Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e

img
AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, anî ziman ku di warê şewba Covîd-19'ê de rewşa Amedê nebaş e û unîteyên beşa awarte yên nexweşxaneyan bi temamî tije bûne. 
 
Li Amedê hejmara kesên ku bi Covîd-19'ê dikevin pir zêde dibe. Niha rojê rojê li dor 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin. Endamê Desteya Navendî ya Yekîtiya BIjîşkên Tirk (TTB) Bijîşk Halîs Yerlîkaya, anî ziman ku li gel zêdebûna hejmara pêketiyan, ûnîteyên beşa awarte yên nexweşxaneyan jî bi temamî tije bûne û nexweşên divê li nexweşxaneyê bên razandin, nexweşxane wan dişînin malê. 
 
‘GUMANÊN ME HENE' 
 
Yerlîkaya, destnîşan kir ku heya niha Amed û herêm bi rewşeke wisa xerab re rû bi rû nebambû û got: "Em rojê 2 hezar pêketî tespît dikin û ev hejmar her diçe zêde dibe. Li Amedê beşên awarte yên nexweşxaneyan bi temamî tije bûne. Li nexweşxaneyên dewletê hin serwîs hatine girtin. Qatên li nexweşxaneyên pandemiyê hatibûn vekirin, her diçe tije dibin. Di rojekê de 14-15 nexweş jiyana xwe ji dest didin. Xebatên fîlyasyonê baş nayên kirin. Piştî daxuyaniya di 1'ê Tîrmehê de li bajarên herêmê hejmara pêketiyan pir zêde bû. Berê jî pêvajoyek bi vî rengî rû dabû. Ji ber ku hişyariyên me û bangawaziyên me esas nayên girtin, em cardin bi rewşeke wisa re rû bi rû man û gumanên me pir in." 
 
REWŞ QET NEBAŞ E' 
 
Bijîşk Yerlîkaya, anî ziman ku rewşa bajarên herêmê qet nebaş e û got: "Li gel pîkên pandemiyê, dermankirina nexweşên din ên derî Covîd-19'ê bi derengî ket. Mirovên me di warê xwegihandina tenduristiyyê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Nexweşên derî Covîd-19'ê mexdûr bûn û ji ber vê gelek nexweşan jiyana xwe ji dest da. Nexweşên pençeşêrê dereng hatin teşxîskirin. Tenduristkar hemû ji bêgavî di beşên Covîd-19'ê de xebitîn. Mafên kedkarên tenduristiyê yên teqawidbûnê, yên îstifakirin tune bûn û ew pir westiyan. Ev jî kir ku pergala tenduristiyê bixitime." 
 
VARYANTA DELTAYÊ 
 
Yerlîkaya, bilêv kir ku bi nexweşîneke pir cidî re rû bi rû ne û got: "Varyanta Deltayê, nexweşîneke vegirtina wê pir zêde ye. Di demeke pir kurt de ji ji kesekî gelek kes pê dikevin. Semptomên wê pir cuda ne." 
 
Yerlîkaya, diyar kir ku heger ev nexweşîn neyê kontrolkirin, dê bibe sedema varyantine cihê xetereyeke mezin. 
 
AŞÎ
 
Yerlîkaya, destnîşan kir ku li dijî pandemiyê amûra herî kartêkar a têkoşînê aşî ye û got: "Derbarê aşiyê de hin spekulasyon hatin kirin, lê piştî 4 milyar dozê me dît ku bandoreke wê ya xirab çênebûyye."
 
Yerlîkaya, da zanîn ku piraniya kesên li nexweşxaneyan tên razandin kesên neaşîkirî ne û got: "Kesên jiyana xwe ji dest didin hemû kesên neaşîkirî ne." Yerlîkaya, destnîşan kir ku ji bo berpirsiyaria civakî divê her kes aşî bibe. 
 
NEWEKEHVÎ
 
Yerlîkaya, bilêv kir ku Wezareta Tenduristiyê di warê aşiyê de jî nebûye cihê baweriyyê û got: "Dînamîkên xwecihî, sendîkayan daxilî nav pêvajoyê nekir. Serwextkirin bi zimanê civakê, bi zimanê zikmakî nehat kirin. Herêma me di warê aşiyê de pir paş de ma. Em dikarin bêjin ku ev yek bêtir bandor li herêmê kir. Jixwe nîşaneyên giştî yên tenduristiyê yên herêmê, newekheviya tê kirin nîşan didin." 
 
ÎQTIDAR NESERKETÎ YE
 
Yerlîkaya, destnîşan kir ku îqtidar pêvajoyeke ku tenduristiyya gel esas bigire bi rê ve nebiriye û got: "Beriya her tiştî divê civak, neserketîbûna îqtidarê ya di vî warî de bibîne. Ji niha û pê ve divê dînamîkên xwecihî, şaredarî, partiyên siyasî hermû daxilî nav rêvebiriya vê pêvajoyê bibin. Yan na, heger gotinên ku civakê tawanbar dikin bidomin, dê bedêlên vê yekê giran bin û em ê hîn bêtir bimirin." 
 
PANDEMÎ NEQEDIYAYE 
 
Yerlîkaya, anî ziman ku Covîd-19 hê jî belav dibe û got: "Pandemî neqediyaye. Li deverên girtî û bêhewa lihevkombûn xetereyek mezin e. Divê em temasê nekin. Divê maske, dezenfektan û mesafe esas bên girtin. Divê em xwe bernedin. Divê civak xwedî li tenduristiya xwe derkeve." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

08/08/2021
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan
10:33 Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû
10:15 Girtî li dijî binpêkirinên mafan di çalakiyê de ne
09:07 Çemê Bazamîr jî ziwa bû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 253'yemîn de dewam dike
09:07 Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan
09:07 Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da
09:07 Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye
09:07 Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
09:07 Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
08:55 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn
08:49 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir
05/08/2021
19:59 Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin
19:48 24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:25 Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
17:06 Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand
16:37 Raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari: 21 gule hatine reşandin, 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin
16:37 Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne
15:35 TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin
15:27 Meclisa Jinan a HDP'ê: Desthilat agirê civakî geş dike
15:09 10 kesên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:03 Li Çûkûrovayê bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
15:02 Platforma Li Dijî Dagîrkeriyê banga seferberiyê li gelê kurd kir
13:38 Li Berwarî û Tilo agir bi daristanan ket
13:18 Şewata li Çiyayê Cûdî derket bixwe vemirî
13:14 Li dijî Şeladiz û Behdînanê êrişên hewayî Pêk hatin
13:08 Li Wanê penaberekî mirî hat dîtin
13:04 Umîtcan Ûygûn ji mirina biguman a jinekê hat binçavkirin
12:14 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Dosyayê vekin, faîlan bigirin
11:59 Girtî li dijî lêgerîna nava dev di çalakiyê de ne
11:54 Li herêma operasyonê teqîn
11:40 Li Aydinê koma nîjadperest ku rê girt 3 kesan lînç kir
11:22 Li Cizîrê 2 bijîjk rojê li 250 nexweşî dinêrin!
11:16 Mexdûrên lehiyê bertek nîşanî hikumetê dan: Konek tenê jî nedan
10:30 Koçyîgît: Me bi tifaqê gava ewil a şoreşa jinê avêt
10:23 Daneyên meha tîrmeya yên Jinnewsê: 27 jin hatin qetilkirin
09:31 Li Omeriya qedexeya derketina kolan hat îlankirin