ÎZMÎR - 6 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Îzmîrê hatin girtin.
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Ûgûr Yildiz, Mûstafa Yalçin, Emre Yalçin û Harûn Yakaç, Abdûrrahîm Kaymaz û Ozkan Çakal ku di 31'ê Gulanê de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, îro piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin kirin.
Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her 6 ciwan sewqî dadgehê kirin. Dadgehê jî her 6 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt. Ciwanan birin Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê ya Tîpa F'yê.