Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan

img

ENQERE – Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’ê Îlhan Ongur, diyar kir ku êdî girtiyên nexweş piştî ku dikevin rewşa ku nikarin bên tedawîkirin tên berdan û di serlêdanên ku dikin de jî bersiveke yekrêzî digirin. 

Pêkanînên li dijî girtiyên nexweş dibin sedem ku cenazeyê girtiyan ji girtîgehan derkevin. Ji bo berdana girtiyên nexweş şerteke ku rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya girtî “nikare di girtîgehê de bimîne”  hebe. Rexmî vê raporê jî gelek girtiyên nexweş ji aliyê dozgerên girtîgehan ve bi hinceta “ji bo ewlehiya dewletê gef in” nayên berdan. Ev jî dibe sedem ku girtî jiyana xwe ji dest bidin. Herî dawî girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî di 25’ê tebaxê ji Girtîgeha Sîncanê hat berdan. Lê piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da.
 
SERLÊDANÊN GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Îlhan Ongur, pêvajoya ku ji bo berdana girtiyên nexweş bi rê ve dibin û polîtîkayên ku dimeşînin nirxand. Ongur, da zanîn ku herî zêde girtiyên nexweş serî li wan didin û wiha got: “Girtiyên rewşên wan giran nayên tedawîkirin, di dema xwe de wan nabin nexweşxaneyê, daxwazên wan ên paşdexistina înfazê nayên qebûlkirin, girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe bijîn bi raporên ATK’ê li girtîgehan tên girtin û tenê bijîjken revîran li wan dinerin û dermanên êşbirê didin wan. Têkildarî van mijaran serî li me didin.”
 
BERSIVA BI YEK RÊZΠ
 
Ongur, da zanîn ku serlêdanên ku ji girtiyan digirin ji Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê, Miduriyeta Giştî ya Girtîgeh û Malên Tewqîfê û Wezareta Tenduristiyê re radigihînin û têkildarî mijarê ev tişt got: “Ji serlêdanên ku em ji bo lezkirina pêvajoya hiqûqî û taloqkirina înfazê dikin re jî bi yek rêzî bersiv didin. Tenê dibêjin kirariyên têkildarî girtiyên nexweş tên kirin û tên berdewamkirin…Ji bilî vê tê agahî nadin. Herçiqas bê gotin ku ji bo girtiyên nexweş kirarî tên kirin jî di hevdîtinên ku bi girtiyên nexweş re tê kirin de em dibinin ku ev kirarî nayên kirin û demeke dirêj tên rawestandin. Heta em dibinin ku rewşa girtiyên nexweş giran dibe.”
 
DAXWAZA TEDAWIYA LI NEXWEŞXANEYÊ 
 
Di berdewamê de Ongur, destnîşan kir ku dema girtiyan dibin nexweşxaneyê wan 14 rojan dikin qawişa qarantînayê û ev bandoreke neyînî li girtiyên nexweş dike û wiha pêde çû: “Ji ber vîrûsa koronnayê demeke dirêj girtiyên nexweş nebirin nexweşxaneyê. Ji ber vê rewşa wan giran bû. Piştre wan bi wesayîta rîngê birin û destê wan kelemçekirî mieyne kirin. Dema vegerê jî wan dikin qawişên qarantînayê. Liv ir nikarin bi tena serê xwe bijîn. Ev hê bêtir bandor li tenduristiya wan dike. Ji ber vê em di hemû serlêdanên xwe de daxwaz dikin ku tedawiya girtiyên nexweş li nexweşxaneyê bê kirin.”
 
BANGA HESTYARIYÊ
 
Têkildarî dema berdana girtiyên nexweş jî Ongur, bi lêv kir ku girtî pîştî ku nikarin bên tedawîkirin tên berdan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dema ku dikevin rewşa ku wê jiyana xwe ji dest bidin tên berdan. Rexmî ku qanûn heye jî infaza girtiyên nexweş nayê taloqkirin. Desthilatê girtiyên nexweş kiriye mijara bazariya siyasî. Dewlet berpirsyariyên xwe yên pozîtîf bi cih nayne û ji ber vê ji şertê dewleta hiqûqê dûr ketiye. Ev pergaleke kêfî ye û bi awayekî aşkera hiqûq pêk nayê. Ev ne rewşeke ku bê qebûlkirine. Çi dibe bila bibe mafê mirov pîroz e û di çarçoveya mafê jiyanê de divê dewlet berpirsyariya xwe ya pozîtîf bi cih bîne. Em banga bicihanîna vê berpirsyariyê dikin. Ji bo girtiyên nexweş di şertên tendurist de bên tedawîkirin divê rayedar hestyar bin.”
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

12/09/2021
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin
14:52 Wê li Sêrtê şahiya ‘Dema Azadiyê’ were lidarxistin
14:27 Li Enqereyê Hevseroka HDP’ê hat revandin: Tu yê çavê xwe li Cerablûsê vekî
14:21 ‘Ocalan dengê azadî û çareseriyê ye’
14:06 Li 9 gundên qedexe lê hat ragihandin şewat derket
13:46 Li çoltera Hawêlê agir bi daristanê ket
13:45 Xizmên Windayan: Divê edalet pêk were û şîna me bi dawî bibe
13:44 Dayikên Şemiyê: Darbeya 12’ê Îlonê ku şerma dîrokê ye berdewam dike
12:42 Li Îdlîbê 2 esker hatin kuştin
12:03 Malbata Şenyaşar: Helbet wê ev zilm li cihekî bisekine
11:56 Ava bendavê kêm bû û hestî derketin
11:46 Endamên Meclîsa HDP civiyan: Rêxistinkirina gel şert e
11:33 Duh li dijî 12’ê Îlonê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe dide
11:18 TJA’yê ji bo Ayşe Gokkan banga piştevaniyê kir
10:06 Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan Aysel Tûglûk
09:52 Parêzerê doza helîkopterê: Dixwazin bi dirêjkirina demê delîlan reş bikin
09:52 Li Qoserê 200 dar kirin qurbana asfaltê
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 289'emîn de dewam dike
09:11 Birayê Servet Tûrgût: Ji ber ku em Kurd in ev zilm û neheqî li me dibe
09:09 ‘Qeyûm parçeyek Plana Hilweşandinê ye’
09:08 Kizil ê di 12’ê Îlonê de li Hejmara 5'an girtîbû: Têkoşînê ez li ser piyan hiştim
09:06 Qezenca esnafan ji sedî 20’an daketiye ji sedî 2’yan
09:04 Amedî: Wê daxistina benda hilbijartinê jî Tifaqa Cûmhûr xelas neke
09:02 Tirkiye dixwaze penaberên Efxan li gundên vala kirine bicih bike!
09:00 Astengiya li pêşiya aştiyê: Pergala înfaza Îmraliyê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2021'AN
10/09/2021
17:03 Li Wanê xwendekarek hat girtin
16:57 Kesê ji doza malbata Dîrîl girtibû hat berdan
16:10 Li ser derenca dibistanê 'Ya tirkî biaxive ya jî bêdeng be' hat nivîsandin
15:25 Komkujiya 10'ê Cotmehê di meha 71'emîn de ye
15:04 Biryara grevê bi buroya AFP'ê ya Tirkiyeyê ve hat daleqandin
14:50 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî fihûş û tiryakê kampanya da destpêkirin
14:39 Dozger xwest kujerê Mîroglû bê girtin lê dadgehê ew berda
14:12 Mîraçê biçûk ku bisiklêta wî dabeşî 3 parçeyan bû ‘biqisûr’ hat dîtin!
13:51 Bi angaşta ku 'heqaret' li Soylû kiriye Emîne Şenyaşar îfade da
13:33 Li Girtîgeha Amedê ya Zarokan tundî li zarokên girtî hatiye kirin
12:34 Bûldan: Wê jin bibin xwediyê herî bi hêz ê deklarasyonê
12:05 Herêma ku balafirên şer bomberbaran kir 4 roj in dişewite
10:20 Piştî şerê li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin
10:18 Gelek rêveber û endamên ESP’ê hatin binçavkirin
10:01 Sê girtiyên nexweş di qawişa ku cihê bêhnvedanê nîne de tên girtin
09:58 Emîne Şenyaşar wê kujerên malbata xwe ji dozger û dadgeran bipirse!
09:23 Qeyûm li Qoserê nîvê şevê dar birîn
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 288'emîn de dewam dike
09:21 Prz. Emekçî: Di kesayeta Ocalan de Tirkiyê tecrîd dikin
09:20 Dosyeya lêpirsîna du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin salek e veşartî ye
09:20 3 dozên wesayîtên zirxî: Yek revandin, yek sekinandin, yek jî astengkirin
09:09 Cenazeyê ku 450 gram maye 127 roj in nadin malbatê
09:08 Ji bo îşkenceyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
09:07 Rêxistinên Sivîl ên Amedê ji bo hilbijartina pêşwext çi dibêjin?
09:07 Di dosyeya ku dadgeha eskerî girtibû de, Tirkiye hat mehkûmkirin
09:06 Hinceta nû ya girtinê: Ji ber ku Colemêrg di navbera du sînoran de ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2021'AN
09/09/2021
20:17 Danişîna hevserokên HDP’î hat dîtin
16:27 Li Qoserê gundekî din jî xistin bin karantînayê
16:20 Şebekeya avê ya MARSÛ’yê dîsa xera bû
16:19 Ajokarê TIR’ê yê di bin bar de ma jiyana xwe ji dest da
16:17 Xelkê Fîskayayê li dijî hilweşandinê civiyan
15:21 Rapora ÎHD’ê ya maşîneyên zirxî: 22 jê zarok 42 kesan jiyana xwe ji dest dane
15:12 Keskîn a ku polisan tundî lê kiribû: Em ê serî netewînin
15:11 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:08 Ferît Şenyaşar: Divê doz ne li me li kesên komkujî pêk anîne were vekirin
14:28 Li Elkê 8 kes hatin binçavkirin
13:40 Daxwaza girtina bersûcê îstîsmara zayendî hat redkirin
13:35 Ji mutehîtan biryara boykotê: Lêkirina avahiyan rawestiya
13:35 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:17 Îranê herêmên Biradost û Balekayetî bombebaran kir
12:41 Li Licê gengeşiya DEDAŞ'ê
12:10 Ji ber nexweşiya hebxuriyan 15 rojan têketina sewalan a Dihê hat qedexekirin
12:05 Hunermendê gelê xwe: Yilmaz Guney
11:52 Dosyeya Ayla Akat Ata bi dosyeya Kobanê re kirin yek
10:58 Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve
10:33 Li Emîne Şenyaşar a ku li edaletê digere doz hat vekirin!
10:30 Li Çiyayê Gabarê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:10 Bavê ku çavê wî nabînin 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe
09:23 Piştî sê salan doz li du HDP’iyan hat vekirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 287'emîn de dewam dike
09:02 Şaredariya AKP’î îhaleya 21 mîlyonî da fîrmaya serokê xwe
09:02 Di konên rêxistinên sivîl de her roj 200 kes derzî dibin
09:01 Cihê bazarê ji kurdan girt, da xizmên xwe
09:01 Şeniyên taxa ku Mîroglu lê hat qetilkirin: Giliyên me hatin paşguhkirin
09:00 Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
09:00 Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin
09:00 Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin