‘Rejîma Sûriyeyê û Tirkiye nahêle alîkarî derbasî Rojava bibin'

  • rojane
  • 09:03 13 Sibat 2023
  • |
img
RIHA - Nûçegihanê Ronahî Tv’yê Zekeriya Şêxo diyar kir ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ku ji erdhejê bibandor bûn, rejîma Sûriyeyê bi rêya astengkirina alîkariyên Rêveberiya  Xweser, hewl dide gel neçarî koçberiyê bike.  
 
Di 6’ê sibatê de bi pileyên 7,7 û 7,6 li Bazarcix a Mereşê du erdhejên mezin çêbûn ku bandoreke giran li ser 10 bajaran û gelek bajarên Sûriyeyê kir. Li gorî daneyên dawî yên rejîma Sûriyeyê, di encama erdhejê de herî kêm 3 hezar û 581 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 348 kes jî birîndar bûn. Hêj niha jî di bin kavilên avahiyan de gelek mirov hene. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ku gelemperî kurd lê dijîn jî ji erdhejê bandor bûn. Di erdhejê de li taxên navborî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re gelek caran hewl dide alîkariyê derbasî herêmê bike lê belê rejîma Şamê destûrê nade. 
 
Nûçegihanê Ronahî TV’yê Zekariya Şêxo tekîldarî rewşa dawî ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi ajansa me re axivî. 
 
Şêxo, diyar kir ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê gelek avahî hilweşiyane û wiha got: “Gelek kes piştî erdhejê di konan de dijîn. Hinek kes jî neçar man ku koçî herêma Şehbayê bibin. Yên koçber nebûyîn jî di bin konan de dijîn. Pêdiviya gelên li Şehba û Helebê bi sotemeniya Rêveberiya Xweser heye. Lê rejîm nahêle ev alîkarî derbasî Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bibin. Pêdiviya gelên li van herêman dijîn bi kon, sotemenî û tiştê jiyanî heye. Rejîma Sûriyeyê destûrê nade ku ev alîkarî bigihijin gel.” 
 
‘KURDAN NEÇARÎ KOÇBERIYÊ DIKIN'
 
Bi domdarî Şêxo destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyeyê  hewl dide vê erdhejê ji hêla siyasî bi kar bîne û wiha domand: “Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji ber ku taxên kurdan in, piştî erdhejê rê li pêşiya gel vekirin ku derbasî Şehbayê bibin. Alîkariya Rêveberiya Xweser ku ji bo erdhejê li gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiye re dişîne jî asteng dikin. Hikûmeta Sûriyeyê dixwaze rê li ber koçberkirina kurdan veke."
 
‘RÊVEBERIYA XWESER HETA ASTEKE DIKARÊ DIBE ALÎKAR’
 
Di berdewama axaftina xwe de Şêxo diyar kir ku Rêveberiya Meclisa Giştî ya Helebê ji şêniyên taxan re dibin alîkar û wiha pê de çû: “Li gundê Bino yê Taxa Şêxmeqsûd bi navê Rêber Apo kon hatine vedan. Ji bo gel kon hatine vegirtin û pêdiviyên weke nan, av û betaniyeyan dabîn dikin. Lê ji ber ku rejîm alîkariyên Rêveberiya Xweser asteng dike, heta astekî dikare bibe alîkar. Li rojhilatê Taxa Şexmeqûsd û Eşrefiyeyê gelek avahiyên xesar gihiştinê hene. Lewma gel nikare derbasî avahiyên xwe bibe. Kesên xesar gihiştiye malên wan, derbasî cem xizmên xwe dibin.”
 
‘DEWLETA TIRK ALÎKARIYÊ ASTENG DIKE’
 
Şêxo anî ziman ku navçeya Cindirês a Efrînê jî ji erdhejê bandor bûyê û axaftina xwe wiha qedand: “Bandoreke giran li ser Cindirêsê çêbû. Ev çar roj in Rêveberiya Xweser jê re alîkariyan dişîne. Lê dewleta tirk a dagirker û rejîma Sûriyeyê nahêle derbasî Cindirêsê bibin. Li wir gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek birîndar hene û gelek xanî hilweşiyane.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

15/02/2023
11:01 ‘Dinya bi balafiran alîkariyê dişînê lê dewleta tirk fûzeyan li Rojava dibarîne’
10:48 Dewlet 4 roj şûnve çûye hawarê: Qerisîn û canê xwe ji dest dan
10:23 Bi destên xwe korîdora jiyanê vekir û tevahiya malbata xwe rizgar kir
10:06 ‘Tîp’ên ku rojê nabînin: Ji Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû
09:58 ‘Hêza kurdan heye ku Abdullah Ocalan azad bikin’
09:57 Ji bo zarokên mexdûrên erdhejê kampanya ‘Konê Lîstikê’ hat destpêkirin
09:24 Înfaza girtiyê nexweş ku 30 sal in girtî ye bi hinceta 'ne poşman e' şewitandin
09:05 Xetereya ku li benda zarokên mexdûrên erdhejê ne
09:05 Li Sêrtê seferberiya piştevaniyê didome
09:05 Saziyên Çand û Ziman: Em xwedî li hev derdikevin
09:02 Ev 7 sal in nikare li wêneyê kurê xwe yê ku hatiye qetilkirin binêre
09:01 Mehmet Dag ê 34 sal di girtîgehê de ma: Abdullah Ocalan sosyalîzmê zindî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2023'YAN
14/02/2023
23:59 Jina 77 salî piştî 210 saetan bi saxî ji bin kavilan hat derxistin
22:22 Li Semsûrê zarokekî 12 salî ji bin kavilan hat rizgarkirin
21:39 Jinan komploya 15'ê Sibatê protetso kir
21:28 Îdianameya der barê teqîna Taksîmê de hat amadekirin
21:06 Ji girtîgehê peyama erdhejê: Serê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê sax be
21:02 Muteahîdên avahiyên hilweşiyayî hatin binçavkirin
20:42 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 11 hezaran derbas kir
20:26 Li Osmaniyeyê dest bi xerakirina 200 avahiyên zêde bixesar hat kirin
20:19 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan: 35 hezar û 418
20:13 Sancar: Berpirs û kiryarê sereke yê karesatê desthilat e
19:23 Barzanî tevî AKP'iyan serdana herêma erdhejê kir
19:16 Mexdûrê erdhejê ku eşyayê xwe ji avahiya xesardîtî derxist: Bawerî bi desthilatê nemaye
19:04 ECW dê alîkariya zarokên sûriyeyî yên bandor ji erdhejê girtine bike
18:44 Ji Medya Haberê ji bo mexdûrên erdhejê bernameya taybet
18:33 WHO: Em bûn şahidê karesata herî xirab a sedsalê
18:23 Tenduristkara li herêma erdhejê: Bila Serokkomar bê vir
18:18 Baroya Êlihê giliyê berpirsên erdhejê kir
16:59 Li Meletiyê sîteya bixesar hate hilweşandin
16:58 ‘Bila girtî û malbatên xwe yên li herêmên erdhejê agahî ji hev bigirin’
16:58 26 fezlekeyên parêzbendiyê ji Meclisê re hatin şandin
16:43 UNÎCEF: Li Tirkiye û Sûriyeyê erdhejê bandor li 7milyon zarokan kir
16:35 Li Samandagê pirsgirêka hewînê: Di konteynirê de 35 kes dimînin
16:11 Li Rihayê welatî di konan de dimînin: Rewşa me rewşa şerpezebûnê ye
16:08 ‘Li Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê girtî terkî mirinê tên kirin’
15:56 Serokê MUSÎAD’ê yê berê Poyraz hate binçavkirin
15:55 Koordînasyona li Şirnexê banga piştevaniyê kir
15:48 Cara ewil HDP’ê xwe gihand gundên Battalgaziyê
15:39 Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir: Em ê hemû bi hev re birînên xwe bipêçin
15:26 HDP’ê giliyê berpirsyarên hilweşînê kir
14:43 Stûnên avahiya ku bû gora 50 kesan ji bo eywana sporê hatine birîn!
14:41 Endamê OHD’ê parêzer Serhan Ozdemîr jî bû qurbaniyê erdhejê
14:40 Sancar li Meletiyê ye: Her kavilek cihê sûc e
14:24 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 31 hezar û 974 kesan
14:22 Rapora pêşenirxandin a avahiyên hilweşiyayîn hate eşkerekirin
13:48 Bahçelî 9 roj piştre xuya kir û weke her carê dîsa gef xwarin
13:46 Li Amedê 20 avahî li ber hilweşînê ne!
13:42 Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê: Pêdivî bi dermanên êşbir heye
13:33 Xwendekarên ji KYK’ê hatin derxistin: Krîzê bi krîzeke din vedişêrin lê ev tiştekî bi aqilane nîne
13:22 Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê: Bila çekên kîmyewî bên lêkolînkirin
13:14 AKP di bin kavilan de ma: Bacên erdhejê bo rantê û alîgiran çûn
13:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 Leşkeran tundî li penaberê ji bo zarokên xwe yên di bin kavilan de alîkarî xwest kir
12:59 Bîlançoya 24 saetên dawî nehat parvekirin
12:18 Hiqûqnas li dijî îşkenceyê diçin herêma erdhejê: Bi OHAL’ê re zêde bûn
12:05 Ciwanê li Bazarcixê bi dilxwazî dixebitî: Gel tî û birçî ye
12:00 Li Amedê avahiya ku hat valakirin, hilweşiya
11:38 Hevserokên KNK'ê: Mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn Îmrali ye
11:22 Li Semsûrê dilxwazan bajarek ji konan ava kir û birînên mexdûran dipêçin
11:20 Gureşçî yê di binçavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin hate veşartin
10:28 Ji bin kavila Serîn 2’yê cenazeyê du kesan hate derxistin
10:20 Piştevaniya Mor li herêma erdhejê ye: Konê piştevaniya jinê ava kirin
10:18 Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz li Bazarcixê gund bi gund digerin
10:12 Kiliçdaroglû: Ji hilbijartinê direvin, divê demildest dîrok bê diyarkirin
10:09 Gundê ku 120 kesan lê jiyana xwe ji dest da ji holê rabû!
09:51 4 roj li benda rizgarkirinê man, lê qerisîn û canê xwe ji dest dan
09:30 AKP’ê li Silopiyayê ji ciwanan re zerf şand û deng xwest
09:14 Hevalê Bubo Taş ê têkoşînê: Li dijî rehawetê bû bersiv
09:03 Êzidiyên Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn
09:02 Emekçî: Sekn û berxwedana Ocalan komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2023''YAN
08:45 Roja 9’emîn a erdhejê: Xetereya şewbê belav dibe, xelk bajarên xwe diterikîne
08:40 Li Edeneyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin bidawîkirin
00:57 Di Sîteya Yagmûrê de 17 kes di bin kavil de ne
13/02/2023
23:38 Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinan hate avakirin
23:05 Polîsan li Colemêrgê wesayîta alîkariyê asteng kir
22:08 Li gundên Mereşê goristan jî xera bûne!
21:57 ‘Ji ber efûya îmarê keyfa me hat lê em ji canê xwe jî ji xaniyê xwe jî bûn’
21:17 Endamên Yekîtiya Karker û Kedkaran hatin binçavkirin
20:53 Mutehitê Apartmana Erdogan hate girtin
20:49 7 girtiyên ku bi hinceta serî rakirine hatin îşkencekirin, hatin sewqkirin
20:40 Li Amedê avahiyên li ber hilweşandinê hatin valakirin
20:34 Rapor tespîtkirina xesarê ya wezaretê: 33 hezar û 143 avahî pir xesar dîtine
20:18 'Bavê min heya roja 3'yan jî sax bû, roja 4'an ew derxistin'
20:16 HDP’ê têkildarî dîmenên îşkenceyê yên li herêma erdhejê gilî kir
19:59 Li Botanê 7 cenazeyên din hatin definkirin
19:26 Li Hatayê mutehitê avahiya hilweşiyayî hate binçavkirin
19:16 30 konteynerên ku ji aliyê HDP'ê ve ji bo herêma erdhejê hatin şandin hatin desteserkirin
18:45 Baroya Rihayê giliyê Umît Ozdag kir
18:41 Xelkê Nûrdaxiyê bajêr di terikîne
18:17 HDP’iyên kum zer li qadên kavila ne
17:59 Li Şirnexê gelek herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
17:09 Ji HDP'iyan serdana şînê
17:06 Ji rojnamegerên girtî peyama erdhejê
17:06 Meclisa Ciwanan a HDP'ê li Meletiyê kon danîn
16:53 Li Edene û Osmaniyeyê kavilên avahiyan tên rakirin
16:37 Ne mirin ne wêranî ne xema wan e!
16:20 Tenduristkaran li bloka nehilweşiyayî ya nexweşxaneyê dixebitînin