ENQERE - Partiya Çepên Kesk piştî civîna parlamenteran wezîfeyên li Meclisê yên parlamenteran eşkere kir.
Partiya Çepên Kesk duh li gel parlamenterên xwe civîn li dar xist. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin û Hevserokê Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar serokatiya civînê kirin û wezîfeyên li Meclisê jî li parlamenteran belav kirin.
Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bû Serokwekîlê Koma Meclisê, parlamenterê Sêrtê Tuncer Bakirhan bû Amirê Îdareya Meclisê, her wiha biryar hat girtin ku parlamentera Edeneyê Tulay Hatimogûllari jî bibe namzeta Serokatiya Meclisê.
Heta kongreyê jî dê Serokwekîliya Koma Partiya Çepên Kesk parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş û parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç bi rê ve bibin.