MÛŞ - Ayla Akat Ata, di civîna gel a Mûşê de axivî û got: “Em ê xwedî li xaka xwe, welatê xwe û rêbertiya xwe derekvin. Hêvî hûn in û em ê pêvajoyê bi ser bixin.”
Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, li Mûşê “Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Çetîn Arkaş ku 9 mehan li Girtîgeha Îmraliyê mabû, Ayla Akat Ata ya TJA’yî û parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê weke axêver tev li bûn. Hevdîtin, li eywaneke dawetan a bajêr hat lidarxistin. Li eywanê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin.
Axêver, bi çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Sûzan Akîpa axivî û got: “Ji bo ev pêvajo bimeşe, azadiya birêz Ocalan bi rastî jî ferz e.”
'JIN DÊ PÊVAJOYÊ AVA BIKIN’
Ayla Akat Atayê jî anî ziman ku ew ê xwedî li axa xwe, welatê xwe û rêbertiya xwe derkevin û got: “Hêvî hûn in û hûn dê pêvajoyê bi ser bixin. Em jin dê tam di nîva pêvajoyê de cih bigirin û pêvajoyê ava bikin.”
'JI BO MAFÊN PIR BIÇÛK BEDELÊN GIRAN HATIN DAYIN’
Herî dawî jî Çetîn Arkaş axivî, bal kişand ser tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirkan û got: “Heke pergalekî demokratîk hebe, wê demê çima mirov dê di nava wê pergala demokratîk de çekan bi kar bînin? Ma tiştekî hêsan e ku mirov rahêje tifingê û mirinê bide ber çavên xwe? Tiştekî hêsan nîne mirov li çiyê tî û birçî bimîne. Bi dehan salan mayina di hefsan de, cînayetên kiryarên wan nediyar, bêgorî me tiştekî wisa hêsan e? Heke mirovan ev dabin ber çavan, demek derdekî wan heye. Dixwazin vê vebêjin. Kurd axivîn lê we ew fêm nekirin, qîriyan we dengê wan nebihîst. Îro gelê Kurd bi hebûna xwe re bû yek. Xwedî îdeolojiya pêşeroja Rojhilata Navîn e. Xwedî rêbertiyekê ye. Kurdan, ji bo mafên xwe yên herî biçûk jî bedelên pir giran dan.”
Axaftin, bi dirûşma “Bijî Serok Apo" bi dawî bû. Piştre jî beşdaran nirxandin kirin û civîn bi çepikan bi dawî bû.
