Sadak: Divê kurd xwe bikin yek û li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bikin

  • rojane
  • 10:04 14 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedarê kurd Selîm Sadak diyar kir ku perspektîfa Rêya Sêyemîn a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo gelan hêvî ye û got: “Divê kurd tifaqa xwe ya neteweyî ava bikin û li dijî tecrîdê jî divê têkoşîn bi hevparî bê kirin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji Ocalan û girtiyên li cem wî nayê. Daxwaza hevdîtinê ya malbatê û parêzeran bi hinceta “cezayê dîsiplînê” tê redkirin. Rêxistinên hiqûqê û siyasetmedaran serî li Wezareta Dadê dan lê daxwaznameyên wan bêbersiv hatin hiştin. Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe û bigihîje azadiya xwe li Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek deverên cîhanê rêzeçalakî berdewam dikin. 
 
Siyasetmedarê kurd Selîm Sadak derbarê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd de axivî û bal kişand ser têkoşîna li dijî tecrîdê. 
 
Selîm Sadak
 
 ‘PALANA TÊKBIRINÊ’ Û TECRÎD 
 
Sadak diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di bin navê “çareseriyê” de ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hat destpêkirin ji hêla îktidarê ve bi tecrîdkirinê hat bidawîkirin û wiha got: “Cihê wê pêvajoyê bi tecrîda girankirî hat hiştin. ‘Plana Têkbirinê’ bi rêbazên cuda hat birêvebirin. Îktidar û dewleta kûr piştî pêvajoyê bi dawî kirin welat ber bi du bendiyê ve birin. Hat armanckirin ku têkiliya birêz Abdullah Ocalan bi gelê wî û tevgera wî re bê qutkirin. Heke hevdîtinên li gel Ocalan berdewam bikirina, wê destûrê neda vê polîtîkaya dewletê û îktidarê. Wê ewqas bi hovane êrişî siyaseta sivîl nekirina. Bi ‘Plana Têkbirinê’ re tevahiya gelê kurd wek dijmin hat nîşandan. Îro sedema herî mezin ku di şexsê HDP’ê de êrişî kurdan dikin ev e.” 
 
‘RÊYA SÊYEMÎN BÛ HÊVIYA GELAN’ 
 
Sadak anî ziman ku perspektîfa Rêya Sêyemîn a Abdullah Ocalan ji bo gelan bûye hêvî, ji îktidaran re jî bûye tirs û ji ber vê sedemê “pêvajoya çareseriyê” hat bidawîkirin û piştre jî şer xistin dewrê û got: “Îktidar û şirîkên xwe ji berk u rola Ocalan dîtin, vê planê xistin dewrê. Ji ber ku Ocalan tiştên îro diqewimin ji berê ve didît, lewma pêşniyaza Rêya Sêyemîn kir. Lê belê îro qonaxa em têde derbas dibin di nava gelan de şer û dubendî hatiye çêkirin. Yên vê kirin bi hêzdar derketin.”
 
GELO LI ÎMRALIYÊ ÇI DIQEWIMIN? 
 
Sadak destnîşan kir ku tecrîd êdî nikare were birêvebirin û Komîteya Pêşîlêgirtina îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) divê eşkere bike ku li Îmraliyê çi diqewime û wiha axivî: “Bêdengiya wan jî nîşan dide ku terefê vê tecrîdkirinê ne. Çavê hemû dinyayê li ser CPT’iyê ye lê qet tecrîd ne di xema wan de ye. Bêdengiya wan tê maneya ku polîtîkaya tecrîdê ya Tirkiyeyê pesind dike. Halbûkî divê ku demildest derbarê tiştên li Îmraliyê diqewimin daxuyanî bide û divê CPT bêdengiya xwe xera bike û tiştên li Îmraliyê diqewime rave bike. Ji ber vê sedemê  divê di serî de hemû kurdên li Ewropa û saziyên wan bi awayek demokratîk zextan li ser CPT’iyê bike. Divê gel jî bikeve nava hewldanên ku balê bikişîne ser xwe. Ji bo vê yekê jî gelê kurd neçare ku tifaqa xwe ya neteweyî ava bike. Pêwîste di mijarên wek tecrîdê û gelek mijarên din de têkoşînek hevpar bê kirin. Gelo pir zehmet e? Belê zehmet e lê em neçarin viya bi ser bixînin. Pozîsyona gelê kurd ya îroyîn gelek hêzdar e û kurd dikarin gelek tiştan bikin. Pêwîste li dijî tecrîdê siyasetek gelek cidî û çalakiyên gelek cidî bên kirin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

14/06/2023
13:04 Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin
12:32 Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:17 Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn
11:56 Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
11:42 Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin
11:35 Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje
11:12 Doz li polîsê rojnamevan Batmaz derp kiribû hate vekirin
11:12 Tirkiyeyê êrişî Şehba û Şêrawayê kir: Leşkerekî Şamê hat kuştin
10:45 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
10:34 Piştî hilbijartinê telîsê arvan 150 lîre bihatir bû
10:30 Gelo dê hevşaredar Ahmet Kaya vegere ser wezîfeya xwe?
10:24 Daxwaza testê ya girtiyê hestiyên wî dihelin tê astengkirin
10:04 Sadak: Divê kurd xwe bikin yek û li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bikin
10:03 Sonmez: Piştî hezîranê pêleke nû ya zemê tê
09:09 Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê mobbîng
09:09 Li Islahiyeyê rêya ji ber erdhejê hatibû girtin hê jî nehatiye vekirin
09:08 Li Şirnexê meaşên malbatên gelek rêveberên HDP'ê hatin betalkirin
09:02 KNK konferansa neteweyî ya mezin li dar dixe: Dê 500 sazî û partî tevli bibin
09:01 'Dê bi hezaran DAIŞ'î li ber çavên gel bên darizandin'
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:11 Di êrişa Tirkiyeyê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
13/06/2023
23:05 Di komxebata li Libnanê de krîza global û rêveberî hatin nîqaşkirin
21:15 Tifaqa Ked û Azadiyê dê sibê civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinê li dar bixe
18:50 Erbaşê HDP'î şandin girtîgehê
18:46 Jina ku di bin traktorê de ma jiyana xwe ji dest da
16:12 Civîna kêmtirîn mûçeyê bi dawî bû: Reqemek nehat diyarkirin!
15:55 ‘Gelo li Şirnexê alîkariyên civakî çima tên birîn?’
15:53 Qeyûm li Erxeniyê 6 neguhêzbar da ber firotinê
15:10 Xelkê Seqizê greva giştî dan destpêkirin
15:10 ‘Em ê serî li ber îktidarê netewînin’
15:02 Karkerê trênê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:59 DMME’yê ji bo cezayê ‘Kurdistanê’ biryara binpêkirinê da
14:44 Malbata Şenyaşar: Ev 5 sal in em li benda edaletê ne
14:34 KESK: Bila tazmînatên erdhejê yên kedkaran bên dayîn
14:30 Seven a di êrişa DAIŞ’ê de birîndar bûbû hat binçavkirin
13:50 12 sal in ji bo kifşa cihê bûyerê ‘ewlehî’ nayê temînkirin
12:54 Cezayê muebeda girînkirî li kujerê Şûleyê hat birîn
12:29 Kedkaran ji bo mafên xwe dest bi çalakiyê kirin
12:04 Civîna MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir
11:59 Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:50 Hevseroka HDP’a Bedlîsê hat binçavkirin
11:33 CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn
11:06 Li Cizîrê 15 kes hatin girtin
10:48 Li Kubayê lehî rabûn: 3 kes mirin
10:23 Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin
10:02 KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir
10:00 Dolar û euro dîsa rabûn
09:52 Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were
09:09 Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin
09:08 Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin
09:08 'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan'
09:07 Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
09:06 Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand
09:04 Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin
09:02 Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
09:01 Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
12/06/2023
23:52 Erbaş ê HDP'î hat binçavkirin
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne