'Li Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin berpirs Wezareta Dadê ye'

img
RIHA - Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke, destnîşan kir ku Tirkiye bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re destûra bingehîn û peymanên navneteweyî bin pê dike û got: "Li Girava Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin, berpirsê wê Wezareta Dadê ye."
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê tên ragirtin de, 36 meh in tu agahî nayê girtin. Kampanyaya ku li Ewropayê û cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd hat destpêkirin, ket qonaxa duyemîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya di çarçoveya kampanyayê de di roja 103'yan de berdewam dike, li gelek deverên cîhanê çalakiyên cur bi cur tên li darxistin. 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke, diyar kir ku Tirkiye bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qanûnan binpê dike û got ku saziyên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên siyasî li dijî vê bê hiqûqiyê bêdeng in.
 
'TIRKIYE PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊDIKE'
 
Îbrahîm Halîl Oyke bi lêv kir ku li cihanê mînakên wekî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tune ne û wiha got: “Mafê girtiyan ê hevdîtina bi malbat û parêzeran re di qanûna bingehîn de wekî mafekî teqez hatiye misogerkirin. Her wiha peymanên navneteweyî jî vî mafî misoger dikin. Tirkiye hem di makezagona xwe de hem jî di peymanên navneteweyî yên ku pê ve girêdayî ye ev maf qebûl kiriye. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin, pergaleke kesayetî ye ku li cîhanê tu mînakên wê tun ne. Tecrîd ne hiqûqî ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê birêz Ocalan de ji ber ku mafê heviyê hatiyê binpêkirin Turkiye weke sûc kiriyê pênase kir. DMME, ji ber ku mafê hevdîtina bi parêzer û malbata wî re hatiye astengkirin û mafê hêviyê hatiye binpêkirin biryar da ku qanûneke şexsî ya ku dibêje ew ji girtîgehê dernakeve hatiye sepandin û Tirkiye sûcdar dît.  Lê ev biryar heta niha ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye cîbicîkirin. Ji bo ku ev biryar bê tetbîqkirin divê ji aliyê Tirkiyeyê ve rêziknameyên qanûnî bên çêkirin. Jixwe qanûnên  Tirkiyeyê jî rê li ber azadiya fizîkî ya birêz Ocalan vêdike. Lê Tirkiye li gor van qanûnan tevnagerê. Tirkiye bi nesepandina vê qanûnê û tecrîda girankirî ve gelek sûcan bi hev re pêk tînê. Li Grava Îmraliyê sûce binpêkirina mafan û dilgirtinê pêk tê."
 
'TECRÎD LI SER GELAN TÊ MEŞANDIN'
 
Oyke bal kişand ku bi pêkanînên tecrîdê re li hemû qadên civakê binpêkirina mafan pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîd li her qada civakê belav bûye. Dema em li biryarên komîteyên îdarî û çavdêriyê yên li girtîgehan dinêrin em bandora tecrîde dibînin. Her wiha dema kesên di civakê de nikarin nêrînên xwe bi awayekî vekirî bînin ziman dibînin em dîsa tecrîde dibînin. Ev hemû jî yek jî beşên spandina tecrîde ne. Tecrîd bi rastî li hemû qadên jiyanê belav bûye û êdî bûye polîtîkayeke dewletê. Ev polîtîka ne tenê li ser birêz Ocalan, li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê jî tê meşandin. Mirov ji ber zextên dewletê nikarinê fikir û remanên xwe bînin ziman ev zext jî di encama tecrîde de derdikeve holê. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rê li ber gelek binpêkirinên hiqûqî jî vêdike."
 
BÊDENGIYA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ
 
Oyke bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û saziyên navneteweyî jî rexne kir û ev tişt gotin: "Ji ber ku saziyên hiqûqî yên navneteweyî li gorî şert û mercên siyasî tevdigerin, bi awayekî serbixwe rol û mîsyona ku ji wan re hatiye dayîn bi cih naynin.j Ji ber şerê ku niha li Rojhilata Navîn berdewam dike û rewşa siyasî ya welêt CPT û saziyên hiqûqî yên navneteweyî ji binpêkirinên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tên re bêdengin. Sedema vê bêdengiyê jî ev sazî ne li gor hiqûqê lê li gor berjewendiyên siyasî tevdigerin. CPT saziyeke navneteweyî ye ku ji bo welat li gorî qanûnên xwe yên navxweyî û peymanên navneteweyî tevbigerin û pêşî li îşkenceyê bigire, hatiye avakirin. Lê em dibînin ku CPT vê rol û mîsyonê bi cih nayne. Hata rapora xwe ya dawî jî bi raya giştî re parve nekir. CPT berojavî rol û mîsyona xwe tevdigerê. 
 
'DIVÊ HEMÛ KES LI DIJÎ TECRÎDE DENGÊ XWE BILIND BIKE'
 
Di berdewama axaftina xwe de Oyke tekildarî grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin bi lêv kir ku daxwaza girtiyên mafekî rewayê û wiha pê dê çû:  "Ji ber ku qanûn bi pêkanînên keyfî li girtîgehan nayên bicihanîn, girtiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan û bi rebazên demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê kirin. Daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne. Ev mafên ku divê di civaka demokratîk de hebin ev in. Lê belê ji ber ku ev maf nehatin bicihanîn, girtî neçar man dest bi greva birçîbûnê bikin. Divê ev daxwaz neyên paşguh kirin û dewlet demildest daxwazên girtiyan bi cih bîne."
 
Oyke destnîşan kir ku ji her neyîniya ku li Girava Îmraliyê çêbibe Wezareta Dadê berpirsyar e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê hemû alî li ser xala ku tecrîd li dijî hiqûqê ye biaxivin. Divê tu kes bêyî dudilî li dijî vê rewşa neqanûnî derkeve. Li dijî tecrîde derketin rewa ye berevajî vê li dijî vê yekê derneketin ne qanûnî ye.  Ji ber vê yekê divê parêzer, baro û saziyên sivîl vê bêhiqûqiyê bînin ziman. Li hemberî vê tecrîdê pêwîste Wezareta Dadê jî gavan biavêje. Ji her neyîniya ku li Girava Îmraliyê çêbibe Wezareta Dadê berpirsyar e. Li dijî vê pêkanînê ku li dijî rûmeta mirovî ye pêwîste her kes dengê xwe bilind bike.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

05/08/2024
15:03 Werîşe Muradî dadgehê protesto kir û beşdarî danişînê nebû
15:02 Li Cizîrê ji ber germahiyê kolan vala man
14:41 Serokwezîra Bangladeşê welat terikand
14:20 Ji ber bobelata ceyranê giliyê Serokê Şaredariya Îzmîrê hat kirin
14:20 Bangawaziya hevpar: Divê biryara Can Atalay were pêkanîn
13:54 Zilamê ku Pinar Bayrakê kuştibû hate girtin
12:58 Jinek li Mêrsînê hate kuştin
12:24 Li Îngîltereyê kabîne li dijî êrişên nijadperest bi lezgînî dicive
12:04 Di çalakiyên protestoyê yên li Bangladeşê de 300 kes mirin
11:22 Li navçeya Şankûşê agir bi dar û deviyan ketiye
10:36 Li Elkê 3 gund du meh in di bin dorpêça leşkerî de ne
10:34 Îdiaya TUÎK’ê: Enflasyona salane daket ji sedî 61’an
09:52 ENAG: Di meha tîrmehê de enflasyon ji sedî 5,91 zêde bûye
09:29 Tedawiya girtiya siyasî ya nexweş tê astengkirin
09:11 Dayika girtiyî ya li dij tecrîdê têdikoşe: Em jiyanekî wekhev dixwazin
09:04 ‘Qedexekirina kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan’
09:01 Nivîskar Yurtsever: Tirkiye dixwaze cihên hatine valakirin dagir bike
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2024'AN
08:33 Xwebûn bi manşeta ‘Govend azadî ye’ derçû
04/08/2024
22:37 Jîn Artê konsera Kasim Taşdogan li dar xist
22:14 Di tûrnûvaya futbolê de bal kişandin ser zimanê zikmakî
20:17 Îsraîlê dîsa êrişî dibistanan kir: 30 kes mirin
19:59 Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin: Em berxwedana jinan silav dikin
17:41 Prof Ekîncî yê gotibû ‘Pêşî Kurdî’ vexwendin îfadeyê
17:09 Hevserokên TUHAYDER’ê hatin berdan
16:33 Li Xeta Jinê hevdîtina jinan
16:00 Li Qersê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
15:37 Li Mêrdînê karkerekî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
14:34 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Guftûgo û muzakere welêt parçe nakin
14:05 Damezirînerê SADAT’ê Tanriverdî mir
13:54 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e
13:50 DEM Partî çû serdana girtiyên Doza Geziyê
12:46 Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin
12:37 Li dijî tecrîdê çalakiyên rûniştinê tên destpêkirin
11:47 Li Amedê komxebata ekolojiyê hat lidarxistin
11:40 Bîlançoya şer a meha tîrmehê hat eşkerekirin
10:25 Hejmara 75’emîn a Kovara Jinê derket
10:03 Ji bo 8 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:54 ‘Em hewl didin jinan bêhtir tev li hemû qadên jiyanê bikin’
09:26 Rewşa girtiyê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:20 ‘Dagirker ji qûbê dibeze, asteng û qedexe dike’
09:11 Girtiyê ku di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê nayê berdan
09:10 Şîrketa çavberdaye Hasandinê diyar bû
09:07 Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin
09:04 Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin
09:02 ‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
03/08/2024
22:59 Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin
21:34 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
21:18 Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar
16:16 Meclisa Jinan: Li Şengalê yekitiya gelan hedef girtin
16:08 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujî şermezar kirin
15:50 TJA’yê ji serokkomarê Iraqê re name şand
15:43 Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin
15:25 Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin
14:51 Banga ‘Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin’ hat kirin
14:31 Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan banga edaletê kirin
13:59 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
13:36 Lêpirsîna êrişa Edliyeya Stenbolê: Ji 19 kesan re heya 15 salan ceza hefsê hat xwestin
13:14 Li Somaliyê teqîn: 32 kes mirin, 63 kes birîndar bûn
13:03 Mexdûra Erdhejê Kaya: Bi raporên taybet edaletê dikirin
11:54 ‘Bila 3’yê Tebaxê bibe Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’
11:00 Ji Îsraîlê êrişa hewayî: Fermandarekî Tugeyên el-Kassamê hate kuştin
10:53 Dê li Depê Mîhrîcana Çand û Xwezayê bê lidarxistin
10:52 KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin
10:13 Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye
09:09 Ekmen: Kurdî parçe nake lê wê ev mêjî welêt parçe bike
09:08 Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:07 Ji ber nexwestin di êrişan de cih bigirin doz li cerdevanan hat vekirin
09:00 Bertek nîşanî êrişan dan: Divê em govenda xwe mezin bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN
07:14 Li Îranê di mehekê de herî kêm 55 girtî hatine darvekirin
02/08/2024
21:35 "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe'
21:26 DEM Partî: Werin em bi hev re lîstikên nijadperest pûç bikin
17:23 Li Kerboranê 'Pêşî Peya' cardin hat jêbirin
16:28 Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir
16:11 Di ‘Nobeta Aştiyê’ de berteka bêtehamuliya li hember kurdî
16:04 Îşkenceya polîsan protesto kirin: Hûn nikarin serî bi ciwanan bidin tewandin
15:52 OHD’ê rapora binpêkirinên tenduristiyê parve kir
15:37 Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Pêya’ dîsa hatin nivîsandin
14:55 Der heqê girtiyên li dijî lêpirsîna ‘nasnameyê’ derketin lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Êrişa li dijî zimanê kurdî didome: Li Cizîrê jî nivîsa ‘Pêşî Peya’ hate jêbirin
13:56 Ji bo girtiyê nexweş Guvel serî li Wezareta Dadê da
13:02 Hinceta astengkirina Instagramê: Li gorî qedexeya sûcên katalogê tevnegeriya
12:44 DEM Partiyê têkildarî Qoserê daxuyanî da: Lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin
12:23 Li 9 bajaran hinek qad ji statûya daristanê hatin derxistin
12:22 Erdogan li ser Instagram a hatiye astengkirin peyam parve kir!
11:50 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:37 Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn
11:36 MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya
11:27 Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye