AMED – Lansmana 9’êmîn Fûara Pirtûkan a Amedê hate kirin. Di axaftinan de qedexeyên li dijî weşanên Kurdî hat rexnekirin.
Lansmana 9’êmîn Fûara Pirtûkan a Amedê ya ku dê îsal bê lidarxistin, li Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê hate lidarxistin. Gelek nûnerên sazî û weşanxaneyan beşdarî lansmanê bûn.
Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya, di axaftina destpêkê ya lansmanê banga tevlibûna fûarê kir û ev tişt got: “Li Amedê pêşangeh vediguhere şahiyeke çandî û beşdariyeke zêde dibin. Rexmê qeyrana weşangêriyê, sala bihurî beşdariyeke zêde çêbû. Ji bo îsal jî serlêdaneke zêde çêbû. Dê rojên gotûbêj û îmzeyê û pêşangehên ji bo danasîna Amedê bên lidarxistin. Em gelê xwe vedixwînin fûara ku dê di 18-26’ê Cotmehê de bê lidarxistin.”
205 SERLÊDAN
Piştre Midûrê Giştî yê TUYABÊ Îlhan Ersoz axîvî û ev tişt got: “Di destpêkê de ez sapasiya kedkarên vê çalakiyê dikim. Em bextewer in ku em li Amedê ne. Sala bihurî 115 serlêdan hebûn. Îsal 205 serlêdan çêbûn. Nivîskarên me dê rojên îmzeyan li dar bixin, dê 60 çalakî bên lidarxistin. Ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê tevlibûnê çêbe. Em li benda beşdariya 200 hezar kesan in.”
BAJARÊ ÇANDÊ
Serokê Yekitiya Weşangêrên Tirkiyeyê Kenan Kocaturk, bal kişand ser qedexeyên sala bihurî û got: “Hevjiyana di vê axa qedîm de pir bi wate ye. Ev bajar bajarê çandê ye. Divê bibe navenda pir zimaniyê. Em amade ne ku berhemên Kurdî bo zimanên din biweşînin. Dê gelek weşangêrên me yên hêja beşdar bibin. Divê xwînêr karibe xwe bighîjîne pirtûkan em ê ji bo vê yekê bixebitin. Divê pirtûkên Kurdî li pirtûkxaneyên wezaretê hebin. Divê pirsgirêkên sala bihurî îsal dubare nebin. Herwiha divê astengiyên di navbera nivîskarên girtî û xwînêran bên rakirin.”
‘DIVÊ ASTENGÎ BÊN RAKIRIN’
Hevserokê Yekitiya Weşangêrên Kurd Hakki Boltan, got: “Fûara ku dê li Amedê bê lidarxistin, ji bo pêşketina Kurdî girîng e. Ji bo ziman û wêjeya Kurdî weşangêr û nivîskar xwedî roleke girîng in. Em ê ji bo di mercên demokratîk û azad de pirtûk biweşin têbikoşin. Divê astengiyên li pêşiya wêjeya Kurdî bên rakirin. Li fûarên ku li bajarên rojavayê Tirkiyeyê tên lidarxistin de, êrişên faşîst li standên berhemên Kurdî tên kirin. Pirtûkên ku ne qedexe ne tên komkirin, sala bihurî em bi vê yekê re rû bi rû man. Em li benda tevlibûneke xurt in.”