Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin

  • rojane
  • 15:12 6 Mijdar 2023
  • |
img
WAN - Di civînên gel ên li navçeyên Wanê hatin lidarxistin de, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a kurkirî û wiha hate gotin: “Em êdî azadiya fizîkî ya birêz Ocalan dixwazin û em ê ji bo vê bixebitin.”
 
Di pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên li Dêrguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û “Meşa Azadiyê” ya di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin li navçeyên Erdîş, Bêgirî, Qelqelî û Serav ên Wanê civînên gel hatin lidarxistin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes tev li civînên gel bûn. 
 
‘FELSEFEYA OCALAN LI HER DERÊ YE’ 
 
Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babûr a li eywaneke dawetê ya li Qelqeliyê ku welatiyên ji navçeya Seravê jî tev li bûn axivî, diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û girtîgehan li vir in û wiha got: “Ji ber desthilat ji me ditirse tecrîdê didomîne. Ji ber ku bi gelekî hewl dide felsefeya Ocalan li her qadê belav bike re rûbirû ne. Li girtîgehan zext û îşkenceyê li hevalên me ferz dikin. Li hevalên me yên 30 sal in girtî ne ‘poşmantî’ tê ferzkirin, înfazên wan tên şewitandin û taloqkirin. Bi salane îşkence û zextê li gelê me yê ji bo jiyaneke demokratîk têdikoşe dikin. Birêz Ocalan dibe ku bi awayekî fizîkî girtî be lê fikrên wî li her derê hene. Lê em êdî dixwazin birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Em ê jib o vê xebatan bimeşînin. Em îsal xebatan bimeşînin û daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan bikin. Divê her xebata me bihêz derbas bibe.”
 
‘RÊYA AŞTIYÊ DI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE’ 
 
Hevserokê HEDEP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî bi bîr xist ku bi salane li erdnîgariya kurdan şerên mezin tên meşandin û wiha got: “Gelê kurd ji bo maf, nasname û hebûna xwe têkoşiya û bedelên mezin dan. Divê êdî ev ax azad bibe. Ev ax nêzî azadiyê ye. Îro rêya aştî û azadiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk birêz Abdullah Ocalan e. Li tu welatan mînaka tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin nîne. Nahêlin em agahiyekê jî ji Îmraliyê bigirin. Qanûnan tune dihesibînin û vê tecrîdê didomînin. Ji bo avakirina aştiyê divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.”
 
‘OCALAN Û GELÊ KURD DÊ AZAD BIBE’ 
 
Hevserokê Şaxa MEBYA-DER’a Wanê Enver Taş jî anî ziman ku bi saya têkoşîna tê dayîn Ocalan û gelê kurd dê azad bibin. 
 
LI ERDÎŞ Û BÊGIRIYÊ JÎ CIVÎN HATE LIDARXISTIN
 
Civîna gel a Erdîş û Bêgiriyê jî li eywaneke dawetê ya li navçeya Erdîşê pêk hat. Di civîna ku pankarta “Bi rêbertiya azad, ber bi rizgariya demokratîk ve” hate daliqandin de Hevseroka Şaxa MEBYA-DER’a Wanê Hanim Kaya axivî û wiha got: “Li dijî gelê kurd polîtîkayên şer xistin meriyetê. Di êrişan de bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer tê kirin. Heke tecrîd bê rakirin aştî dikare pêk were. Îro ji cenazeyên me heta li her qadê êrişek heye. Ji ber vê yekê divê malbatên me li dijî vî şerî û tecrîdê xwe bi rêxistin bikin. Bi taybetî jî divê herkes li dijî polîtîkayên tecrîdê têbikoşe.”
 
‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN BI AWAYEKÎ FÎZÎKÎ AZAD BIBE’  
 
Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar jî bal kişand ser şerê li welatên Rojhilata Navîn didome û wiha got: “Yek ji van şeran jî li Kurdistanê xistine meriyetê. Dîsa tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan didome. Polîtîkayên tecrîdê weke binpêkirinên maf ên giran bandorê dikin. Sedemê bingehîn ên van pêkanînan ji ber hevdîtin pêk nayê ye. Divê îro herkes li dijî polîtîkayên tecrîdê têbikoşe û dengê xwe bike. Xwedî derketina li zarokên me tê wateya derketina li dijî polîtîkayên tecrîdê. Rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan têra nake, divê bi awayekî fizîkî azad bibe. Em îro careke din bang li muxataban dikin ku polîtîkayên tecrîdê bên rakirin.”
 
‘DIVÊ BERSIVEKE HÎN RÊXISTINBÛYÎ BÊ DAYÎN’ 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Miyesser Butun jî li dijî polîtîkayên şer ên zêde dibin diyar kir ku divê li diJ3I daxwazên aştiyê bersiveke hin rêxistinbûyî bê dayîn. 
 
Parlamenterê Wanê Mahmût Dîndar jî anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tevî hemû zextan bi sed salane berdewam dike û bi lêv kir ku weke malbatên girtiyan û kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên wan. 
 
Civîn bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

07/11/2023
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû
10:39 Bi hezaran kes herikîn konferans DBP’ê
10:39 Doza 22 jinên tên darizandin dest pê dike
09:59 Di lêpirsîna Kader Ortakaya de ev 9 sal in tu pêşketin nînin
09:14 Unsal: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê aştî çêbibe
09:10 Bi demsala zivistanê re liv û tevgera li Sûka Sobefiroşan zêde bû
09:09 'Divê qanûna sansurê bê betalkirin'
09:08 Sûcên li hemberî zarokan: Ji ber terîqetan em nikarin pêwendiyê bi malbatan re deynin
09:07 Şaredarê derbasî AKP'ê bû şaredarî di nava deynan de hiştiye
09:06 Lêpirsîna der barê strana kurdî de bi biryara 'neşopandinê' bi dawî bû
09:03 Aktîvîsta TJA'yê ji ber qeyda dengê ku ne aîdê wê ye ev du sal in girtî ye!
09:03 'Simîda Diaxive': Êdî kes nikare simîdan jî bikire