Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne

  • rojane
  • 09:01 18 Hezîran 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Meryem Îverendî ku heya niha polîsan sed carî avêtiye ser mala wê û kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî hatine girtin diyar kir ku ew ê tu carî dest ji doza xwe bernede û wiha got:" Ma ez ê çawa bêriya zarokên xwe nekim? Bi bîranînên wan dijim. Di nava rojê de 20 caran li wêneyên wan dinêrim. Lê ji berxwedanê pêvetir çare nîn e."
 
Di salên 1990’î de bi hezaran gundên Kurdistanê ku cerdevanî qebûl nekirin, hatin valakirin û piştre jî hatin şewitandin. Bi hezaran mirovên ku ji bêgavî ji gundên xwe koç kirin neçar man ku li navendên bajaran bi cih bibin. Polîtîkayên ewlehiyê û tunehesibandinê yên dewletê, li Kurdistanê qet kêm nebûn. Di encama van polîtîkayan de bi hezaran kesan berê xwe dan metrepolan û gelek ji wan jî hatin girtin û gelek jî bi salane li dijî pergala heyî ya serdest têdikoşin. Yek ji van malbatan jî malbata Îverendiye.
 
Malbata Îverendî ku ji deh kesan pêk tê, li gundê Behmol ê navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijî. Lê belê di sala 1990'î de ji ber ku cerdevantiyê qebûl nake ji nêçarî ji gund derdikeve û berê xwe dide Cizîrê. Malbat ku ji ber zext û zordariyan li Cizîrê bi cih dibe, careke din rastî heman pêkanînan tê û ji malbatê bav tê girtin. Bav, piştî salekê ji girtîgehê derdikeve. Lê piştî dertê bi demeke kurt car din tê girtin. Heman êriş, zext û zordarî her sal xwe dubare dikin. Di sala 2004'an de ji heman malbatê vê carê birayên hev Botan Îverendî (13) û Abdurahman Îverendî (17) tên girtin. Her du bira piştî 3 sal û 3 mehan ji girtîgehê derdikevin. Di sala 2008'an de Abdurrahman Îverendî dîsa tê girtin û 17 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Di sala 2016'an de jî birayê wî Botan tê girtin û cezayê muebeda giran lê tê birîn. Botan, nexweş e û li girtîgehê nayê dermankirin. Birayê wan Îbrahîm jî di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de, di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dide û bavê wan jî di qedexeya derketina derva ya Cizîrê de felcî dibe û jiyana xwe ji dest dide. Zarokê malê yê herî biçûk Mahsûn jî ji ber zext û gefan zêde nikare bisekine û tev li refên PKK'ê dibe. Dayik Meryem Îverendî ku 8 zarokên wê hebûn, niha tenê zarokek wê li cem wê maye. Polîsan heta niha sed carî avêtiye ser mala Îverendiyê û di binçavkirinên dawî de dîsa bi ser mala wê de girtin û kurê wê yê li cem wê hat binçavkirin û paşê hat berdan.
 
2 KURÊN WÊ GIRTÎ NE, YEK JÎ HATIYE KUŞTIN
 
Dayika Meryem Îverendî diyar kir ew ji salên 90'î heta niha di bin zext û êrişan de ne û serpêhatiya xwe wiha vegot: "Di sala 1990'î de me cerdevanî qebûl nekir û em ji gund derketin. Kir û nekirin nekarîn me bikin cerdevan. Piştî ku em hatin Cizîrê bi cih bûn, vê carê hevjînê min jî girtin. Di binçavan de gelek îşkence li hevjînê min kirin. Hevjînê min 13-14 rojan di binçavan de ma. Piştî ku hevjînê min hat berdan jî zext û êriş hîç kêm nebûn. Her roj bi ser mala me de digirtin. Zarokên me mezin bûn û vê carê bela xwe li wan dan. Piştre 2 zarokên min hatin girtin. Yek birin Girtîgeha Xarpêtê, yek jî birin Girtîgeha Amedê. Ji bo min gelek zehmet bû. Geh diçûm Xarpêtê geh jî diçûm Amedê, ji bo hevdîtinê. Pêvajoyên gelek zor û zehmet bûn. Kurê min ê biçûk jî her roj binçav dikin. Her roj digirtin û berdidan. Êdî nekarî li malê bisekine û min ew şande Iraqê, gel malbata xwe. Min got, 'Bila li wir bimîne, bixebite.' Lê li vir jî MÎT'ê ew girt û birin Amedê. Kurê min 13 rojan di îşkenceyê de ma. 5 salan di girtîgehê de ma û piştre hat malê. Ew kurê min 13 rojan li derve ma û piştre dîsa ew girtin. Piştre dîsa hat berdan. Lê êdî nekarî bisekine û wenda bû. Çend salan me tu agahî jê nestandin û piştre me zanî ku tev li PKK'ê bûye. Kurê min Abdurrahman jî qeza kiribû, seqet bûbû, nexweş bû û ew jî girtin û ev 12 sal in di girtîgehê de ye. Botan jî girtin. 2 zarokên min tenê man. Ji ber êrişên dewletê min kurê xwe yê 16 salî zewicand. Ew jî çûye rojavayê Tirkiyeyê, karkerê demsalî ye. Kurekî min jî di dema qedexeyan de, di jêrzemînên Cizîrê de qetil kirin."
 
'DEWLETÊ SED CARÎ AVÊTIYE SER MALA MIN'
 
Dayik Îverendî bi lêv kir ku ew tiştê ku hatine serê wê û zarokê wê ew ê tu carî jibîr neke û wiha domand: "2 kurê min girtin, yek kuştin û yek jî ji ber êrişên wan reviya û çû. Tenê 2 man li ber destê min. Ew jî yê biçûk in. Ji ber ku debara me tune ye, karkerê demsalî ye. Her mehê carekê bi ser mala me de digirin. Çendî bi ser mala me de girtibin jî her carê heqaret kirine, li me dane û gef xwarine. Çi tişt nema ku vê dewletê neaniye serê me. Lê me li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin. Em ji bo ku li ber xwe didin ne poşman in. Em li pey doza xwe ne. Heta niha sed caran bi ser mala me de girtine. Me sed car hindik e. Ez tu caran Erdogan û hikûmeta wî efû nakim. Ez heqê xwe li vê dewletê helal nakim. Ez dozdar im. Xwedê jî wan efû bike, ez ê wan efû nekim."
 
'JI BERXWEDANÊ PÊVETIR ÇARE NÎN E'
 
Îverendî anî ziman ku ew bi bîranînên zarokên xwe rojên xwe derbas dike û got ku ji zarokên wê tişta ku jê wê re maye wêneyên wan ên li dîwêr daliqandî ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me digot zarokên me mezin bibe em ê avahî çêbikin û bi hevre tê de bijin. Lê wisa nebû, zarokên min hemû belav bûn. Zarokên min çûn û niha ev avahî ji bo min weke koxika mirîşkan e, keyfa min jê re nayê. Ez pir bêriya zarokên xwe dikim. Her şev bîranînên wan tên ber çavê min û piştre jî xewa min nayê. Zarokên min her tim li ber çavên min in. Ma ez ê çawa ji bîr bikim? Li gel banga mela radizêm. Ez ê çawa bêriya wan nekim? Di nava rojê de bîst caran li wêneyên wan ên bi dîwêr ve daliqandî dinêrim. Kurekî min hatiye girtin, heta niha neçûme hevdîtina wî. Hêviya me ev hilbijartin bû. Lê çênebû. Divê em berxwedana xwe bidomînin. Ji berxwedanê pêvetir çare nîn e. Banga min ji bo dayikan e ku li ber xwe bidin û li hemberî zilmê bibin tifaq. Em ê li ber xwe bidin. Banga min ji bo kurdê bi şeref e, vegerin ser doza xwe, xiyanetê nekin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

23/06/2023
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin