NAVENDA NÛÇEYAN - Mahmoud Patel ê ku li Efrîqaya Başûr piştî pêvajoya aştiyê dev ji têkoşîna çekdarî ber da û bû akademisyen, got li Tirkiyeyê ji bo serketina pêvajoya aştiyê divê Abdullah Ocalan bê berdan.
Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehata 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyeyê dest pê kir, di 27 saliya xwe de ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî ji Sûriyeyê derket, di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê. Komploya ku bi koordînatoriya Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) dest pê kir, welatên wek Almanya, Ingilistan, Îsraîl, Yewnanistan, Erebistana Siûdî, Misir, Îran, Fransa, Îtalya, Hollanda, Rûsya, Swîsre û Kenya jî beşdar bûn.
Abdullah Ocalan, ji dîroka anîn Tirkiyeyê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Di vê pêvajoyê de tecrîda li dijî Abdullah Ocalan roj bi roj girantir bû. Têkoşîna wî ya di mercên tecrîda giran de tu carî kêm nebû. Gelê Kurd û dostên wan 27 sal in li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têdikoşin.
Herî dawî di 10’ê Cotmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê kampanyayek hate destpêkirin. Kampanyaya ku pêşengiya wê nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û parêzvanên mafên mirovan kir, hêj didome.
Hevserokê Koma Çalakiya Mafê Mirovan a Kurdan a li Efrîqaya Başûr (KHRAG) Mahmoud Patel, piştevanê kampanyayê ye. Patel, li Efrîqaya Başûr li dijî rejîma nîjadperest tev li têkoşîna çekdarî bûye û piştî pêvajoya aştiyê vegeriyaya welatê xwe û bûye akademîsyen.
Patel, bal kişand ser wekhevbûna rewşa Nelson Mandela yê ku li dijî rejîma nîjadperest têkoşiyaye û piştî 27 salan li girtîgehê mabû û wek serokkomarê welat hatibû hilbijartin û rewşa Abdullah Ocalan û got: “Her du rêberên gelê xwe ne.”
PÊVAJOYA EFRÎQAYA BAŞÛR
Patel, destnîşan kir ku Ocalan jî wek Mandela li dijî tundî û zextan têkoşiyaye û piştre ji aliyê dewletan hatine girtin. Patel, wek “Du rêberên parêzvanên heqîqet û edaletê” binav kir û rave kir ku ku li Efrîqaya Başûr, bi tundiyên rejîma apartheid re, gelê Kurd jî piştî Peymana Lozanê bi “qirkirineke sîstematik” re rû bi rû mane û wiha axivî: “Rêzdar Mandele piştî bi hevrêyên xwe re bêşert ji girtîgehê hate berdan bi dewleta apartheid re bi awayeke fermî dest bi guftûgoyan kir. Rêber Apo hêj li Girava Îmraliyê ye û li Tirkiyeyê pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Komîsyon jî hate avakirin. Ev rewş hêvîbexş ê lêbelê em niha reşbîn in. Lewre hêj AKP’ê û dewleta Tirk gaveke şênber neavêtine.”
Patel, qala pêvajoya çareseriyê ya li Efrîqaya Başûr kir û anî ziman ku piştî berdana Mandela dewletê qanûnên xwe yên nîjadperest ji holê rakirine. Herwiha Patel, diyar kir ku Ocalan bang kiriye lê hêj nehatiye berdan û wiha pê de çû: “Ev mentiqeke çawa ye? PKK, li ser daxwaza Rêber Apo xwe fesix kir û dawî li şerê çekdariyê anî. Li Efrîqaya Başûr me tavilê dev ji çekdariyê berneda. Me têkoşîna çekdarî di sala 1990’an de rawestand. Heta aştiyek rast an temînat me bi dest xist, me domand. Têkoşîna me ya çekdarî di sala 1990’an de 3 sal piştî guftûgoyan derbas bû me bi dawî kir.” Patel, rave kir gavên Ocalan û PKK’ê ji hemû têkoşînên cîhanê cuda ye.
‘DIVÊ OCALAN SERBEST BE’
Patel, diyar kir ku divê Ocalan karibe bi her kesê re peywendiyê çêbike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek gelê Efrîqaya Başûr ku me azadiya xwe piştî têkoşîna çekdarî bi rêya guftûgoyan bi dest xistiye, em banga berdana Rêber Apo dikin. Divê rêzdar Ocalan û hemû girtî serbest bên berdan. Divê astengiyên li pêşiya aştî û diyalogê bên rakirin û gelê Kurd di mekanîzmayên biryardayînên Tirkiyeyê de cih bigirin.”
‘EZ XIZMETA WELATÊ XWE DIKIM’
Patel, bal kişand ser rewşa PKK’iyan û Kurdên dîasporayê û ev tişt got: “Gerîlayên Efrîqaya Başûr û yên mişextî, vegeriyan welat. Hevrêyên me yên li Rûsya û li Kubayê vegeriyan Efrîkaya Başûr. Gelek ji wan beşdarî artêşa welat bûn, hinek jê bûn wezîr, di kabîneyê de cih girtin. Hinek ji wan bûn dadger û parêzer. Ez û ciwanên ku di salên 70-80’an tev li têkoşîna çekdarî bûbûn, vegeriyan. Niha ez akademîsyen im. Ez bi vî rengî ji welatê xwe re xizmetê dikim. Lê gerîla (PKK) dê rewşa wan çi bibe? Dê rewş Kurdên li Ewropayê çi bibe? Dê karibin vegerin mala xwe. Dê karibin ku bi awayeke bi rûmet di pêşeroja Tirkiyeyê de cih bigirin?”
Patel, diyar kir ku divê hêzên navneteweyî ji bo têkoşîna mafê Kurdan tundiyê li Tirkiyeyê bikin. Patel, rave kir ku gelê Efrîqayê li dijî mêtingeriyê têkoşiyane ji ber vê yekê bawerî bi hêzên navneteweyî nayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dizanin ku divê tundî li wan bê kirin.”
MA / Hîvda Çelebî