Li Botanê civîna gel: Hewcedariya gelan bi azadiya birêz Ocalan heye

  • rojane
  • 16:09 10 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Parlamantera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bi pergaleke taybet tê birêvebirin û got: “Îro pêdiviya hemû gelên Rojhilaa Navîn û cîhanê bi azadiya birêz Ocalan heye.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlekariya Bilind tê girtin 32 meh in tu agahî jê nayê standin. Ev rewş bi xwe re bertekan jî tîne. Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, kampanyaya “ Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” hat destpêkirin. Her wiha dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlikê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Di çarçoveya kampanyayê û plansaziya meşê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê li eywana konferansê ya partiyê civîna gel li dar xist. Parlamantera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan, aktivîstên TJA’yê, rêveberên rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta, “Ji rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” hate daliqandin. 
 
Civîna gel bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nirxandina Ocalan a li ser girtîgeha Îmraliyê hate xwendin. Di dîwanê de parlamentera HEDEP’ê Newroz Uysal Aslan, Ahmet Başak û hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Zîlan Yaman cih girt. 
 
‘DIVÊ LI HER PARÇEYEK LI BER TECRÎDÊ RABIN’ 
 
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku bi girankirina tecrîdê xwestin ku Ocalan bidin jibîrkirin û wiha axivî: “Azadiya birêz Ocalan ji gelên Rojhilata Navîn û cîhanî re hewce û lezgîn e. Ji bo azadiya birêz Ocalan niha gelek kampanya û çalakî hatin lidarxistin. Lê belê ev nebûn sedem ku deriyê Îmraliyê bê vekirin. Ev 32 meh in ku tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Ji bo azadiya Ocalan li 72 welatan kampanya hatin destpêkirin. Di nav vê kampanyayê de jî gelek siyasetmedar, nivîskar û rojnameger cih digirin. Ji îro pê ve ji her demê bêtir hewcehiya gelê kurd bi azadiya Ocalan heye. Ji ber wê divê ku li her çar parçeyan li dijî tecrîdê seknek bê nîşandan.” 
 
‘REWŞA LI ÎMRALIYÊ LI DIJÎ EHLEQÊ YE’ 
 
Uysal bi lêv kir ku Ocalan ji ber ku teslimî pergalê nebû pergala tecrîdê xistin dewrê û wiha domand: “Li gelê kurd bindestiya sedsalan tê ferzkirin. Dema ku birêz Ocalan hatiye girtin 10 sal bi tena serê xwe ma. Piştre hin girtiyên din birin Îmraliyê. Radyo, televizyon û rojname nadinê. Ji her mafên xwe yên rewa bêpar tê hiştin. Rewşa ku niha li Îmraliyê heye li diji hiqûq û exleqê ye. Ev rewşa Îmraliyê bi çend seatan nayê vegotin. Birêz Ocalan beriya ku bê girtin li Sûriyê bû û digot, ‘Ev pergala serdest bi şer ji xwe re dinyayekî ava dikin û yê ku serkêşiya vê pergalê dikin gelê kurd perçe kirin, li dijî vî şêrî divê ku em rêbazeke aştiyane bibînin’.  Piştre birêz Ocalan bang li gelan kir û got, ‘werin em bi hevre li dijî vê pergalê, pergaleke wekhev ku her kes bikaribe tê de hebe ava bikin’. Li ser vê heqîqetê helwest nîşan da.” 
 
‘32 MEH IN AGAHÎ JI OCALAN NAYÊ GIRTIN’ 
 
Uysal diyar kir ku pergala ku li Îmraliyê hatiye bicihkirin bi taybetî hatiye hilbijartin û wiha axivî: “ Di wir de pergalek ava kirin û ew pergal jî ev e ku dixwazin her kurdek di bin tecrîdê de be. Bi guhertina qanûnan pergala tecrîdê xistin meriyetê. Dema ku rêberê gelekî ku têkoşîna azadiyê dide, hate girtin ew gel perçe dibe. Ji ber wê dewleta tirk jî pergala tecrîd ava kir û qasî ku ji destê wan tê giran dikin û ev pêkanîn ceriband û didomîne. Bi salan e salane birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Ev dorpêça li Îmraliyê îro li ser her qadên civakê û siyasetê belav bûye. Bi girankirina tecrîdê xwestin tespît bikin ku gelê kurd dê jibîr bike yan na. Dewletê got, ‘Heke ku em rêberê vî gelî dorpêç bikin û tune bikin ew ê bikaribin tune bibin’. Lê gelê kurd li her qadan berteka xwe ya li dijî tecrîdê nîşan daye û dide. Herî dawî me ji Îmraliyê agahiyek stand. Li ser vê agahiyê gelê kurd rabû ser pêya. Piştre di dema pêvajoya koronayê de bi malbata xwe re hevdîtin kiriye. Piştre li ser jiyan û tenduristiya birêz Ocalan agahî belav kirin. Ev 32 meh in tu agahî ji Îmraliyê nîne. Îro em ji tendûristî û rewşa wî agahdar nîn in. Bi vê tecrîdê şerê xwe mezintir dikin. Dibêje ku heke ku ez wisa bidomînin dê her kes jibîr bike. Dixwazin bi vê yekê bi ser bikevin. Lê em bi van kampanyayan dixwazin ku haya gel ji vê pêkanîna dewletê ya li Îmraliyê hebe. Heta ku em tecrîda li Îmraliyê ranekin, em ê nekarîn heta li ber deriyê xwe jî rûnin. Divê ku her kes bi ruh û bi hiş bi birêz Ocalan re hevrêtiyê bike da ku em bikaribin tecrîdê rakin.”
 
Piştî axaftina Uysal, civîn bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
 

Sernavên din

14/11/2023
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû
15:51 Cemal Tanhan hat entubekirin
14:14 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn
14:02 ‘Divê astengiyên li pêşiya azadiya birêz Ocalan bên rakirin’
13:49 Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî: Em ê xetekê ava bikin
13:48 TJA: Werin em ji azadiyê re bibin rê
13:47 Qeyûmê Êlihê makîneyan li şûna 224 hezar lîreyî bi 474 hezar lîreyî kiriye
12:08 Berdevka HEDEP’ê îdiaya ‘dîplomasiya bi AKP’ê re derewand
10:38 Li Agiriyê amadekariya ‘Meşa Azadiyê’: Em ê li Gemlîkê bin
10:37 Ji rojnameger Ehmed 20 roj in tu agahî nayên girtin
10:17 HEDEP: Em ê qeyûman bişînin
09:53 Komkujiya Sînemaya Amûdê: Xwestin kurdan tune bikin
09:12 Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin
09:10 Derbarê girtiyê nexweşê giran Boltan de dîsa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan
09:08 Qeyûmê Wanê li pêşiya astengdaran dibe asteng
09:05 Ji Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
09:02 Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike
09:02 Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:34 Xwebûn bi manşeta 'Ji bo azadiyê bi biryar in' derket
12/11/2023
23:35 Mînîbusa ji kontrolê derket li malekê da: 3 kes birîndar bûn
19:21 Li Cizîrê dîwana dengbêjan hate danîn
18:28 Li Şirnexê şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, sê jî birîndar bûn
17:14 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
16:53 Amedsporê li deplasmanê pûanek stand
16:41 Fîdan: Ji bo asîmîlekirina kurdan ev 100 sal in tişta ji dest hatî kirin
16:30 Hevserokên HEDEP’a Stenbolê diyar bûn
16:05 Hatîmogûllari: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilindtir bikin
15:31 Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin
14:55 Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir
15:57 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe
15:54 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Celalettîn Can tavilê bê berdan
15:40 Girtiyê nexweş Karataş: Heke ez bimirim ÎGK’ê û îdareya girtîgehê berpirsiyar e
15:30 Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin
15:07 Aqûbeta Tekdag û Yetîşen ên beriya 29 salan hatin windakirin hate pirsîn
14:53 Piştevaniya ji bo Dayikên Aştiyê dewam kir
12:22 Dayikên Şemiyê yên dest jê bernedan jinûve Qada Galatasarayê ne
10:50 Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin
10:49 18 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:20 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:17 Dîmenên vemirandina şewata karker parve kir: Vaye sedsala Tirkiyeyê
10:07 Nûnera TÎHV’a Wanê: Rewşa li girtîgehan metirsîdar e
10:06 Li Çewlîgê Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê hate girtin
09:26 Hejmara 7'an a Kovara Destarê derket
09:08 Prz. Demîrel: Heya rewşa Îmraliyê neyê çareserkirin, pirsgirêk çareser nabin
09:07 Paryanî ya Efxan: Em ne tenê li dijî Talîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin
09:06 Ji îmzevanê 'Banga Aştiyê' Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye
09:05 Bersiva ji bo biryara AYM'ê ya ji bo 'Qanûna Sansurê': Em bêdeng nemînin
09:04 Rêveberê MED-DER’ê Aktaş: Cîhan zimanê kurdî nas dike, çawa hûn nas nakin?
09:03 Qeyûmê ku ji bo xizmetê 'pere nabîne', dê karê midûriyeta polîsan bike
09:02 Doza tazmînatê ya der barê Ejder Ecer de hat redkirin
09:01 ‘Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'YAN
10/11/2023
19:54 Cenazeyê Ogûz piştî 27 mehan hat definkirin
19:47 Kişanak: Tu hêcet tune ye, dema girtinê temam bûye
19:19 Li Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezaran derbas kir
18:45 Nergis Muhammedê greva birçîbûnê bi dawî kir
17:50 Ciwanê winda bûbû cenazeyê wî hat dîtin
16:13 Rojnameger Kizmaz hate berdan
16:09 Li Botanê civîna gel: Hewcedariya gelan bi azadiya birêz Ocalan heye
15:20 Doza Kobanê: Êdî wê dengê defê li ber guhê AKP’ê biteqe
15:19 Baroya Rihayê: Tirkiyeyê wesfa xwe ya dewleta qanûnan winda kir
15:11 Jinan berdana çawişê pispor ê tacîzkar protesto kirin
14:01 DÎSK dê ji bo edaletê ber bi Enqereyê ve bimeşe
13:23 Ji sedî 86,7’ê welatiyan xwestin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin
13:05 Rojnameger Mehmet Kizmaz hate binçavkirin