26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin

  • rojane
  • 16:07 23 Cotmeh 2023
  • |
img

MANÎSA - Li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê 26 girtî xistin qawişa 10 kesî. Parêzerên ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin, diyar kirin ku girtiyên nexweş û pîr nikarin bêhnê bistînin û xwestin şert û mercên wan demildest bên başkirin. 

 
Li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê qawişên A8 û C14 di 13’ê cotmehê de kirin yek. 26 girtî xistin qawişa 10 kesî. Girtiyên ku bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn, diyar kirin ku qawişên wan kirine yek û nikarin di qawişê de gavekê biavêjin û bêbêhn mane. Li ser vê yekê endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Prz. Meral Kaban û Abdulmecît Yildirim di 18’ê cotmehê de bi muwekîlên xwe re rûbirû hevdîtin kirin. 
 
26 KES XISTIN QAWIŞA 10 KESΠ
 
Prz. Meral Kaban a têkildarî hevdîtinê agahî dan, wiha got: “Muwekîlên me diyar kirin ku di dema yekkirina odeyan de ji aliyê gardiyanan ve lêgerîn hatiye kirin û lêgerîn hişk û provokatîf bû. Zehmete ku 26 kes di qawişekê de bijîn, qada liv û tevgera wan nîne, pirsgirêka bêhnê, xwarinê û firaqan dikişînin. Hin tiştên girtiyan ji xwe re taybet kirine ji ber biçûkbûna odeyê ji aliyê rêveberiyê ve hatine komkirin û desteserkirin. Ji ber li odeyê cihê du girtiyan nîne neçar dimînin li erdê razên.”
 
‘DIVÊ ŞERT Û MERC DEMILDEST BÊN BAŞKIRIN’ 
 
Kaban, anî ziman ku gelek ji wan girtiyan 30 sal in di girtîgehê de ne û wiha berdewam kir: “Peywîra dewletê ye ku şertên li gorî rûmeta mirovên di bin çavdêriya wê de ne pêk bîne. Berovajiyê vê mûameleya nebaş û îşkence ye. Cihê girtiyan ê liv û tevgerê nîne, 26 kes tuwaletekê û serşokekê bikartînin. Ji ber qawiş biçûk e sîrkulasyona hewa kêm e. Hemû girtiyên li vir dimînin demekî dirêj e li girtîgehê ne. Gelek ji wan nexweşên kronîk in. Tiştên tên kirin binpêkirina maf e. Divê demildest şert û merc bên başkirin.”
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ Û PÎR NIKARIN BÊHNÊ BISTÎNIN’ 
 
Xwişka, Selman Gulbahçe yê li Girtîgeha Akhîsara Manîsayê tê ragirtin, Ayfer Gulbahçe jî bi telefonê bi birayê xwe re axivî. Gulbahçe diyar kir ku kekê wê gotiye 26 kes di qawişekê de tên ragirtin, girtiyên nexweş û pîr hene û zehmetiyê dikişînin ku bêhnê bigirin. Gulbahçe di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tiştên qewimin binpêkirina mafên mirovan e. 26 girtî xistine qawişeke 10 kesî. Rewşa wan qet ne baş e. Em weke malbat bi fikar in. Divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. Em dixwazin rayagiştî di vê mijarê de hestiyar bibe.”
 
 

Sernavên din

26/10/2023
11:05 Li DYA’yê êrişa çekdarî: Herî kêm 22 kes hatin kuştin
10:27 Bi hinceta ‘li derî xistine’ cezayê disiplînê dan 10 girtiyan
10:24 Wezaretê zaroka êzidî radestî malbata DAIŞ’î ku ew revandine kiriye
10:07 Soyal ê 78 salî tevî rapora ‘ji sedî 91 astengdar e’ û di dilê wî de pîl heye jî hate girtin
10:06 Li Biradostê êrişî wesayîtekê hate kirin
09:52 Mexmûriyên di êrişa dewleta tirk de birîndar bûn: Divê cîhan vê derê jî bibîne
09:43 Li malbata penaberê winda geriyan: Di destê îstîxbaratê de ye, pereyan bidin bila vegere malê
09:21 Başalan: Bedena jinê qada şer nîne
09:18 Ûcaman: Konseya Çandiniyê ya Amedê hêzekî navxweyî ye
09:17 Gundê xwe yê hilweşiyayî bi ruhê komunal ji nû ve ava dikin
09:05 Ji bo Rûbarê Zorê bang kir: HES dê bibe sedema qirkirineke mezin
09:04 Bi ÇEDES'ê re li dibistanan ewlehiya zarokan nema
09:02 DBP amadekariyên konferanseke mezin dike
09:01 Dikandarên erdexanî û qersî: Krîza aborî bê demokrasî û edaletê çareser nabe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2023'YAN
25/10/2023
21:06 Li Ewropayê çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan didomin
17:02 Rapora MFRR’ê: Tawanbariyên bêbingeh gelek caran li dijî rojnamegeran hatin bikaranîn
16:26 ‘Kişanak dema girtîmayîna demdirêj temam kiriye lê çima nayê tehliyekirin?’
16:07 Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir
16:02 ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne
15:58 Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn
15:57 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin
15:45 TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da
15:40 Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe
15:30 Koma Ma Muzîkê dê li Colemêrgê konser li dar bixe
15:29 Erdogan xwedî li Hamasê derket
14:28 Darizandina parlamenter Kaya dîsa nehat sekinandin
14:25 Operasyona li Licê hatibû destpêkirin didome
14:20 Doza Kobanê: Bêyî ku alî amade bin dadgehê li şahidê nepen guhdarî kir
14:19 Li Girtîgeha Karabukê berdana 11 girtiyan tê astengkirin
14:06 Li Amedê piştî 4 salan fûara pirtûkan: Dê pir zimanî be
13:09 Jinên botanî tecrîdê nîqaş dikin: Birêz Ocalan hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe
13:05 Gundiyan îtîrazî firotina erd a şaredariya AKP’î kirin
11:59 Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin
11:52 AYM'ê der barê Can Atalay de biryara ‘binpêkirinê’ da
11:48 Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin
11:33 Dozger xwest cezayê hefsê li rojnameger Canozer were birîn
11:00 Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir
10:11 Rewşa li Rojhilata Navîn: Di dawiyê tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye
10:10 Hemû hevberdevkên komîsyonên HEDEP’ê diyar bûn
09:28 Girtiyê ji sedî 68 astengdar nayê tedawîkirin
09:27 Pêkhateyên Şengalê: Azadiya birêz Ocalan azadiya Şengalê ye
09:26 Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin
09:07 Celalettîn Can: Li vir qanûn tune ye, jiyan di xetereyê de ye
09:06 Li Sîncanê berdana girtiyan tê taloqkirin: Jin hedef tên girtin
09:05 Qeyûmê ku milkên şaredariyê difiroşe, 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê
09:04 Dengê 'Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd' li seranserê cîhanê deng veda
09:03 ‘Waliyê Şirnexê weke rêveberê AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne’
09:00 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê cih û war in
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'YAN
24/10/2023
22:17 Cenazeyê Kaya piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
19:44 Rewşenbîr û nivîskar: Weke her gel û miletekî mafê kurdan jî heye ku rojgara xwe diyar bike
19:09 Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê dê li dijî tiryakê çalakiya nobedê bide destpêkirin
16:27 Derket holê ku miftiyê tacîzkar di çarçoveya ÇEDES’ê de hatiye peywirdarkirin
16:09 Rojnameger Selahattîn Kaygusuz hate girtin
15:24 Li Hewselê li dijî şer darên ‘aştiyê’ hatin çandin
15:03 HEDEP’ê ji bo lêkolînkirina guherandina navnîşanan pêşnûme da Meclisê
14:11 Doza Kobanê: Xwestina azadiya Abdullah Ocalan ne sûc e
14:02 10 roj in agahî ji penaberê ji rojavayê Kurdistanê nayê girtin
13:32 Hevseroka HDP’a Mûşê hate berdan
13:23 Rêveberiya Xweser dosyaya têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji NY’ê re şand
13:09 Rojnameger Nafiye Bal hate berdan
12:47 Hatimogûllari gazî AKP’ê kir: Çekdarên xwe ji Rojava derbixin
12:17 Serdegirtina avahiya HDP’a hat şermezarkirin: AKP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:05 Li çoltera Licê operasyon û şer diqewime
12:00 Dadgehê daxwaza di doza KCK’ê de piştî 12 salan nirxand
11:58 15 sal cezayê hefsê jê re dihat xwestin: Beraet bû
11:33 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
11:23 Endamên MYK’a HEDEP’ê diyar bûn
11:10 MKG: Rojnameger Bal di zûtirin demê de berdin
11:02 ‘PDK hewl dide li gel MÎT’ê Mexmûrê kontrol bike’
11:01 Der barê rojnamevanê ku wezîr rexne kir de lêpirsîn hat destpêkirin
10:48 Aktîvîstên TJA’yê: Em dikarin bi civaka polîtîk a ehlaqî li dijî şerê taybet bibin bersiv
10:24 Pirtûka girtî Kaya bi xwe nivîsandî bi hinceta ‘fikaredar e’ nadinê
10:13 30 sal piştre tehliye bû: Ev gel azadiyê heq dike
09:27 Ji AKP’ê amadekariya bidizî: 600 leşker û polîs li ser ‘Mêvaxneyê’ hatine qeydkirin
09:24 ‘Pirsgirêkên kurd û filistîniyan bi rêya demokrasiyê dikarin bên çareserkirin’
09:12 Qeyûm her tiştê şaredariyê difiroşe: Şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin
09:11 Mavîoglû: Ên ji bo şerê li dijî kurdan gotin 'erê' sedema feqîriyê ne
09:10 31 meh in xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Bila qanûn bên sepandin
09:09 Doza rojnamevan Parlak: Her ku dadgeh red dike dozger îtiraz dike
09:08 Li Semsûrê kavilên xaniyên hilweşiyayî hê nehatine rakirin
09:04 Li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir
09:03 AKP heyfa têkçûna xwe ji welatiyên feqîr digire
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû