Pekoz: Enqereyê ferq kir ku pirsgirêk bi tesfiyekirina HSD’ê çareser nabe

  • rojane
  • 11:52 12 Tîrmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Dr. Mûstafa Pekoz diyar kir ku NATO di mijara parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemfikir e û wiha got: “Enqereyê ev rastî dît û ferq kir ku nikare bi daxwaza tesfiyekirina HSDê re vê pirsgirêkê bi DYA û NATO’yê re çareser bike.” 
 
Lûtkeya NATO’yê duh li bajarê Vilnius ê Lîtvanyayê dest pê kir û îro hêj didome. Yek ji mijarên sereke yên lûtkeyê, endamtiya Swêdê ya NATO’yê ye. Tirkiye heta niha li dijî endamtiya Swêdê derdiket lê ji duh ve pozîsyona xwe guherand. Her wiha nediyariya di mijara balafirên F-16’an de jî didome. Tê payîn ku ji bo endamtiya Swêdê ya NATO’yê, di rojên pêş de li Meclisê biryar were dayîn. 
 
Zanyarê siyasetê Dr. Mûstafa Pekoz têkildarî hevsengiya Tirkiyeyê ya di navbera NATO-Rûsyayê de, civîna NATO’yê, endamtiya Swêdê û bandora vê pêvajoya ya li ser kurdan bi ajansa me re axivî. Pekoz, anî ziman ku dê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de krîzên nû derkevin û hewldana Tirkiyeyê ya ji di qada navneteweyî de li dijî kurdan jî dê bêencam bimîne. 
 
‘NATO’YÊ STRATEJIYEKE ŞER A NÛ AMADE KIR’
 
Mûstafa Pekoz, diyar kir ku Lûtkeya NATO’yê ya dawî ji gelek aliyan ve girîng e û wiha got: “Dema peywira Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg hate dirêjkirin û xala herî girîng jî erêkirina endamtiya NATO’yê ya Swêdê ye. Swêd û Fînlandiya bi tena serê xwe ne tiştekî girîng in lê NATO’yê ji bo heta salên 2035-2040’an stratejiyeke nû ya leşkerî diyar kir û bi tevlêkirina welatên Baltikê bi taybet jî Fînlandiya û Swêdê re polîtîkayeke leşkerî diyar kir. Wisa tê hesabkirin ku dê qadên pevçûnan li van herêman belav bibin. Wateyeke vê ya din ev e; sînorê NATO û Rûsyayê dê bibe 2 hezar û 200 kîlometre.” 
 
ENDAMTIYA SWÊDÊ ÇIMA EWQAS GIRÎNG E?
 
Pekoz, got ku zehmete ku di navbera Rûsya û NATO’yê de li ser sînorê li jor diyar kirî şerek derkeve û sedema wê wiha vegot: “Mijara behsa xeberê ne tenê ewlehiya welatên Îskandînavê ne. Di esasê xwe de li ser Tengava Berîngê, ji bo ewlehiya leşkerî ya DYA’yê jî girîng e. Di heman demê de li kûrahiya herêmên qutbê yên Bakur gelek rezervên gaza xwezayî, petrol û çavkaniyên enerjiyê hatine tespîtkirin. Gelemperiya van herêman weke herêmên Rûsyayê hatin qebûlkirin. Lewma konsepta şerê leşkerî ya nû ya NATO’yê ya li dijî Rûsyayê, di mijara têkiliyên kûrewî de girîng e. Sedema şerekî nû ya li van herêman ji dibêtiya êrişeke leşkerî ya Rûsyayê zêdetir, sedemên jeo-polîtîk û aborî ne.” 
 
‘ENQERE LI DIJÎ SWÊDÊ XUYA DIKIR LÊ DI RASTIYÊ DE WISA NEBÛ’ 
 
Bi domdarî Pekoz anî ziman ku Tirkiye her çiqas ji bo endamtiya Swêdê zêde xwe hişk nîşan dabe jî her kes dizane ku di rastiyê de tiştekî wisa nîne û sedema wê wiha vegot: “Enqereyê endamtiya NATO’yê weke hincet nîşan da û xwest ku Swêd xebatên PKK’ê qedexe bike. Ev daxwaz jî zêdetir ji bo polîtîkaya hundir bû. Jixwe bi qasî ku ez dizanim tu xebatên fermî yên PKK’ê li Swêdê nînin. Her wiha ji ber ku NATO, PKK’ê weke ‘tevgereke terorê’ pênase dike, tiştekî asayî ye ku Swêd hinek tevdîran bigire. Lê tişta esasî ya ku Enqere dixwaze, bidawîkirina xebatên rêxistinên civaka sivîl ên kurd û tesfiyekirina wan e. Mimkin nîne hikûmeta Swêdê vê daxwazê qebûl bike.
 
ARMANCA ESASÎ MODERNÎZEKIRINA F-16’AN BÛ
 
Enqereyê di raya giştî de zêdetir li ser PKK’ê disekinî lê armanca wê ya esasî ew bû ku di hevsengiyên hêzên leşkerî yên herêmê de pozîsyona xwe biparêze û ji bo vê jî teqez diviya F-16 hatibûna modernîzekirin. Tirkiye ji bernameya F-35’ê hate derxistin. Li dijî vê, Kongreya DYA’yê biryar da ku F-35’an bifiroşin Yewnanistanê. Anku hevsengiyên li Ege û Behra Spî li dijî Tirkiyeyê ava dibin. Mijara herî girîng a wezaretên karên derve û parastinê li pişt perdeyê li ser disekinîn, rakirina bloqeya li ser modernîzasyona F-16'an bû. Tê zanîn ku rêveberiya Biden vê daxwazê erênî pêşwazî dike û ji bo biryareke erênî jî pêşniyar bo kongreyê kir. Hem Kongreyê, hem wezareta karên derve û hem jî Komîteya Parastinê ji bo vê yekê şertê endamtiya NATO’yê ya Swêdê danîn. Armanca vê jî ew bû ku zextê li Tirkiyeyê bikin. Anku heke îktîdara AKP’ê endamtiya Swêdê qebûl neke dê modernîzekirina F-16’an çênebe. Lewma Tirkiye ji neçarî dê vê pêvajoyê erê bike.” 
 
HEVSENGIYA DI NAVBERA NATO Û RÛSYAYÊ DE
 
Têkildarî hevsengiya Tirkiyeyê di navbera NATO û Rûsyayê de jî Sonmez ev tişt anî ziman: “Piştî ku Hakan Fîdan bûy wezîrê karên derve û Îbrahîm Kalin jî bû serokê MÎT’ê, mirov dikare bibêje ku bi NATO’yê re serdemeke nû dest pê kir. Dê bandoreke zêde ya Fîdan û Kalin li ser polîtîkayên navneteweyî û herêmî çêbibe. Meyla van her du kesan jî zêdetir li ser welatên rojavayî ne. Di mijara polîtîkaya derve de em ê bandora vê bêhtir hîs bikin. Dê bandora van her du kesan a di dîplomasiya pişt perdeyê hîn zêdetir bibe. Tu gumanên min nînin ku dê Tirkiye endamtiya NATO’yê ya Swêdê erê bike. Em dikarin bibêjin hinek aliyên polîtîkaya Tirkiyeyê xitimî ne. Dê Fîdan û Kalin di mijara adaptasyona Tirkiyeyê ya NATO’yê de rolekî mezin bilîzin. 
 
DÊ TÊKILIYÊN GELO DÊ BANDOREKE ÇAWA LI RÛSYAYÊ BIKE? 
 
Em dikarin bibêjin ku dê hevsengiya Enqereyê di têkiliyên Ûkrayna û Rûsyayê de ava kiribû roj bi roj biguhere û ji kontrolê derkeve. Dê di hewldanên polîtîk ên Tirkiyeyê yên dema pêş de pirsgirêkên din bibin rojev. Fîdan, her ku diçe bêhtir berê xwe dide NATO’yê û ev jî bandorê li ser polîtîka û gotinên serokkomar dike. Lê serokkomar bêyî ku têkiliyên dîplomatîk û hevsengiyan hesab bike van tiştan dike. Ev yek jî di qada navneteweyî de bi xwe re pirsgirêkan tîne. Weke mînak; çendek roj berê di hevdîtina bi Zelenskî de got; ‘Divê Ûkrayna bibe endama NATO’yê ye.’ Hem DYA, hem Ewropa û hem jî Rûsya şaş man. 5 fermandarên ‘Tabûa Azovê’ ku weke neo-faşîst tên naskirin radestî Ûkraynayê kir. Rûsyayê jî bertekên pir tund nîşan dan. Ji ber ku li gorî lihevkirina heyî, heta ku şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de xelas dibû diviya li Tirkiyeyê mabûna. Tiştekî jirêzê nîne ku beriya civîna NATO’yê wiha kirin. Tê wateya peyama guherînê ya radîkal. Dema em li daxuyaniyên Rûsyayê dinêrin, dibînin ku dê têkiliyên wê yên bi Tirkiyeyê re pir zêde nebaştir bibin û bi xwe re encamên girîng bîne. 
 
DIBE KU TIRKIYE IDLIB, EFRÎN Û BABÊ TESLÎMÎ ŞAMÊ BIKE
 
Gelek dane hene ku dê asta têkiliyên niha yên bi Rûsyayê re, di pêşerojê de bi xwe re gelek krîzan bînin. Belkî jî di halê hazir de yek ji tiştên ku herî zêde Enqere naxwaze çêbibe, xerabûna têkiliyên bi Rûsyayê re ne. Lê pêvajo ber bi wê derê ve diçe. Ji bo sererastkirina van têkiliyan jî dibe ku Tirkiye li Sûriyeyê li gorî daxwaza Rûsyayê gavan biavêje û pêvajoya radestkirina Idlib, Efrîn û Babê ya ji bo hikûmeta Şamê bide destpêkirin. Enqere ji hêla aborî, polîtîk û leşkerî ve di dorpêça Rûsyayê de ye û divê heta demekî Rûsyayê aciz neke.” 
 
TIRKIYE ÊDÎ FERQ DIKE PIRSGIRÊK BI TESFIYEKIRINA HSD’Ê ÇARESER NABE 
 
Zanyarê siyasetê Pekoz diyar kir ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê di esasê xwe de girêdayî têkiliyên bi DYA’yê re ne û ev nirxandin kir: “Aliyekê vê yê din jî têkiliyên leşkerî û polîtîk ên DYA’yê yên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ne ku roj bi roj ev têkilî bêhtir mayînde dibin. Tirkiye her çiqas HSD’ê di çarçoveya ‘rêxistina terorê’ de binirxîne jî, tu endamên NATO’yê wiha nêz nabin. Berevajî vê, weke rêxistineke ku divê pê re hevkarî were kirin dinirxînin. Lewma şertê HSD’ê yê ku Tirkiye dideyne ser maseyê, ji bo Enqereyê nabe destkeftiyek. Berevajî vê, zirarê dide. Ji ber ku NATO, li gorî guherîn û veguherîna li Sûriyeyê, hemfikire ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze. Enqereyê ev rastî dît û êdî di wê ferqê de ye ku nikare pirsgirêka bi DYA û NATO’yê re li ser bingeha daxwaza tesfiyekirina HSD’ê çareser bike. Di demên pêş de Wezîrê Karên Derve Fîdan dê di van mijaran de çendek gavan biavêje û heke hevsengiyeke polîtîk ê nû were avakirin dê ev yek nebe surprîzek.” 
 
Herî dawî jî Pekoz ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî dibe ku ji bo modernîzasyona F-16’an rê li ber Tirkiyeyê were vekirin, îzolasyona di polîtîkaya derve de were rakirin û heke Enqere li gorî krîterên hatine diyarkirin tevbigere, dibe ku pêvajoya Yekitiya Ewropayê dîsa dest pê bike.”
 
MA / Firat Can Arslan

Sernavên din

18/07/2023
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin
21:42 Li Çêrmûgê civîna gel: Divê siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin
21:26 Li Baselê ji bo Dag û Er çalakî: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
20:32 Li Xîzanê qedexeya fîlî ya li dijî qanûnê hat îlankirin!
19:23 ‘Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin'
16:55 Nimêja Qeyûm: Rê hatin girtin û ser kesên tev li cemaetê bûn hat lêgerînkirin