NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya Tirkiyeyê êriş bir ser motorsîkleteke li ser rêya Kobanê-Helebê.
Hat ragihandin balafirek bêmirov a bombebarkirî ya Tirkiyeyê saet li derdora 11:00'an li ser rêya Kobanê-Helebê êriş bir ser motorsîkletekê. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di êrişê de 3 kes birîndar bûn.
Birîndar Mihemed Behcet Eyûb, Xebat Edhem û Elaa Ebdurezzaq rakirin Nexweşxaneya Emel a li Kobanê.
Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e.