ÊLIH – Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Çam ji ber ku tedawiya bi kelepçekirî qebûl nekir bêyî tedawî bikin dîsa birin girtîgehê.
Mehmet Emîn Çam ê 73 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê tê girtin û di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, di 17'ê çileyê de bi giliyê nexweşiya mêjî, tevizandin lingê çepê, xitimandina damarên dil sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Ji bo dermankirinê Çam rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê û xwestin bi kelepçekirî tedawî bikin. Çam tedawiya bi kelepçekirî qebûl nekir û bêyî ku tedawî bikin dîsa birin girtîgehê.
TERKÎ MIRINÊ DIKIN
Keça Mehmet Emîn Çam, Şîmel Çam diyar kir ku raporên nexweşiyên bavê xwe nîşanî bijîşkan daye û bijîşkan gotiye ku nexweşî pir giran e û li girtîgehê girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Şîmel Çam wiha axivî: “Rewşa bavê min her roj xerabtir dibe. Ji ber ku doktorên nexweşxaneyê û girtîgehê agahî nedan me, me encam nîşanî hevalekî bijîşk da. Wî ji me re got: 'Li gorî dîmenên MRI û Tomografiyê, atrofiya wan heye, ku dibe ku di pêşerojê de bibe sedema xwînrêjiya mêjî û înfarkteya mêjî. Li devera MCA ya rastê guman heye ku iskemiya heye. Divê ew ji bo jiyanê Ecopirin bikar bîne. Tewra nerêkûpêkiya yek rojê di karanîna dermanan de jî ew qas xeternak e ku bibe sedema krîza dil. Pêdivî ye ku ew tarden (alvastin) ji bo LDL bikar bîne. Divê di karanîna dermanan de bêserûberî tune be. Divê tansiyona wan bi rêkûpêk were kontrolkirin. Hîpertansiyon di nav xetereyên herî mezin de ji bo xwînrêjiya mêjî û înfarkteya mêjî ye. Testên xwînê astên bilind ên LDL nîşan didin, ku ji bo nexweşên bi vê rewşê re xeterek çêdike. Pêdivî ye ku meriv HgbA1C kontrol bike, pêdivî ye ku meriv wê di warê DM (Diabetus Mellitus) de were şopandin. 'DM û HT sedemên girîng ên xetereyên kronîk in ku dê bibin sedema van encaman.' Ev gotinên doktor giraniya rewşê aşkera dike.”
‘GIRÊKA DI MÊJÎ DE MEZIN BÛYE’
Şîmel Çan da zanîn ku parêzer bi bavê wê re axiviye û wiha got: “Parêzerê ku bi bavê min re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku bavê min di hucreya yek kesî de, bi kelepçe, di bin çavdêriya çawîşê pispor de tê xwestin bê dermankirin û ji ber vê yekê tedawî qebûl nekir. Bavê min diyar kir ku girêka li ser mejiyê wî mezin bûye û wî di girtîgehê de bi mirinê re rûbirû dihêlin. Divê li derve bê dermankirin û demildest bê derxistin. Ji bo cenazeyê bavê min ji girtîgehê dernekeve em bang li her kesî dikin ku bi hestiyar bin.”
DERBARÊ ÇAM DE
Di 12'ê kanûna 2012'an de bi îdiaya "Avaniya Konseya Bajêr a KCK'ê" de cih girtiye hat girtin. Çam ku piştî 10 mehan bi şertê kontrola edlî hat berdan, ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê ve bi îdiaya ‘endamtiya rêxistina terorê’ 9 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Çam ê ku di 14'ê adara 2022'an de piştî ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, 17 rojan di hucreya yek kesî ya Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê de ma.
NEÇAR E DERMAN BI KAR BÎNE
Hat diyarkirin ku Çam ê di 1'ê nîsanê de şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qûbînê di mêjî de girêk heye. Çam ê ku di 27'ê gulanê de krîza dil derbas kir û anjiyo hat kirin, ji bo jiyana xwe derman bike. Çam ku di heman demê de nexweşê gurçikê ye, du caran emeliyata gurçikê bû. Li gel vê jî kîstên gurçika wî dîsa çêdibin. Çamê ku emeliyata kataraktê jî kir, di çavên wî de jî miyopî û astigmatîzm heye. Çamê ku di guhê xwe yê rastê de bihîstina xwe winda kir, ji ber ku aliyê çepê felc bû bi zehmetî dimeşe.
MA / Fethî Balaman