Mehmet Ocalan: Em bi hêza xwe tecrîdê bişkînin

img
RIHA - Mehmet Ocalan ku herî dawî 2 sal ber bi telefonê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivîbû diyar kir ku ji bo tecrîd bê şikandin divê civak bertek nîşan bide, zorê bide dewletê û got: "Divê baweriya me bi tu kesî tune be, em ji xwe bawer bin û bi hêza xwe tecrîde bişkînin."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin. 2 sal in tu agahî jî Ocalan û girtiyên din Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayê girtin. Hemû serlêdanên malbatan û parêzeran jî an bê bersiv tên hiştin an jî bi hinceta "cezayên disiplînê" tên redkirin. Ev yek bûye cihê nerazîbûn û bertekên mezin. Ji ber vê li çar hawirdorê Kurdistanê û li Ewropa û gelek deverên cîhanê kurd û dostên wan ji bo şikandina tecrîdê têdikoşin û doza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin. 
 
Mehmet Ocalan ku herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axiviye, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan da û ji bo rakirina tecrîdê bang kir.
 
'NE DI WARÊ HIQÛQÊ NE JÎ DI WARÊ MIROVAHIYÊ DE NAYÊ PÊNASEKIRIN'
 
Mehmet Ocalan bi bîr xist ku di dema hevdîtina 25'ê Adara 2021'ê de birayê wî Abdullah Ocalan bertek nîşanî tecrîdê daye û wiha got: "Hinek dibêjin hevdîtina dawî ya 2 sal berê vê di nîvî de hatiye qûtkirin lê ew ne rast e. Piştî ew qas salan 3 an jî 4 deqeyan em axivîn, 3 -4 deqê çawa nîvî dibe ew ne rast e. Dema em li ser telefon axivîn jî Serok ji min re got, ‘Kê te şand, kî ji te re got?' Min jî got, midûr li me geriya got, hûn ê bi ser telefonê biaxivin. Li ser vê yekê Serok jî got, ‘Ya ku dewlet dike jî ne rast e, telefonkirina te jî ne rast e. Mafên min ên hiqûqî hene, ji ber wê divê parêzer werin hevdîtinê. Gerek hûn jî li vê bifikirayan û we qebûl nekirana.' Telefon di nav 3 an jî 4 deqeyan de hat qutkirin. Li gor qanûnên Tirkiyeyê jî mafê malbatê heye ku hevdîtinê bike. Ya ku tê kirin ne bi hiqûqê ne bi demokrasiyê û ne jî bi mirovahiyê nayê pênasekirin. Ev yek li tu cihî tune ye. 2 sal in haya me ji her 4 girtiyên li Îmraliye tune ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Qanûnên xwe jî dikine bin lingan. Ev xetereyeke mezin e." 
 
'DÛRÎ QANÛNÊ YE'
 
Mehmet Ocalan destnîşan kir Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn xwedî giraniyekê ye û wiha bertek nîşanî tecrîdê da: "Rastiya her tiştî li holê ye. Tiştekî ne rast tê meşandin. 2 sal derbas bûne, haya me ji Îmraliyê tune ye. 24 sal in di bin tecrîdeke giran de girtiye. Dewlet çawa dinêrê bila binêrê, lê divê qanûnên xwe pêk bîne. 2 sal in her tişt hatiye qutkirin. Dewleta tirk dibêje em dewleteke demokratîk û hiqûqê ne, lê ev çi qas rast e. Dewlet qanûnên ku bi xwe derxistine nameşîne, ev tiştekî dûrî qanûnê ye. Serok ne tenê keseyatek e, li Rojhilata Navîn xwedî giraniyeke mezin e."
 
BÊDENGIYA LI DIJÎ TECRÎDÊ Û PARTIYÊN MUXALIF
 
Mehmet Ocalan bal kişand ser bêdengbûna CPT'yê û saziyên navneteweyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Haya CPT'yê û hemû saziyên navneteweyî jî ji vê yekê heye. Hemû kesên ku ji xwe re dibêjin 'em demokrat in û mirov in' divê weke mirovan li dijî vê yekê rabin û divê bertekeke tund nîşan bidin ku rêya Îmraliye vebe. Vekirina rêya Îmrailyê ne tenê ji bo keseyatekî ye. Li Rojhilata Navîn xwîn tê rijandin. Ji bo pêşî li vê xwînê bê girtin, divê deriyên Îmraliyê vebibin. Ez telvîzyonên wan jî guhdar dikim, ev kesên ku dibêjin 'em rewşenbîr in û muxalif in' rastiyan nabêjin. Ji bilî HDP'ê û saziyên kurdan tu partiyeke wan a muxalîf vê bêhiqûqiya li Îmraliye naynin zimên. Min nedîtiye muxalifên wan gotine li wir 4 kes tên ragirtin û hevdîtina wan a bi malbat û parêzeran qedexe ye. Ev jî r reşiya wan e û nayê qebûlkirin. Banga me ji demokrat, rewşenbîr û gelê kurd ev e ku berteka xwe ya demokratîk mezin bikin û ji bo ev tecrîd bê rakirin, malbat û parêzer bikaribin hevdîtinan pêk bînin zorê bidin dewletê."
 
Mehmet Ocalan bilêv kir ku partiyên muxalif ên Tirkiyeyê jî li dijî tecrîdê bêdeng in û wiha pê de çû: "Baweriya me bi muxalefetê jî tune ye. Daxwaza me ji partiyên muxalîf ev e ku tecrîda li ser her 4 girtiyên li Îmraliyê bînin ziman. Der barê meseleya kurd de ku 50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest daye û bi milyonan mirov koçber bûne, bila bi wijdanî bejên ku heke siberojê de em bibin desthilat em ê bi awayekî demokratîk meseleya kurd jî çareser bikin. Em dixwazin van gotinan bikin lê baweriya min bi wan tune ye ku van gotinan bikin. Heta niha jî ne tiştek kirine û ne jî gotine. Xwesteka me ev e ku muxalefet jî weke desthilatê neke. Heke muxalefet bi awayekî demokratîk meseleya kurd çareser neke hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê aborî ve dê pêşiya wan bê girtin. Hilbijartin nêz bûn, divê hemû kes rastiyê bîne ziman û ji bo meseleya kurd û Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk bêjin em ê çareser bikin. Em jî dixwazin baweriya me bi vê yekê hebe, lê zêde baweriya me bi wan tune ye. Heta li Rojhilata Navîn meseleya kurd çareser nebe, tu mesele jî çareser nabin. Bila HDP jî li ber her kesî negere, bila rastiyê bike. Bi tu kesî bawer nebin, kes hûn bi xwe ne yên ku meseleya kurd çareser bike jî HDP ye. Yekitiya xwe çêbikin. Heke meseleya kurd li Rojhilata Navîn çareser bibe hemû meseleyên Tirkiye, Rojhilata Navin wê çareser bibin." 
 
'DIVÊ DERIYE ÎMRALIYE BÊN VEKIRIN'
 
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku heke deriyê Îmraliye bê vekirin dê gelek pirsgirêk çareser bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Meseleya kurd mesela hemû dinyayê ye, meseleya Serok jî meseleya dinyayê ye. Banga me ji bo her kesî ye, herî pir jî ji bo kurdan, pişt re jî ji bo mirovên demokratîk heye. Mirovên me yên ku li Ewropa diplomasiyê dikin bila rasterast bi Ewropayê bidin fêmkirin. Banga me ji bo kesên ku li Ewropa û Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê têdikoşin ev e ku bila her kes dest deyne ser wijdana xwe. Ev tişt nayê qebûlkirin. Banga min a ji bo kurdan jî bila têkoşîna xwe li her derê mezin bikin, bilî vê yekê tu çareya me tune ye. Heke em têkoşîna xwe bi zanebûnî bikin û yekîtiya kurdan jî ava bikin dê di siberojê de bandora vê jî mezin bibe. Heke mifteya Girava Îmraliye vebibe gelek pirsgirêk dê çareser bibin. Ji ber vê yekê divê rojek berî rojekê deriyê Îmraliye bê vekirin. Banga ji bo hemû kesan ev e."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

15:07 Îranê di 13 rojan de 96 kes bi darve kir
15:06 Daxwaza ji nû ve darizandina Hatem Ozdemîr hat redkirin
14:58 Kaytan û Altûn li Tuzluçayirê tên bibîranîn ZINDÎ
14:12 Qubad Talabanî: PKK’ê berpirsyartiya xwe bicih anî
13:21 Ji bo hunermend Pinar Aydinlarê biryara tehliyeyê hat dayin
13:18 Di doza faîlên wê leşker de dozger nexwest ceza were dayin
12:59 Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
12:50 Bakirhan: Kongreya PKK’ê ji bo çareseriya demokratîk firsend e TÊ NÛKIRIN
12:25 Sozdar Avesta: Encamgirtin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e
12:15 Eşber Yagmûrderelî: PKK’ê gaveke mezin avêt, niha dora dewletê ye
12:04 Girîngiya pêvajoya li Rezanê ji esnafan re hat vegotin
11:51 Navenda Bangê bi Kurmancî dest bi xizmetê kir
11:45 Di 13 salan de tenê 148 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin
11:34 Gera Trump a Rojhilata Navîn dest pê kir
11:32 Xelkê Amedê: Divê Abdullah Ocalan teqez azad bibe
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Besê Hozat: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
10:56 Kaytan û Altûn dê li Stenbolê bên bîranîn
10:49 Dogu Ergîl: Êdî hincetên dewletê ji holê rabûn
10:48 Karayilan: Divê di qanûnan de guhertin bên kirin
10:25 Dayik, bav û zarok li heman polê zimanê xwe hîn dibin
09:49 Kartal: Perspektîfa pêvajoya nû sosyalîzma civaka demokratîk e
09:42 Bayramoglû: Pêvajo hêj nû dest pê dike, divê dewlet gavan biavêje
09:26 'Divê Wezareta Dadê mudaxilî pêvajoyê bibe'
09:19 Ji gotina 'Kurdistan mêtingeh e' ber bi damezirandina PKK'ê ve...
09:15 Dayikên Aştiyê: Bila dewlet gav biavêje
09:14 Li Zozana Şivişkiyê dema berhevkirina pincarê
09:14 Nivîskarên Kurd: Yekane armanca me parastina ziman e
09:00 ROJEVA 13’Ê GULANA 2024’AN
12/05/2025
22:04 Iraqê: Em piştgirî didin biryara PKK’ê
22:03 Ji Amerîkayê daxuyaniya ji bo biryara PKK'ê
21:45 Mazlûm Ebdî: Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke aştiyane li herêmê veke
21:32 Bafil Talabanî: Ji bo serketina vê gava dîrokî çi ji destê me bê em ê bikin
20:37 Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye
16:25 Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
16:01 Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin
15:31 Alp ê CHP’î: Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd
15:22 Wezîrê Dadê Tunç: Meşa di rêya demokrasiyê de bi gavên pêbawer didome
15:20 Elîaçik: Piştî gava dîrokî ya PKK’ê divê dewlet ji bo statûya hiqûqî gav biavêje
15:17 Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e
15:16 Ayşegul Devecîoglû: Divê em zorê bidin îktîdarê ku gavan biavêje
15:05 Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye
14:51 Li Rihayê ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin
14:50 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin
14:06 Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye
14:05 Li Amedê bager rabû
14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê