15:04 ÎHD’ê xwest ku girtiyê nexweş Yagmakan bê berdan
14:54 Buldan 1'ê Gulanê pîroz kir: Em HDP li cem karkeran in
14:39 Gundiyên Îkîzderê hatin berdan
14:17 Dayikên Şemiyê aqûbeta Gul û Yaman pirsîn
14:15 Li Artvînê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê: 20 kes hatin binçavkirin
14:09 Şaredariya Dersimê birdariya 1’ê Gulanê ava kir
13:43 Xizmên windayan pirsa bersûcên Dundar kirin
13:35 Barîkat derbaskirin û gihiştin Taksîmê
12:40 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: 3 mirî 2 birîndar
12:39 Girtiyê nexweş ji ber emeliyata şaş seqet ma
11:37 Cenazeyê kolberê bi îşkenceyê hatibû kuştin radestî Îranê hat kirin
11:28 Rexmî qedexeyê jî bi çar milan ve meşiyan Taqsîmê
11:10 Ji girtîgehê derket, hevjîna xwe qetil kir
10:53 Polîsan li Enqereyê 4 endamên DAF’ê binçavkirin
10:51 Mizrakli: Roja kedkaran pîroz be
10:50 Ji Malbata Şenyaşar peyama 1’ê Gulanê
10:42 DBP û HDP’ê 1’ê Gulane pîroz kirin
10:41 Rêxistinên rojnamegeriyê bertek nîşanî giştînameya EGM’ê dan
10:06 Polîsan gelek kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin
09:54 Li Afganistanê êrişa bombeyi: 30 kesan jiyana xwe ji dest da
09:21 Li Qoserê hewldana revandinê
09:04 Li Îkîzderê kesek hat binçavkirin
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê koma 32'yemîn dewr girt
09:03 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajêr de plana koçberkirinê
09:02 Serokê ÎHD’a Mêrsînê: Xemsariyê Îsa Gultekîn kuşt
09:01 Derbarê Farisogûllari yê HDP’î de 26 sal ceza hat xwestin
09:01 Sarisaç: Têkoşîna me wê li kuçeyan bigihîje serkeftinê
09:01 Ji ber nikarin debara xwe bikin, wesayîtên xwe derxistin firotinê
09:01 Çandinî hişk bû, cotkar di bin deynan de man
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2021'AN
30/04/2021
23:24 Li Osmaniyeyê 70 karker ji xwarinê jehrî bûn
20:33 394 kesên din ji koronayê mirin
16:32 OHD’ê têkildarî cenazeyên Kilyosê serî li AYM’ê da
16:29 Rêveberiya Xweser 92 jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Ozbekistanê kir
15:27 Di qedexeyê de zengîn li hundir, feqîr li derve ne
15:26 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
14:55 Karker: 1’ê Gulanê nikare bê qedexekirin
13:59 Karkerê li tersaneya Tûzlayê, ji jor ket û jiyana xwe ji dest da
13:52 HDP xwedî li karkerên li dervê hatin hiştin derket
13:47 Çelenga 1’ê Gulanê danin Qada Gundogdûyê
13:21 Zarokê 14 salî bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kiriye’ hat binçavkirin
13:14 7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin berdan
12:34 'Sînordarkirina fîzîkî nikare têkoşîna me ya edaletê asteng bike'
12:30 Sergardiyan bi kuştinê gef li girtî xwar
12:16 Heso Îbrahîm: Şengal venagere berî 2014’an
12:16 Ozsoy: Bi operasyona Metîna, Avaşîn û Zapê gav bi gav dagir dikin
11:21 Cerdevan bi mînîbusan şandin operasyona Lîcê
11:15 Seyarfiroş: Em bi birçîtiyê re rûbirû hatin hiştin