Di Sempozyûma Bajêr a Mêrdîmê de 'texrîbatên qeyûman'hatin nîqaşkirin

  • rojane
  • 19:15 28 Cotmeh 2023
  • |
img
MÊRDÎN – Di Sempozyûma Bajêr a 1'emîn de, texrîbatên qeyûman ên li bajaran hat nîqaşkirin. 
 
Lijneya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran (TMMOB) a Mêrdînê, li Mêrdînê Sempozyûma Bajêr a 1'emîn li dar xist. Sempozyûm li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Mêrdînê hat lidarxistin. Ji bajarên cuda gelek beşdar û axivêr tevlî sempozyûmê bûn. Sempozyûm bi axaftina Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB a Mêrdînê Aydin Aslan dest pê kir. 
 
‘QEYÛMAN BAJARAN QIR KIR'
 
Aslan bilêv kir ku bi destê qeyûman bajar û qadên jiyanê rastî texrîbatên mezin hatine û got ku Bajarê Dîrokî yê Darayê bi xwe jî qurbanî polîtîkayên rantê û polîtîkayên turîzmê yên şaş hatiye kirin. Aslan bilêv kir ku ji bo nîqaşkirina tevahiya pirsgirêkên bajêr û pêşniyazên ji bo çareseriyê ev sempozyûm li dar xistine û got ku ew dixwazin encamên sempozyûmê bi tevahiya gel re parve bikin. 
 
Paşê li ser navê şaxên TMMOB'ê yên Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê Alîcan Çetînkaya axivî. Çetînkaya diyar kir ku ji ber rastiya Kurdistanê pêdivî bi rêxistinbûyînê û bihêzbûnê heye û got: "Sedemeke herî girîng a vê yekê jî helwesta rêxistinkirî ya TMMOB'ê ya li dijî rêveberiyên qeyûman û qirkirina bajaran e."
 
‘DIVÊ PEYMAN BÊN BETALKIRIN'
 
Paşê li ser navê Lijneya Rêveber a TMMOB'ê Tûrgay Erkan axivî. Tûrgay bal kişand ser pevçûnên di navbera Filistîn û Îsraîlê û got ku di van sûcên li dijî mirovahiyê de bi qasî ÎSraîlê kesên bêdeng jî berpirs in. Erkan bilêv kir ku heman êriş li Kurdistanê jî hene û got: "Her wiha ev mesele, meseleya emperyalîzmê ye jî. Yekîtiya me her tim li her derî li teref aştiyê, azadiyê û piştevaniyê ye û helwesta antîemperyalîst daye der. TMMOB li gel gelê Filistînê ye. Divê neyê jibîrkirin ku pîlotên ku ji duh ve li Filistînê didin jî li welatê me hatine pwerdekirin. Lewma em bang li desthilatê dikin. Divê hemû peymanên bi Îsraîlê re, çi aborî çi leşkerî bên betalkirin." 
 
Di berdewama axaftina xwe de Erkan got: "Çareseriya van pirsgirêkan divê di çarçoveyeke rêveberiyên demokratîk de bên sererastkirin. Em TMMOB, di biryarên der barê bajêr de rêgeza diyarker a fêdeya ji bo civakê diparêzin." 
 
Paşê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag a qeyûm tayinî şûna wê hat kirin axivî. Altindagê jî bal kişand ser pêkanînên qeyûman û got ku ew ê li dijî êrişên li ser şaredarîvaniya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bitêkoşin. 
 
Piştî axaftinan di çaçroveya sempozyûmê de rûniştin hatin pêkanîn. Prof. Dr. Îdrîs Bedîrhanoglû li ser mijara "Sedema mirina zêde ya di erdhejan de çi ye? Divê çib ê kirin?" axivî û Doç. Dr. Pelîn Pinar Gîrîtlîoglû jî li ser mijara "Di pêvajoya erdhej, veguherîn û jinûvesazkirinê de bajar" sekinî. 
 
Paşê di rûniştina duyan de Parêzer Alî Kahraman jî li ser mijara "Bajar û Hiqûq" û Arkeolog Nevîn Soyûkaya jî li ser mijara "Parvekirina Ezmûna Pêvajoya UNESCO ya Amedê" sekinî. 
 
Di rûniştina sêyan de jî Antropolog Abdûrrahîm Ozmen, Plansaz Bajêr Vehbiye Cîran Ay axivîn. 

Sernavên din

29/10/2023
16:04 TJA’yê bi mijarên tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist
15:44 ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
15:26 Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê hate avakirin
14:40 Ocalan: Kesên bûne sedema mirina bi hezaran mirovan nikarin bibin navbeynkar
14:20 Cenazeyê Okan li Belarûsê hate dîtin
14:10 Artêşa Îsraîlê otobûsa rêwiyan hedef girt
13:18 Rejîmê nehişt cenazeyê Armîtayê li Kirmaşanê bê definkirin
13:12 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Werin em Komara Demokratîk bi hev re ava bikin
13:11 Tevî girtinan jî Çapemeniya Azad her tim nivîsand
12:19 Li Cizîrê qeyûm hate protestokirin: Em nas nakin
11:20 Ji edîtorê Rojnewsê ev 5 roj in agahî nayên girtin
11:11 Ji ber êrişan Herêma Cizîrê bê ceyran ma
11:07 Ahmet Turk: Aştî bi bêdengmayînê nayê
11:04 Ji Amedê ‘Banga ji bo Azadiyê’: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî
10:34 Hejmara 35’an a Kovara Jinê derket
10:22 Bi ser wefata ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad re 5 sal derbas bûn
10:08 Dîroknas Aydin: Hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi Komara Demokratîk dikare bên çareserkirin
09:12 Selma Irmak: Berxwedana gel 'Plana Çokşikandinê' rûxand
09:03 Dayikên Aştiyê: Çima gava ên dimirin kurd bin her kes bêdeng e?
09:03 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Di 8 salan de 19 hevdîtinên malbatê û 11 ên parêzeran hatin qedexekirin
09:02 Jinên herêma Botanê: Ev sedsal wê bibe sedsala ‘Jin Jiyan Azadiyê’
09:00 Şêniyên Harmanliyê ku di konteyniran de dijîn bi awayekî bifikar zivistanê pêşwazî dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2023'YAN
28/10/2023
19:31 TJA'yê li Mêrdînê kargeh li dar xist
19:18 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:15 Di Sempozyûma Bajêr a Mêrdîmê de 'texrîbatên qeyûman'hatin nîqaşkirin
16:02 Îmzevanên ‘Banga Aştiyê’: Ji bo aştî pêk were divê ewilî em ji aştiyê bawer bikin
15:54 ‘Girtî Bozkûrt ê nexweşê penceşêrê ye nayê dermankirin’
15:51 Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Dive Cemal Tanhan demildest bê berdan
15:29 Bayindir: Heke em li ber xwe bidin em ê dikaribin tecrîdê rakin
15:15 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tanhan sewqî Eskîşehîrê hat kirin
14:59 Rêvebera navenda HEDEP’ê hat berdan
14:55 ‘Tişta li Roboskê qewimî îro li Xezayê diqewime’
14:54 Qurbaniyên Qetlîama Licê hatin bibîranîn: Divê doz bi demboriyê re neyê hiştin
14:00 ÎHD: Sedsala komarê bû sedsala windakirinên di bin çavan de jî
13:52 Dîsa çalakiya Dayikên Şemiyê hat astengkirin
13:33 Ji 78 kesayetan ‘Banga Aştiyê’: Ji bo çareseriyê rola Abdullah Ocalan girîng e
13:06 Dema binçavkirina rêveberên HDP’î hate dirêjkirin
12:53 Kaya yê HEDEP’î ku sîxûrtî lê hatibû ferzkirin hate binçavkirin
12:07 Holandayê ji welatiyên xwe yên li Iraqê xwest welat biterikînin
11:39 Komeleyên ziman: Divê di sedsala duyemîn a komarê de dawî li înkara kurd û kurdî bê anîn
11:00 PENa Kurd: Li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî bisekinin
10:50 Armîta Garawandî jiyana xwe ji dest da
10:25 Rêvebera Navenda HEDEP’ê Ateş hat binçavkirin
10:24 Li gundên Şirnexê dorpêça leşkerî didome: Gundî sewalên xwe difiroşin û koç dikin
10:23 Alîgirên HUDA PAR’ê êrişî şaxa Starbucksê kirin
09:52 Ûysal: Em dikarin bi têkoşîneke topyekûn şerî rawestînin
09:51 Kesayet û jiyanek li ser şopa Xeyrî Dûrmûş: Îsa Kizil
09:08 Malbata penaberê winda serî li ÎHD'ê da
09:07 'Poşmanîtî' qebûl nekir berdana wî 9 mehan hat taloqkirin
09:07 Parlementerê HEDEP'ê: Tekane kesê dawî li şer bîne Abdullah Ocalan e
09:06 Girtiyê nexweş Îvrendî: Dixwazin cenazeyên me ji girtîgehê derkevin
09:05 Ji bo ajandaya partiya siyasî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' lêpirsîn
09:03 Bawer: Wêjeya zarokan ji bo siberoja zarokan xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2023'YAN
27/10/2023
23:15 Îsraîlê daxuyand ku dê îşev 'tevgera bejahiyê berfireh bike'
22:47 Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên kurd birîn
16:40 Rapora Girtîgehên Êlihê: Girtî li erdê radizin, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan
16:15 Di doza kuştina karmend Mungan de li 4 kesan cezayê muebbetê hate birîn
16:03 Olûç: Divê Serokwekîlê Meclisê yê çêr kirin îstîfa bike
15:41 Komek nijadperest êrişî xwendekaran kirin
15:26 Heta niha li Xezeyê 7 hezar û 326 kes mirin e
15:20 Cenazeyê Zeren Ertaş a li wargeha dewletê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:28 NY: Li Xezeyê pêdivî bi agirbestê heye
14:27 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê mirina Ertaş protesto kirin
13:54 Li Amedê herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin
13:19 Çêrên Adan ê MHP’î li girtekê nehat nivîsandin
13:18 Polîsan kartên hafizeya wênekêşê xera kirin!
13:14 Girtiyê ku tiliyên wî ketin ber berkazê nebirin nexweşxaneyê
13:08 Ji ber axaftina bi kurdî îşkence li girtî hat kirin
13:03 Nobeta ji bo Can Atalay hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome
12:51 Rayedarê firmaya ku tamîra asansorê kiribû hat binçavkirin
11:19 Dewleta tirk li Dêrikê malek bombebaran kir
10:51 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
10:40 Parêzerê Gultan Kişanak: Miwekîlên me bi biryarên siyasî girtî ne
10:28 Gelo binevser Kaya întîhar kir an hate kuştin?
10:15 Ciaccheri: Pêdiviya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye
10:13 Koma Hevra jî bo berxwedana dayikan stran derxist
09:30 Li dijî êrişên li ser Rojava pêngava ekolojiyê: Wê 4 milyon dar deynin
09:16 ‘Kurd dixwazin xeber ji Abdullah Ocalan bigirin'
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê hemû tiştên bi kurdî qedexe ne!
09:02 5 sal in ji bo wergirtina cenaze têdikoşin
09:01 Ozturk: Divê meseleya kurd jî wekî meseleya Filistînê esas bê girtin
09:00 Dayikên Aştiyê: Îsraîlê şermezar dikin, lê zarokên Rojava bombeberan dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/10/2023
22:35 Li Îzmîrê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat lîstin
18:55 Li Zanîngeha Dokûz Eylulê protestoya li dijî bihakirina fiyetê xwarinê
16:31 Girtiyê nexweş Cemal Tanhan felc bû
16:22 Rojnameger Ahmet Tulgar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 HRW: Êrişên Tirkiyeyê bandor li 4,3 milyon kesan kir
15:14 HEDEP li Stenbolê amadekariyên kongreyê dike
15:13 Banka Navendî faîz zêde kir
15:13 Di hevdîtinên bûdçeyê de nîqaşa li ser ‘dijminatiya li kurdan’
14:48 Konferansa Ciwanan a Cîhanê dê di 3-5’ê mijdarê de bê lidarxistin
14:37 Doza Kobanê: Dosya min a beriya 21 salan anîn pêşiya min
13:52 Plana rantê ya erdê Girtîgeha Bûcayê hate betalkirin
13:12 Dadgerê doza erişa li dijî HDP’ê hate guherandin
12:44 Şahidê di doza rojnamegeran de lê hatiye guhdarîkirin: Min îfadeyên nedîtibûn îmze kirin
12:05 Derbarê Boltan de biryara anîna bi darê zorê hate dayîn
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin