Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e

img
ENQERE - Hevserokên Gitşî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar diyar kirin ku ew bi hedefa dê bi 100 parlamenteran di Meclisê de cih bigirin biçin hilbijartinê û piştevaniya kîjan namzetê serokkomariyê bikin jî dê di rojên pêş de eşkere bikin. 
 
Hevserokên Bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo nirxandina xebatên hilbijartinê civiyan. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar serokatiya civînê kirin. 
 
Bûldan û Sancar di civînê de axivîn. Sancar destnîşan kir ku wan tu demê li dijî lîstokên rejîmê amadekariyên xwe li paş nexistine. Bûldan jî got: “Em bi armanca ku bi 100 parlamenteran di Meclisê de cih bigirin, xwe ji hilbijartinê re amade dikin.” 
 
Sancar da zanîn ku ew di hilbijartinê bi hemû rêxistinên xwe re di nava seferberiyê de bûn û bi piştevaniya bi milyonan gelê kurd û gelên Tirkiyeyê xebatrên alîkarî û piştevaniyê yên ji bo mexdûrên erdhejê kirine. Sancar anî ziman ku êşa wan mezin bû û hilweşîn jî giran bû û hê jî encama hilweşandinê jî didomin û bi piştevaniya seferberi hewl dan ku birînên xelkê xwe bipêçin û ji wan re bibin hêviya jiyanê û êşa wan aş bikin. 
 
‘BERPIRSÊ EWQAS QURBANIYAN EV PERGAL E’ 
 
Sancar destnîşan kir ku hevserokên wan ên bajarên herêmên erdhejê jî amade ne û bi taybetî hevserokê wan ê navçeya Bazarcixê ku di nava hewldanek mezin de bû di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye û wî bi bîr anî. Sancar anî ziman ku berpirsiyarê ewqas qurbaniyên zêde pergala rantê, kedxwarî, bertîl, nelirêtî ya îktidarê ye. Sancar diyar kir ku ew dikarin pergalek din, welatek nû û ferasetek nû bînin vî welatî û ji bo vê pergala nû bînin derketine rê. 
 
‘BIRYARDARIYA DI NEWROZÊ DE WÊ BIDOME’ 
 
Sancar destnîşan kir ku wan di qadên Newrozê de carek din dîtin ku Newroz roja destpêkek nû ye, vejînê û berxwedanê ye û got: “Di serî de gelê kurd, hemû gelên rojhilata Navîn bi kelecanê Newrozê pîroz kirin. Niha jî dora amadekariyên 1’ê Gulanê û 14’ê Gulanê ye. Em ê coş û biryardariya 8’ê Adarê û Newrozê veguhezînin 1’ê Gulanê û 14’ê Gulanê.” 
 
ARMANCA WAN SEREKE EW E KU ÎKTIDARÊ TÊK BIBIN 
 
Sancar bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê û got: “Tecrûbeyên me ji bo hilbijartinê hene. Divê em biçin cem gelê xwe û em parastina sindoqên xwe bikin. Em van xebatan ji nêz ve dişopînin. Hilbijartina 14’ê Gulanê pir dîrokî û girîng e. Her kes di ferqa vê yekê de ye. Ji bo em vê îktidara tanalker û şerxwaz bişînin, stratejiya me ya bingehîn heye. Têkoşîna me di her warî de bi biryardarî didome. Tevî hemû êriş û girtinan jî wê tu hêz û êriş nikaribe pêşiya me bigire. 
 
TIFAQA KED Û AZADIYÊ - TIFAQA KURDISTANΠ
 
Em tifaqên xwe çêdikin. Tifaqa Ked û Azadiyê beriya niha hatibû avakirin û niha jî rêya xwe berfireh dike. Ji aliyê din ve xebatên avakirina Tifaqên me ya Kurdistanî gihiştine qonaxa dawî. Hem Tifaqa Ked û Azadiyê û hem jî Tifaqa Kurdistanî wê bibe motora vê tifaqa Demokrasî û Azadiyê. Dê bibe dînamîka diyarker a veguherîna demokratîk. Bi vê tifaqê re yekitiya me ya herî berfireh, guhertina tifaqa desthilatdariya demokratîk di bin sîwanek berfireh de tê komkirin. Belkî stûna herî bingehîn a tifaqa me hêza jin û ciwanan e. Me diyar kir ku em ê wekî HDP'ê nikaribin bikevin van hilbijartinan, lê hemû rêxistinên me bi ber çavgirtina van îhtîmalan xwe amade kirine. Em her tim li dijî hîle û lîstokên îktidar û rejîmê hişyar bûn û me tu carî amadekariyên xwe bi paş ve nexistin. Me ragihand ku em ê di van hilbijartinan de vê hêza mezin, dînamîzma mezin a ku me afirandiye û vîna guhertinê nîşan bidin. Me ev demeke kurt piştî ku dosyaya girtinê hat vekirin jî got, em ê tû carî gelê xwe bêçare nehêlin. Helbet em ê ji bo avakirina Rêya Sêyemîn alternatîfan biafirînin. Her wiha em ê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. 
 
BÛLDAN: EM Ê PIŞTEVANIYÊ BERFIREHTIR BIKIN 
 
Hevserok Pervîn Bûldan jî destnîşan kir ku ew di qonaxek û heyamek dîrokî de derbas dibin û wiha axivî: 
 
“Di vê heyama dîrokî de berpirsiyarî û wezîfeya me jî helbet giran e. Erdhejê barê me girantir kir. Helbet em ê barê herêmên erdhejê bidin ser milê xwe û em ê hewl bidin birînên gelê xwe bipêçin û her li cem gelê xwe bin. 
 
EM Ê LI CEM GELÊ XWE MEXDÛR BIN 
 
Bi hezaran mirov li herêmên erdhejê ne. Warên xwe terk nekirin. Em wek HDP’ê ji roja ewil ve li cem gelê xwe bûn û me xwest em hewl bidin hindik be jî birînên wan bipêçin û bikewînin. Hewcedariya mexdûrên erdhejê bi me heye. Li dijî îktidarê jî bi hêrs in. Me her piştevaniyê berfireh kir. Me 8’ê Adarê jî wek jina jinan veguherand piştevaniya jinên erdhejê. Em di hefteya 8’ê Adarê de li herêmên erdhejê bi jinan re bûn û ji bo me gelek watedar bû. 
 
YEKITIYA BI MILYONAN KES A DI NEWROZÊ DE 
 
Em ê ji niha şûn ve yekitiya xwe ya bi hêz û hevdîtinên xwe berfirehtir bikin. Her çiqas 8’ê Adarê û Newroz di atmosferek şînî de hatibe pîrozkirin jî dîsa jî hêvî da me. Li gelek navendan Newroz hat pîrozkirin û bi milyonan mirov kom bûn û bi peyamên xwe girîngiya yekîtiyê û hevkariyê nîşanî me dan. Di erdhejê de, di Newroz û 8’ê Adarê de ked û wezîfeya hevserokên me bajar û navçeyan zêde bû. Ez spasiya hemû hevserokên me û rêxistinên me dikim. 
 
GIRÎNGIYA TÊKBIRINA ÎKTIDARÊ 
 
Êdî me ketine heyama hilbijartinê. Em gav bi gav ber bi hilbijartinê ve diçin. Me jî biryar girt ku wek Partiya Çep a Kesk di hilbijartinê de cih bigirin. Ji bo em heyama pêşiya xwe teşe bikin, jiyana nû ava bikin û faşîzmê hilweşînin divê em vê îktidarê têk bibin.
 
PIŞTEVANIYA NAMZETÊ SEROKKOMARIYÊ? 
 
Me nav diyar nekir. Lê ji bo bi awayek fermî me xebata hilbijartinê nedaye destpêkirin, me nav eşkere nekir. Piştî xebatên hilbijartinê bi awayek çalak dest pê bikin, em ê di mijara Serokkomariyê de piştevaniya kîjan namzetî bikin, em ê çend roj şûn ve eşkere bikin. Bi qasî hilbijartina serokkomariyê helbet hilbijartina parlamentoyê jî girîng e. 
 
ARMANCA ME 100 PARLAMENTER E
 
Di sedsala duyemîn a komarê de em bi dirûşm û hedefa bi 100 parlamenteran xwe ji vê hilbijartinê re amade dikin. Ji bo ku her kes di Meclisê de were temsîlkirin divê em têkoşînek xurt bikin. Em ji bo siberojek ku her tiştî mîsoger bikin, divê em bi hêz bikevin parlamentoyê. 
 
TEMSÎLIYETA WEKHEV 
 
Helbet tesmîlyeta wekhev a parlamentoyê girîng e. Me girîngî pê dît ku pergala fermuarê bikeve meriyetê. Temîsileyata jinan ji bo partiya me xwedî rolek girîng e. Dema lîste bên çêkirin helbet wê ev girîngî jî li ber çavan bê girtin. Bi kurtasî ji niha şûn ve berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan û hemû hevserokên me bajaran û rêxistinên me. Rêya me vekirî be.”
 

Sernavên din

14:58 Kaytan û Altûn li Tuzluçayirê tên bibîranîn ZINDÎ
14:12 Qubad Talabanî: PKK’ê berpirsyartiya xwe bicih anî
13:21 Ji bo hunermend Pinar Aydinlarê biryara tehliyeyê hat dayin
13:18 Di doza faîlên wê leşker de dozger nexwest ceza were dayin
12:59 Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
12:50 Bakirhan: Kongreya PKK’ê ji bo çareseriya demokratîk firsend e TÊ NÛKIRIN
12:25 Sozdar Avesta: Encamgirtin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e
12:15 Eşber Yagmûrderelî: PKK’ê gaveke mezin avêt, niha dora dewletê ye
12:04 Girîngiya pêvajoya li Rezanê ji esnafan re hat vegotin
11:51 Navenda Bangê bi Kurmancî dest bi xizmetê kir
11:45 Di 13 salan de tenê 148 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin
11:34 Gera Trump a Rojhilata Navîn dest pê kir
11:32 Xelkê Amedê: Divê Abdullah Ocalan teqez azad bibe
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Besê Hozat: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
10:56 Kaytan û Altûn dê li Stenbolê bên bîranîn
10:49 Dogu Ergîl: Êdî hincetên dewletê ji holê rabûn
10:48 Karayilan: Divê di qanûnan de guhertin bên kirin
10:25 Dayik, bav û zarok li heman polê zimanê xwe hîn dibin
09:49 Kartal: Perspektîfa pêvajoya nû sosyalîzma civaka demokratîk e
09:42 Bayramoglû: Pêvajo hêj nû dest pê dike, divê dewlet gavan biavêje
09:26 'Divê Wezareta Dadê mudaxilî pêvajoyê bibe'
09:19 Ji gotina 'Kurdistan mêtingeh e' ber bi damezirandina PKK'ê ve...
09:15 Dayikên Aştiyê: Bila dewlet gav biavêje
09:14 Li Zozana Şivişkiyê dema berhevkirina pincarê
09:14 Nivîskarên Kurd: Yekane armanca me parastina ziman e
09:00 ROJEVA 13’Ê GULANA 2024’AN
12/05/2025
22:04 Iraqê: Em piştgirî didin biryara PKK’ê
22:03 Ji Amerîkayê daxuyaniya ji bo biryara PKK'ê
21:45 Mazlûm Ebdî: Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke aştiyane li herêmê veke
21:32 Bafil Talabanî: Ji bo serketina vê gava dîrokî çi ji destê me bê em ê bikin
20:37 Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye
16:25 Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
16:01 Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin
15:31 Alp ê CHP’î: Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd
15:22 Wezîrê Dadê Tunç: Meşa di rêya demokrasiyê de bi gavên pêbawer didome
15:20 Elîaçik: Piştî gava dîrokî ya PKK’ê divê dewlet ji bo statûya hiqûqî gav biavêje
15:17 Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e
15:16 Ayşegul Devecîoglû: Divê em zorê bidin îktîdarê ku gavan biavêje
15:05 Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye
14:51 Li Rihayê ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin
14:50 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin
14:06 Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye
14:05 Li Amedê bager rabû
14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin