Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye

  • rojane
  • 10:21 11 Çile 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Weysî Tallî ku ambargoya li ser wargeha Mexmûrê nirxand û diyar kir ku NY li gorî raporên ku Tirkiye û PDK amade dikin gav davêje lê divê NY bixwe bê li wargehê çavdêrî bike. 
 
Wargeha Mexmûrê ku li navçeya Mexmûrê ya girêdayî bajarê Misûlê yê Iraqê hatiye avakirin, 2 sal in di bin ambargoyê de ye. Mirovên ku di navbera salên 1993 û 1995'an de ji ber ferzkirin cerdevaniyê û valakirina gundan piraniya wan ji Şirnex û Colemêrgê koçber bûna li vê wargehê bi cih bûne. 12 hezar welatî li wargehê dijîn. Wargeh di sala 1998'an de ket bin sîwana Neteweyên Yebûyî (NY). Di sala 2014'an de dema ku DAIŞ'ê ket Misûlê saziyên NY û Iraqê wargehê terk kiribûn. Piştî ku nûnerên NY'yê terka wargehê kirin wargeh bû hedefa êrişên DAIŞ û Tirkiyeyê. Hewldanên êrîşan ên li dijî wargehê tenê bi leşkerî di heman demê de bi ambargoyan jî didomin. Piştî êrişa ku di 17'ê tîrmeha 2019'an de li dijî 3 peywirdarên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ambargo danî ser wargehê. Ev ambargo ji wê demê ve didome. Herî dawî di 27'ê kanûna 2021'an de hêzên Iraqê hewl dan dora wargehê bi têlan bigirin. Piştî bertekên kesên li wargehê ev hewldan hat bidawîkirin. 
 
Rojnameger Weysî Talî ku li Herêma Kurdistanê dijî û geşedanên li Wargeha Mexmûrê ji nêz ve dişopîne, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
 
SEDEMA AMBARGOYÊ DAXWAZA TIRKIYEYÊ YE
 
Weysî Tallî, diyar kir ku ji avakirina wê ve ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê didome û herî dawî jî ji aliyê PDK'ê ve ambargo li ser wargehê hatiye danîn û wiha got: "Rexmî hemû hewldanên dîplomatîk jî heta niha tu hinceteke fermî ji bo ambargoyê nehatiye pêşkêşkirin. Her çiqas ji bo ambargoyê bûyera li Hewlerê bê nîşandan jî sedema bingehîn ne ew e. Sedema bingehîn daxwaza Tirkiyeyê ye. Piştî ambargoyê mexmûriyên ku li Hewlêr, Duhok, Zaxoyê dixebitîn ji karên xwe hatin derxistin. Di vê pêvajoyê de nêzî 3 hezar karker ji kar hatin derxistin. Welatiyên ku ji ber sedemên siyasî ji Tirkiyeyê hatibûn Başûr jî destûrên wan hatin betalkirin û hatin dersînorkirin."
 
PERWERDE Û TENDURISTÎ
 
 
Tallî, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê yên li Wargeha Mexmûrê û têkildarî mijarê ev tişt got: "Bi taybetî mafê xwendinê yê xwendekaran ji wan hat girtin. Hema bibêje xwendekarên ku nasnameya wan a NY'yê heye jî nikarin li Hewlerê biwînin. Her çiqas hin deman ji bo xwendekaran nermbûn çêbû jî di vê pêvajoyê de sîxurtî li xwendekaran hat ferzkirin. Hewla astengkirina anîna ziman a nêrîna xwendekaran hat astengkirin. Ji xwendekaran re tê gotin, 'Hûn ê tevlî tu çalakiyê nebin û dema ku li derdora we geşedanek çêbû hûn ê agahî bidin me. Heke nebe em ê destûr nedin ku hûn bixwînin'. Nexweş jî ji vê ambargoyê gelek bibandor dibin. Li gorî qanûnên navneteweyî mafê tenduristiyê tu demê nayê astengkirin lê vî mafî ji kesên ku li Wargeha Mexmûrê dijîn hat girtin. Ji ber ku hatin astengkirin du jinan di ber zayînê de jiyana xwe ji dest dan. Nexweş bi saetan di nuqteyên kontrolê de tên rawestandin."
 
ARMANCA AMBARGOYÊ
 
Di berdewamê de Tallî, da zanîn ku armanca ambargoya li ser Wargeha Mexûrê ji hev belavkirina wargehê ye û wiha pêde çû: "Tirkiye 5 caran bû hedefa êrişên Tirkiyeyê yên bi SÎHA'yan. Li dijî van êrişan ne Hikûmeta Iraqê ne jî PDK'ê bertekeke bimicid nîşan nedna. Armanca Tirkiyeyê ji hev belavkirina wargehê ye. Hewl dide vê bi PDK'ê û tirkmenan bike. Di vê çarçoveyê de gelek kesên li wargehê dijîn hatin binçavkirin û sîxurtî li wan hat ferzkirin. Bi vê ambargoyê hewl hat dayîn wargeh bê valakirin. Ji ber ku welatiyên li wargehê bibiryarên ku li vir jiyana xwe bidomînin hewl dan ku derdora wan bi têlan bigirin. Vê jî xwestin bi destê Hikûmeta Iraqê bikin. Bi berteka bihêz a gel ev hewldan hat sekinandin."
 
XEMSARIYA NY'YÊ YA JI BO WARGEHÊ
 
Tallî, herî dawî ev tişt got: "Di vir de tişta herî girîng bêdengiya NY'yê ya li dijî van hewldanan e. Mirovên li wargehê ji aliyê NY'yê ve weke penaberên siyasî hatine naskirin. Divê NY li dijî her cure êrişê parastina kesên li wargehê bike. Lê NY bêdengiya xwe ya li dijî êrişên Tirkiyeyê û pêvajoya ambargoyê didomîne. Ev jî nîşan dide ku NY perçeyeke vê planê ye. NY li gorî raporên ku Tirkiye û PDK amade dikin gav davêje lê divê NY bixwe bê li wargehê çavdêrî bike. Heta îro NY ne li dijî hewldanên Hikûmeta Iraqê ne jî li dijî hewldanên rêveberiya PDK'ê helwesteke zelal dananiye holê."
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

14/01/2022
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê
19:14 Gergerlîoglû têkildarî kuştina Elnaîf pêşniyazpirsek da ber wezaretê
18:44 Li dijî nijadperestiyê banga ji bo têkoşîna hevpar
17:58 Komîsyona Têkel, dê di 20'ê Çileyê de ji bo Guzelê kom bibe
17:47 Li Wanê lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan hat qedexekirin
17:24 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
17:14 Hard dîskê ku delîla herî girîng a cînayeta Elçî bû vala derket
16:59 Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin
16:27 Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn
16:23 Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 12’emîn de ye
16:02 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
15:29 Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
15:22 SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:18 HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye
15:08 Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû
15:07 ‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’
14:31 Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest
14:02 Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş
13:39 Di doza Elçî de şahid nav da: Dozger Karaca min araste kir
13:11 Li Semsûrê 2 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin
11:29 Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê
11:13 Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir
11:12 Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin
10:44 Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim
10:37 Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin
10:18 HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin
09:37 Li Wanê mirina biguman a jinekê
09:09 Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike
09:09 Biryara Dadgehê ya ji bo kuştina Kemal Kûrkût: Tu qisûr tune
09:09 ‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe'
09:09 Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin
09:09 Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye
09:09 Eşyayên girtiyan nadin wan
09:09 Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’