Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke HATE NÛKIRIN

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku aştî dikare deriyê avakirina Komara Demokratîk heta dawiyê veke û got: “Demokrasî ne karekî rêveberiyê ye. Avakirina jiyaneke wekhev û pêkvejiyanê bi xwe ye.”  

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna koma partiya xwe de li Meclisê axivî. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiyayîn jî tev li bûn. Tulay Hatîmogûllari, di destpêka axaftina xwe de bi xêr hatin û spasiya jinên heta Enqereyê meşiyan û Dayikên Aştiyê kir û got: “We îro jî li Enqereyê peyamên pir xurt dan. Bila Meclis, siyaset û tevahiya civakê dengê jinan û têkoşîna wan a aştî, azadî û wekheviyê bibihîse.”
 
LI BENDA ÇARESERIYÊN PIRSGIRÊKAN E
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Tirkiye bi pirsgirêkên piralî yên li benda çareseriyê rû bi rû ye û got: “Daraza bêedalet, rejîma qeyûm, êrişên ser şaredariyên muxalîf, zextên ser ziman, çand, huner, xizanî, cînayetên jinan, bêkarî û hwd. çendek ji van pirsgirêkan e. Mecliseke van pirsgirêkan nabîne tê wê wateyê ku sedema hebûna xwe ji bîr kiriye. Peywira siyasetê ew e ku hemû pirsgirêkên civak tê de xitimî ye çareser bike.” 
 
SEDSALA DUYEMÎN
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku hewceye Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî ya têkildarî debar, edalet, aştî, demokrasî û azadiyê de bicih bîne û wiha pê de çû: “Ji bo van mijaran divê Meclis bi şev û roj bixebite. Em dizanin ku aştî, rûmeta civakê ye. Û dê bibe mezintirîn diyariya Komara Demokratîk. Tişta ku dê deriyên Komara Demokratîk heta dawiyê veke, aştî ye. Demokrasî ne rêveberiyek e. Jiyaneke wekhev û pêkvejiyan bi xwe ye. Aborî ne tenê ji reqeman pêk tê. Jiyana kesên pariyê nanê wan kêm dibe, ciwanên bêkar û jinên keda wan nayê dîtin bi xwe ye.” 
 
‘CIVAK LI BENDA GAVÊN ŞÊNBER E’
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd par Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Piştî vê bangê jî PKK’ê kongreya xwe civand û biryara fesixkirina xwe da. Piştre jî di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyeyê komeke PKK’î ya ji 30 kesan pêk dihat merasîma şewitandina çekan li dar xist û ji bo cîbicîkirina aştiyê peyameke pir xurt dan. Û ji par heta niha hema hema pevçûn qet çênebûn, partiyên siyasî bi hev re bêhtir diyalog pêş xistin û ev jî destkeftiyeke mezin e. Bi vê yekê re careke din aşkera bû ka çiqas bi lezgînî pêdivî bi aştiyê heye. Komîsyona di bin sîwana TBMM’ê de hatiye avakirin jî xebatên gelek biqîmet kir. Rast e. Lêbelê civak li benda gavên şênber e. Divê em bi hev re firsendê nedin kesên dixwazin vê ava rawestiyeyî şolî bikin.” 
 
‘JI BER KU GAVÊN ŞÊNBER NEHATIN AVÊTIN BAWERIYA CIVAKÊ XURT NEBÛ’ 
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku di hevdîtinên wan bi gel û rêxistinên civaka sivîl de daxwaza herî zêde derketî pêş ew bû ku dewlet gavên şênber biavêje û got: “Her kes ji dil û can aştiyê dixwaze. Ji ber ku gavên şênber nehatin avêtin, baweriyeke xurt di nava civakê de ava nebû. Her ku ji bo çareseriyê gav tên avêtin dê ev pirsên di serê gel de jî ji holê rabin. Wê demê civak dê bêhtir xwedî li pêvajoyê derkeve. Yek ji mijara ku baweriyê qels dike jî operasyonên li dijî muxalefetê ne. Ji bo civakîbûna aştiyê em jî dixwazin ev operasyon tavilê bên bidawîkirin. Em bang li muxalefetê jî dikin ku ji bo aştiyê bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigirin.” 
 
‘OCALAN Û TEVGERA XWE RÊ LI BER QONAXEKE MEZIN VEKIRIN’ 
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku Komîsyona li Meclisê heta niha 13 civîn li dar xistiye û got: “Li gelek kesan hate guhdarîkirin. Piraniya wan jî xwestin pirsgirêka Kurd were çareserkirin û di mijara mafên demokratîk û hemwelatiya wekhev de gavên hiqûqî bên avêtin. Niha pirsa esasî ev e; gelo dê îktîdar û dewlet ji bo aştiyê kengî bikevin nava tevgerê? Divê neyê jibîrkirin ku birêz Ocalan û tevgera xwe bi gavên avêtin re rê li ber vekirin ku qonaxeke pir mezin were derbaskirin. Bi avakirina komîsyonê re jî qonaxeke din jî hate derbaskirin. Êdî dema derbaskirina qonaxa siyasî û hiqûqî ye. Ji bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi yasayên demokratîk heye. Divê komîsyon demek beriya demekî li birêz Ocalan guhdarî bike. 
 
DIYALOGA BI ÎMRALIYÊ RE JI BO ZEMÎNA HIQÛQÎ GAVA HERÎ DIYARKER E 
 
Jixwe birêz Ocalan dibêje; ‘Heke komîsyon were ez ê pêvajoya muzakereyên demokratîk bidim destpêkirin.’ Dê bibe mifteya aştiyê jî muxatab jî aktor jî. Wekî di mînakên cîhanê de jî tê dîtin, diyalogeke yekser a bi Îmraliyê re, ji bo avakirina zemîna hiqûqî gava herî diyarker e ku dê çekan bêdeng bike. Ji bo vê jî em dixwazin Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş înîstiyatîfê li xw bigire. Ev ne tercîheke şexsî ye. Pêwîstiyeke ji ber lezgînbûna aştiyê ye. Em li bendê ne ku komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike û ji bo derbaskirina qonaxeke din sûdewer be. Her ku saziya siyasetê bibiryar tevdigere, piştgiriya gel jî dê zêdetir be. 
 
MAFÊ HÊVIYÊ DIVÊ TAVILÊ BIXIN ROJEVA XWE 
 
Du roj piştre, 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Ocalan e. Banga 27’ê Sibatê, bû gava herî xurt a valaderxistina komploya 9’ê Cotmehê. Birêz Ocalan, 27 salan bênavber çareserî û aştî parastin û hêj diparêze. Divê mafê hêviyê yê birêz Ocalan were naskirin. Mafê hêviyê ne xaleke hiqûqê ya jirêzê ye. Yek ji rêgezên navendî yê hiqûqa gerdûnî ye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17’ê Îlonê de biryara xwe ya têkildarî mafê hêviyê aşkera kirin. Her wiha bendewariya xwe ya di vê mijarê de ya ji Komîsyona li Meclisê jî anî ziman. Ev biryareke pir girîng e û divê teqez bi awayekî cidî bersiv jê re bê dayin. Hûn nikarin cezayê heta mirinê di girtîgehê de be bidin kesekî û piştre jî mifteyê biavêjin behrê. Pêvajoyên aştiya civakî, bi fikirîna nû, bi jinûvesererastkirinan û bi xwedîderketina vê perspektîfê dibe. Divê tavilê mijara sererastkirina mafê hêviyê bixin rojeva xwe.” 
 
‘DGIRTIYÊN JI DOZA KOBANÊ BERDIN’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser girtiyên Doza Kobanê û biryarên DMME’yê bi bîr xist. Tulay Hatîmogûllariyê got ku DMME’yê cara 3’yemîn biryara berdana Selahattîn Demîrtaş daye û got: “Ev biryar dê di 8’ê Cotmehê de teqez bibe. Cîbicîkirina vê biryarê, dayina şensekî ya ji bo aştî û demokrasiyê ye. Divê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên di Doza Kobanê de bên berdan.” 
 
‘RÊVEBERIYA XWESER BÛ HÊVÎ’
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari daxuyand ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî otorîterîtî, navendîbûna nêrza û hwd. bû modeleke mînak ku hêviyê dide û wiha pê de çû: “Bo modela xwe ya azadiya jinê, sekûlerîzm, pirnetewe, pirçandî û pêkvejiyanê dikare qedera tevahiya herêmê biguherîne. Hewceye ev model were lêkolînkirin, piştgirî jê re were dayin û were cîbicîkirin. Dema em van tiştan diaxivin, komên girêdayî rêveberiya Şamê duh heta niha êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dikin. Ev tax hatine dorpêçkirin û êriş li sivîlan tên kirin. Ev êriş, provokasyoneke mezin e. Divê ev êriş û dorpêç tavilê bi dawî bibin. Divê bi Kurdan re muzakereyan bikin. Lihevkirin dê bi Sûriyeyê bide qezenckirin, şer dê bide windakirin.
 
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ TU CARAN NEBÛ XETERE 
 
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu caran ji bo Tirkiyeyê nebû gefek. Berevajî vê, divê weke xaka aştî û xwişk-biratî lê aj bide were dîtin. Gelê Rojava dibêje ku li hemberî hev rêzgir bin, diyalog û rêveberiya xwecihî. Ev yek dê gelên Tirkiyeyê xurt bike û modela civaka demokratîk e. Lewma jî diyaloga Tirkiyeyê ya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bandoreke erênî ava bike û bi her kesî bide qezenckirin. 
 
HER GAV JI BO AZADÎ, AŞTÎ Û WEKHEVIYÊ HATE AVÊTIN 
 
Fînala meşa ‘Em bi hêvî ber bi azadiye ve dimeşin’ îro bi daxuyaniyeke li pêşiya Girtîgeha Sîncanê û bi daxuyaniya li Guven Parkê domiya. Her gava hatiye avêtin ji bo azadî, aştî û wekheviyê hate avêtin. Ji bo jin êdî neyên qetilkirin, neyên hejarkirin, keda wan neyê xwarin û zimanê wan neyê qedexekirin hate avêtin. Ji bo rakirina astengiyên li pêşiya aştiya birûmet a vî welatî hatin avêtin. Ji bo cîbicîkirina mafê hêviyê yê aktorê sereke yê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk birêzOcalan hate avêtin. Ji bo birêz Ocalan di şertên azad û wekhev de bikare rola xwe bilîze hate avêtin.” 
 
 

Sernavên din

13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke HATE NÛKIRIN
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
11:29 Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
11:03 Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
10:50 HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
10:08 'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'
09:52 ‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’
09:29 Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê derket
09:15 Hevserokê KNK'ê: Dê komplo bi yekîtiya neteweyî bi temamî pûç bibe
09:00 ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN
04/10/2025
18:52 Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin
17:20 Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn
16:57 Tûrhanê ku ji girtîgehê derket: Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e
16:37 Kongra Star: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe
16:08 Li Pîranê şewat
16:01 Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir
14:56 'Platforma Şiyar Be ya Şirnexê' hat avakirin
14:05 Nagîhan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
14:00 ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn
13:27 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser hevdîtinên temam kirin
13:22 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn
12:48 Jinan li Dîlokê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:37 DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
11:07 Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye
09:44 Xwendekarên Zanîngehê li gel xwendinê ji bêgavî dixebitin
09:33 Ji ber ziwabûnê randiman kêm bûye
09:17 Muteahîdê ku bû sedema mirina 39 kesan li Zîlanê xwezayê talan dike
09:09 Ji Hamasê der barê 'plana Xezeyê' de daxuyanî
09:04 Girtiyan dixin hucreyan û bi dedektroan li ser wan digerin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2025'AN