NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê hatine dayin de bal kişandin ser êrişên dewleta tirk û wiha hate gotin: “Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn.”
Bi boneya 10’emîn rizgarkirina navenda bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyanî hatin dayin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de kesên di parastina Kobanê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Serkeftina Kobanê bû destpêka têkçûneke erdnîgarî ya rêxistina terorîst a DAIŞ'ê, ku, bi têkçûna wê li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê tacîdar bû. Heke ne serkeftina Koban li dijî rêxistina terorîst bûya dê ev rêxistin heta roja îro ji bo hemû cîhanê metirsiyek berdewam mezin baya. Em dikarin bi wêrekî û zelalî bibêjin ku serketina Kobanê ne serkeftineke herêmî bû, lê serkeftineke ji bo tevahiya cîhanê bû, ji ber ku Kobanê rê vekir ku cîhan ji rêxistina terorîst a herî xirab a ku mirovahiyê nas kiriye xilas bibe. "
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên berdewam ên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li dijî Kobanê û wiha hat domandin: “Îro piştî deh sal ji salvegera serkeftina berxwedana Kobanê, ku em û cîhana azad vê salvegera bi rûmet pîroz dikin û bibîr tînin, keleha berxwedanê Kobanê niha rastî êrişên hovane yên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê. Ev êriş kopiyeke dubare ya êrişên rêxistina terorîst a DAIŞ'ê ne, dibe ku nav cuda be lê armanc yeke, ew jî têkbirina vîna azad a li Kobanê û tepisandina dengê berxwedana wê ye ku cîhan pê matmayî ma.
Helbet heke dewleta Tirk a dagirker êrişek li dijî Kobanê bike; bê guman em ê berxwedaneke ji ya ku me di salên 2014 û 2015’an de li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê pêk anîbû, xurtir bikin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi biryar e ku Kobanê û gelê wê ji hemû êrişên ku ji kîjan alî ve pêk bîn, biparêze.
Em bang li hemû gelên azad, welat, rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û rê li ber her êrişeke li dijî bajarê Kobanê bigirin.”
YPG: EM Ê GELÊ XWE BI RUHÊ KOBANÊ BIPARÊZIN
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî ev daxuyanî da: "Em îro dehemîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi bîr tînin û pîroz dikin ku ew di şerê cîhanî yê li hember DAIŞ'ê kêliyeke bêhempa bû. Di sala 2015'an de, di encama şerekî giran a ku bi mehan berdewam kir, hêzên YPG û YPJê tevî hevalbendên xwe û gelê Rojava, çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê derxistin. DAIŞ'ê hemû dinya terorîze kir, êriş bir ser gelek welatên dinyayê; ji ber vê sedemê berxwedana Kobanê ne tenê Rojava; bi tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ji vê xeteriyê azad kir.
Kobanê bi qasî serkeftinek leşkerî, sembola berxwedêrî û azweriya gelê Kurd û hemû gelên herêmê ye. Ew navenda şer bû di navbera rûmeta mirovahî û azadiyê, û hêzên talanker ên paşverû de. Di dirêjahiya dorpêçkirina Kobanê de, DAIŞ'ê bi rengekî eşkere ji sînorên Tirkiyê çek û alav derbas kir, her wiha çekdarên xwe bi piştevaniya dewleta Tirka dagirker anî herêmê. Lê tevî vê jî li Kobanê koma çete têk çû û hemû cîhan dît ku ew dikarin werin têkbirin. Ew berxwedan raber kir ku yekitî û hevgirtina gelên herêmê dikare li dijî terorîzmê bi ser bikeve.
Li gel ku em vê roja girîng pîroz dikin, li aliyê din êrişên dewleta dagirker ên li ser herêmên me û bi taybetî li ser Tişrîn û Qereqozaqê didomin. Em vê êrişkariyê weke berdewamiya êrişa li ser Kobanê dibînin û bi heman ruhê berxwedana bersivê didin van êrişan. Ev êriş ne tenê aramiya herêmê têk dibe, di heman demê de şert û mercên guncaw ji bo veger û xwe ji nû ve rêxistinkirina DAIŞ'ê ava dike. Êrişên li ser navendên ewlehî û binesaziya jiyana gel, pergala ku me bi xwîna bi deh hezaran şehîdan ava kiriye tehdît dike. Em bang li hemû kes, sazî û netewên ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de li kêleka me sekinîn dikin ku li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî xwedî helwest bin.
Em bi vê boneyê şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr tînin ku fedakariya wan hişt ku em di şerê xwe yê azadiyê de bi ser bikevin. Em vê rojê li gelê xwe li hevrêyên xwe yên ku li bendava Tişrînê li ber xwe didin pîroz dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê heya dawiyê parastina gelê xwe û xaka xwe bikin."
KOMBÛNA JINAN A ZENUBYAYÊ
Kombûna Jinan a Zenubiyayê jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di 10’mîn salvegera rizgarkirina Kobanî de, em bi rêzdarî li pêşber berxwedana we ya efsanewî bejna xwe ditewînin. 10 sal derbas bûn hîna jî vedenga qehremaniya we li seranserê cîhanê deng vedide. Jinên Kobanê afirînerê jiyanê ne, berxwedana we ya mezin rêya me ya ber bi siberojeke geş ronî dike. Her wiha destnîşan kir ku berxwedana Kobanê bingeha berxwedana bendava Tişrînê ye. Di vê salvegerê de em soza xwe nû dikin ku em ê bi fedekariya şehîdên xwe re dilsoz bin û heta serketineke bi rûmet em ê li ser rêya azadiyê berdewam bin. Em di wê baweriyê de ne ku neheqî wê ji holê rabe, rastî wê bi ser bikeve.”