STENBOL – Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê amadekariya kongreyê dike û wiha got: ““Bi rêxistinbûneke xurt em ê Stenbol û hemû Tirkiyeyê ji bo gelê xwe veguherînin qadên jiyanê. Niha dem hatiye ku em bi hev re dengê xwe bilind bikin.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê têkildarî 2’emîn Kongreya Asayî ya ku wê di 23'ê sibatê de bê lidarxistin, li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Endamên Komîsyona Kongreyê, Hevserokên Herêmê Gonca Yangoz û Murat Kalmaz û Wekîlê DEM'ê yê Stenbolê Celal Firat beşdarî civînê bûn.
Hevberdevkê Komîsyona Kongreyê Unal Yusufoglu ku daxuyanî xwend diyar kir ku wan mehek berê dest bi amadekariyên kongreyê kirine. Yusufoglu wiha got: “Em hêvî dikin ku kongreya me ya bajar ku em ê di vê pêvajoya girîng û dîrokî de pêk bînin, ji bo gelê me bibe sedema aştî, azadî û demokrasiyê. Stenbol navenda têkoşîna ked, azadî û jiyana nû ye. Stenbol ku di heman demê de bajarekî kurdan e, qada hevpar a têkoşîna karker, kedkar, elewî, jin û ciwanan e. Stenbol di siyaseta Tirkiye û herêmê de xwedî roleke diyarker e. Serketina Stenbolê serketiya Tirkiyê ye. Bi rêxistinbûneke xurt em ê Stenbol û hemû Tirkiyeyê ji bo gelê xwe bikin qada jiyanê. Em ê weke DEM Partiyê bi ruhê 1’ê Gulana 77’an, Gezî û kevneşopiya berxwedanê ya Newrozê têkoşîna xwe ya hevpar bi serkeftinê tacîdar bikin.”
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK
Yusufoglu anî ziman ku di kongreyê de ji bo civakîbûn û mayîndekirina têkoşîna aştiyê berpirsyariyên mezin hene û wiha got: “Em di serdemeke dîrokî ya ku hêviyên mezin ên aştiyê yên gelên Tirkiyeyê şîn bûye re derbas dibin. Rêxistina me ya Stenbolê ji bo ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd wê zêdetir têbikoşe. Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hêviyek li coşa jiyana hevpar û azadiya gelên Tirkiyeyê bi taybetî jî kurdan zêde kir. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, azadiya ked û biratiya gelan de em hevdîtina bi birêz Ocalan re girîng dibînin. Em ê xeta nû ya têkoşînê û perspektîfa siyasî ya ku em ê li gorî wê ava bikin biafirînin. Em ê hewl bidin fikra DEM Partiyê, qanûna pêkhateyan û beşdariya takekesî xurt bikin."
AŞTIYEKE BI RÛMET PÊWÎSTÎ YE
Yusufoglu bal kişand ser wê yekê ku ew ê ji bo çareseriya demokratîk, aştiya mayînde û edaleta civakî têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Navenda partiya me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û civakîbûna aştiyê amade ye ku her berpirsyariya xwe bi cih bîne. Rêxistina Stenbolê dê bi vê perspektîfê saziyên xwe nûjen û xurt bike. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya bi rûmet pêwîstiyeke bingehîn e. Kongreya Stenbolê ya DEM Partiyê ji bo avakirina siberoja demokratîk a ku gelê me jê re dixwaze bibe gaveke girîng. DEM Partiyê navnîşan û qada hevpar a têkoşîna kedkar, kurd, elewî û hemû bawerî û komên etnîkî yên li Stenbolê ye. Werin em careke din di nava DEM Partiyê de bibin yek û lêgerîna xwe ya têkoşînê parve bikin."
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonya Yangoz axivî û wiha got: “Pêvajoyên kongreyê demên rêxistinkirinê ne. Em diyar dikin ku em ê li qadan çi ji destê me bê em ê bikin û em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî pêvajoyê bibin."
‘EM BI HEV RE DENG DERXIN’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat, diyar kir ku kongre ji aliyê mafên hemû beşên civakê ve girîng e û wiha got: “Di pêvajoya ku Tirkiye tê re derbas dibe de, divê her beşê civakê bibe xwedî gotin. Di pêvajoyeke ku bêedaletî tê jiyîn û mirov tên marjînalîzekirin de, pêwîste hemû gelê me mil bi mil tevkariyê li vê pêvajoyê bike. Em di heman malan de dijîn, di heman atolyeyan de dixebitin û êdî divê em bi hev re deng derxin."
Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.