Bakirhan: Hewcehiya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye

ÇEWLIG - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser nûjenkirina Belgeya Siyaseta Ewlehiya  Neteweyî û wiha got: “Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  Tuncer Bakirhan li navçeya Kanîreşê ya Çewligê di hevdîtina bi gel re de axivî.  Hevdîtin li pêşiya avahiya partiyê ya navçeyê hat lidarxistin û xelkê navçeyê herikî qada hevdîtinê. Bakirhan û şandeya pê re di ketina navçeyê de bi konvoyekê hatin pêşwazîkirin û li navenda navçeyê jî govend hate gerandin û tililî hatin avêtin. Dayikên Aştiyê di rêza herî pêş de bûn û coşeke zêde ya ciwanan hebû. Hevdîtina bi gel bi rengên kesk, sor û zer veguherî pîrozbahiyê û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” olan da. Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz, Omer Faruk Hulaku, namzetên hevşaredariyê yên Çewligê Aydin Burçun û Çîçek Arîç û namzetên hevşaredariyê yên Kanîreşê Zuhre Eroglû û Mehmet Genç jî tev li hevdîtinê bûn. 
 
Namzetên Kanîreşê di hevdîtinê de axivîn û gotin ku DEM Partî partiya jiyanek birûmet e û bêyî ku li ziman û nasnameya tu kesî binêrin, dê bi awayeke wekhev xizmetê ji her kesî re bikin. Namzetan bang li gel kirin ku li dora DEM Partiyê hev bigirin. 
 
OGEN BI BÎR ANÎ
 
Piştre jî Tuncer Bakirhan axivî û di serî de Hamdullah Ogen ê di hilbijartinên 2015’an de hatiye qetilkirin bi bîr anî. Bakirhan, wiha got: “Ez tevahiya kesên heta niha ked ji bo partiya me dayîn û ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînim.” 
 
Bakirhan, anî ziman ku li Kanîreşê tu tiştek nehatiye kirin û wiha got: “Li Kanîreşê nexweşxane heye lê cîhaz tune ne. Dema xelkê me nexweş dikeve û ber bi Erzirom an jî Çewligê ve diçin di rêyan de jiyana xwe ji dest didin. Gelo li navçeyeke wiha çawa bijîşkên pispor nabin? Li her çar aliyên wê av diherike lê bêav e. Em li vir bangî Erdogan dikin; ji 2004’an ve Çewlig di destê AKP’ê de ye. Kanîreş jî di destê AKP’ê de ye. We digot em xizmetê nadin kesên dengê xwe nedane me. Wê demê hûn çima nadin vê derê?” 
 
TU TU KESAN DE TAQET NEMA
 
Bi domdarî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Tu xizmet û çavkaniyên debarê nabin cihên kurd lê dijîn. Li hemû deverên kurd lê dijîn zilm û koçberî heye. Hevalên ku kar peyda nakin jî diçin metrepolan. Bi nexweşiya sîlîkozîzê dikevin. Tenê li Kanîreşê 28 hevalên me ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan. Yên bûne sedema mirina wan îktîdara AKP-MHP’ê ne. Xelkê me çima li cihê jê dayik dibe kar peyda nake? Dixwazin van herêman ji kurdan xalî bikin. Dema li vî welatî me îktîdara kedkaran bi dest xist, dê kar û derfetan bibin hemû cihan. Dê ciwanên me li Kanîreşê nekevin dora , goşt û nan. Herêma sewalkariyê ye lê ji bo goştê erzan dikevin rêzê. We hêza kirînê di tu kesî de nehişt. AKP aboriya Tirkiyeyê pêşkeşî çendek sermayedaran dike. Ka 10 hezar lîreyan bide Bîlal Erdogan bê ka dê çawa bikare pê bijî. Taqet di du kesekî de nema. 
 
BACÊN ERDHEJÊ PÊŞKEŞ KIRIN
 
Zimanên me yên dayikê yên bi hezaran sala ye li ser vê xakê dijîn tune dihesibînin. Qeyûman li şaredariyên gelê kurd tayîn dikin û dijminatiyê li îrade û pêşeroja me dikin. Lewma ev hilbijartin wesîleyeke. Tekane partiya ku dahatûya gelê kurd, ziman, rabûrdû û mafên wekhev ên birûmet ên xelkên vî welatî diparêze, DEM Partî ye. Çewlik bajarê erdhejê ye. Ji 2002’yan heta niha gelo we dîtiye ji bo edhejê tevdîrek girtin? Bacên erdhejê pêşkeşî çeteya 5’an kirin. Em ê bersiva vê ya herî baş di 31’ê Adarê de bidin. Em ê Kanîreşê careke din bi feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk re bikin yek. Li cem me dizî û nelirêtî tune ye. Em ê ji çavê xwe baştir li Kanîreşê binêrin. Gelo hûn ferq dikin bê ka li vir şaredarî heye yan na? Çima miameleya kurê jinbavê li Kanîreşê dikin? Şaredarê vê navçeyê li ku ye? Li keyfa xwe dinêre. Tu eleqeya wî bi zimanê kurdî û kurdan tune ye. Tenê derdê wî kursiya wî ye. Demîrtaş û Kişanak ji bo hûn bikarin bi zimanê xwe biaxivin têkoşiyan lewma niha di girtîgehê de ne. Em ê di 31’ê Adarê de ji Kişanak û Demîrtaş re mizgîniyeke mezin bişînin.” 
 
BANG LI ERDOGAN KIR
 
Bakirhan, têkildarî nûjenkirina Belgeya Siyaseta Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê ku Erdogan gefên hundir û derve yên li dijî Tirkiyeyê tê de pênase kiriye, weke Destûra Bingehîn a nepen û “Pirtûka Sor” tê pênasekirin jî wiha got: “Erdogan dibêje; ‘bila pirtûka sor bê nûjenkirin.’ Pirtûka sor destûra bingehîn a veşarî ya Tirkiyeyê ye. Pirtûka wê ye ku xizmet ji kurdan re neyê kirin, kurd bi zimanê xwe neaxivin, erdnîgariya Kurdistanê ji kurdan bê valakirin. Weke ku wehşeta heta niha têrî wan nekiribe, îcar bawerim hewl didin me tune bikin. Ev, durû ne. Gelo hûn neviyên Şêx Seîd ma dê hûn dev ji zimanê xwe berdin? Wê demê divê em di 31’ê Adarê de vanan di sindoqê de têk bibin. Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye. Banga min ji bo Erdogan e; werin em bi hev re pirtûka aştiyê ya Tirkiyeyê binivîsin.” 
 
Piştî axaftina Bakirhan, girseyê govend gerand û hevdîtin bi dawî bû. 
 

Sernavên din

02/08/2024
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan