Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan

img
ŞIRNEX - Dozgeriyê ji bo 3 bersûcên girtî yên di dosyaya Temer Temel ê di êrişeke çekdarî de li Elkê hate qetilkirin, cezayê “mûebeta girankirî” xwest lê şandeya dadgehê biryara beraetê da û ji bo dema ku faîl girtî mane jî tazmînat da. 
 
Di lêpirsîna Temer Temel (50) ê di 7’ê gulana 2023’yan de li ber deriyê mala xwe ya li gundê Setkar ê li navçeya Elkê ya Şirnexê di êrişeke çekdarî de hate kuştin de ji bo 3 kesên girtî biryara beraetê hate dayîn. Danişîna 5’emîn a doza têkildarî kuştina Temer di 6’ê adarê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Dozgeriyê di danişînê de ji bo bersûc Lezgîn Temel, Îskender Temel û Hakki Temel ên girtî dihatin darizandin bi sûcê “bi sedema niyeta kuştinê ya plankirî” cezayê “muebeta girankirî” xwest lê şandeya dadgehê biryara beraetê da û her sê bersûc berdan. 
 
RAPORA FERMANDARIYA CENDERMEYAN A ELKÊ 
 
Dozgeriyê di danişînê de bal kişand ser îfadeyên “…Hate diyarkirin ku dema kuştî ji wesayîta xwe peya bû û berbi mala xwe ve diçû, li  ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî hatiye, berikên guleyan ên li cihê bûyerê hatin ditîn û bi dîwar û darê jî ketine ji kûlubeya bi ser xaniyê Abdullah Temel ê terkkirî de û li kêleka mala kuştî ye hatine avêtin, li cihê bûyerê 8 kalikên aydê çekên lûle dirêj hatine dîtin, xwîna ku hate nirxandin ya kuştî ye li ber deriyê malê û piştî der hatiye vekirin li nava malê hatiye dîtin…” ku di rapora cihê bûyerê ya Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê ya Elkê amade kiriye de cih digirin. 
 
BEYANÊN ŞAHIDÊ VEŞARTΠ
 
Dozgeriyê di mutalaya xwe de cih da îfadeyên şahidê veşartî yê di dema lêpirsîna piştî bûyerê hate destpêkirin de îfade dan û cih da van îfadeyên şahidê veşartî; “Şahidê veşartî beyan kir ku bersûc Hakki Temel nas dike, bavê bersûc Hakki Temel, Nayîf Temel di sala 2006’an de ji gundê Setkar ê Temer lê hatiye kuştin ji aliyê rêxistinê ve hatiye revandin, Hakki Temel ji wê dîrokê ve aqûbeta bavê xwe lêkolîn dike, agahî girtiye ku nêzî beriya salekê bavê wî ji aliyê rêxistinê ve hatiye kuştin, kekê Temer Yûsûf Temel ê serdemekê li Elkê şaredarî kir û kuştî Temer Temel derbarê cerdevanan de agahî dane rêxistinê, dema Hakki Temel bihîst ku bavê wî hatiye kuştin, ji ber Yûsûf Temel wefat kiribû gotibû dê tola xwe ji birayê wî Temer Temel bigire, Hakki Temel ev axaftina di nava salekê de ji wî re kiriye û Hakki Temel di nava salekê de ji bo ku tolê hilgirê li herêmê çekekê digeriya…”
 
QEYDÊN DENG ÊN BERSÛCAN ÊN DEMA BÛYERÊ 
 
Dîsa axaftinên bi telefonê yên di navbera bersûcên girtî Lezgîn Temel û Hakki Temel de di şeva bûyer qewimî de derbas bûne, wiha ne: “….Saet 21.28 ku weke ketina gund a Temer tê qebûlkirin, bersûc Lezgîn Temel, li bersûc Hakki Temel geriya ye lê ji ber şebekeyê telefon venebûye, pişt re li pey hev di navbera saet 21.28’an û 21.34’an de Lezgîn Temel 4 caran li Hakki Temel geriya ye, di axaftina saet 21.32’yan de Lezgîn Temel ji Hakki Temel re gotiye ‘dibe ku qasekî din goştê te çêbibe tu dê bê, pişt re em ê bi qerisin ber bi sibehê ve’ di axaftina saet 21.33.57’an de dîsa Lezgîn Temel li Hakki Temel geriya ye û gotiye ‘dê were were’, Hakki Temel jî bersiva ‘aha ez têm’ daye…”
 
Dozgeriya ku qeydên dengan jî xistin nava dosyayê derbarê bersûcan de daxwaza ceza kir. 
 
DOZGERIYÊ XWEST BI MUEBETA GIRANKIRÎ BÊN CEZAKIRIN 
 
Dozgeriyê, di encama hemû delîl û vekolînên di çarçoveya dosyayê de hatine komkirin û kirin de bi gotinên “Di encama delîlên hatin komkirin de bersûcan ji bo tola Nayîf Temel bistînin di nava salekê de hewl dane planan çêbikin, di çarçoveya vê planê de hewl dane çekê bidest bixin, roja buyerê ferqkirine ku Temer ne li malê ye di çarçoveya plana çêkirine de piştî ku dinya bûye tarî Îskender Temel ji mala bersûc Lezgîn Temel derketiye û çûye qûlubeya li ser xaniyê terkkirî yê li kêleka mala Temer û kemîn danîye, di vê navberê de Hakki Temel bi zanebûn çûye navenda navçeyê û li qehwexaneya ku mirov lê bi komî rûdinin rûniştiye, Lezgîn Temel jî li mala xwe li benda hatine Temer bûye, agahî daye Hakki Temel ku bê wan ji gund bigire, piştî Temer ketiye gund Lezgîn Temel agahî daye Hakki Temel, piştî ku dengê çekê hatiye, hatiye cem Îskender Temel û li benda Hakki Temel sekinîne û bi vî awayî beriya bûyerê haya wan ji hev hebûye û ji bo ku piştî bûyerê jî bi hev re tevgeriyane tê fêmkirin ku sûcê “bi sedema niyeta kuştinê ya plankirî” kirine, ji ber vê yekê divê bi muebbeta girankirî bên cezakirin, rewşa wan a girtinê berdewam bike” xwest her 3 bersûc bên cezakirin. 
 
DOZGER MUEBBET XWEST, DADGERÎ TAZMÎNAT DA
 
Şandeya dadgehê ku parastina dawî ya bersûc û parêzerên bersûcan girt, biryara xwe aşkere kir. Şandeya dadgehê diyar kir ku delîlekî şênber nîne ku bersûc Îskender Temel, Hakki Temel û Lezgîn Temel sûc kirine û cuda cuda ji bo her 3 bersûcan biryara beraetê da. Şandeya dadgehê, ji bo dema binçavkirin û girtinê ya bersûcan jî biryara dayîna tazmînatê da. 
 
Parêzerên Temer Temel dê dosyayê bibin Dadgeha Îstînafê. 
 
ÇI QEWIMÎ BÛ
 
Li gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di 7’ê gulanê de welatiyê bi navê Temer Temel (50) ku birayê Şaredarê BDP’ê yê berê Yûsûf Temel bû, li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hat. Temel ê dema ji wesayîtê peya bû rastî êrişa çekdarî hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qetilkirina Temer Temel ê ajokariya servîsa xwendekaran dike de 52 rojan kes nehate girtin. Tevî ku gund 24 saetan ji baregehên leşkerî bi kamerayan tê şopandin jî di dosyayê de pêşketinek çênebû û di roja 52’yemîn de Hakki Temelê li Wanê rûdinişt hate binçavkirin. Hakki Temel ê ji Wanê anîn Elkê piştî îfadeyên sewqî edliyeyê hate kirin û bi sûcê “bi sedema niyeta kuştinê ya plankirî” hate girtin û şandin girtîgehê. Piştî girtina Hakki Temel 15 rojan kekê wî Îskender Temel jî bi heman sûcdariyê hate girtin. Bersûcê sêyemîn ê dosyayê yê girtî Lezgîn Temel jî di 14’ê tîrmehê de hate girtin û şandin girtîgehê. 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

08/08/2024
13:39 Mor Çatiyê rapora ‘jinên penaber’ ji NY’ê re şand
13:13 Cara sêyemîn berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin
12:25 Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Li Miksê dawet êdî girêdayî ‘destûra’ cendirmeyan e!
11:30 Medya desthilatdariyê derewek din li derewên xwe zêde kir
11:14 Bahçecî bertek nîşanî PDK’ê da: We berjewendiyên xwe danîn pêşiya yên gelê kurd
11:08 Li Japonyayê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin
11:00 Hêzên girêdayî Şamê dîsa êrişî Dêrazorê kirin
10:52 Fikrên Enver Paşa di hişê AKP’ê de ne: Rejîma ‘qirkirina nepen’
10:21 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
10:20 Kana xîzî ya li Koseliyê dibe sedema mirina welatiyan
10:19 Li Bazarcixê şeva piştevaniyê hat lidarxistin
09:37 Li Sîteya 3’yemîn a Pîşesaziyê ya Amedê şewat derket
09:36 Li Îmraliyê qanûn pêk nayê: Ne biryara DMME’yê ne jî ‘mafê hêviyê’ tê bicihanîn
09:35 Remzî Kartal: AKP'ê hişê xwe xwariye, Tirkiye di pêvajoya guherînê de ye
09:24 Dê li Zozanên Hasandînê mitîng were lidarxistin
09:18 Karamus: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêdivî bi seferberiyê heye
09:01 Bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girt jiyanek nû ava kir
09:00 Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû
09:00 Girtiyê nexweş ê ku di hucreyê de tê girtin nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2024'AN
07/08/2024
21:50 Ji Komeleya Dema Jinan çalakiya atolyeya mûman
21:47 Li Peyasê 'Civîna Kedê ya Jinan' hat lidarxistin
20:43 Li Osmaniyeyê 4 kes ji ber govendgerandinê hatin girtin
19:43 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê li Îmraliyê hevdîtin pêk bên
16:55 Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barandin û şewat derket
16:51 Li girtîgaha Tîpa M ya Êlihê ferzkirina tekmîl û jimartina ser piya
16:27 Zêdetirî milyonek navên navnîşanan hatine astengkirin
16:01 Li Nîgdeyê di 7 mehan de hejmara kûçikan ji 800’an daket 30’an
15:06 Derbarê rojnameger Karakoç de biryara girtîn û îade kirinê
14:43 DYA’ê ji ber îxracata bi Rûsyayê re Tirkiye hişyar kir
14:23 Hatimogûllari li Îdirê li pirsgirêkên karker û bêrîvanan guhdar kir
14:11 Encamên nimûneyên ji avahiyên nexweşxaneyan hatin girtin nayên eşkerekirin
13:36 Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan
13:22 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
13:08 Leşkerekî binefser li Zapê hat kuştin
13:02 Li Behra Spî erdhej
12:28 Şewata li Dêrsimê hate vemirandin
12:08 Kiliçdaroglû û Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan
12:01 Tecrîdkirina Ocalan di rojeva parlamentoya Awistralyayê de ye
11:51 Weliyê ku Tirkiyeyê radestî komên paramîlîter kiribû, bi fîdyeyê hate berdan
11:33 Li Serêkaniyê pankartên Ocalan hatin daliqandin
11:32 Îdiaya TUÎK’ê: Yek ji saziya herî şefaf a cîhanê em in!
11:05 MKG: Rojnamegerên jin di dorpêça darazê de ne
10:33 Serokê hikûmetê yê demkî yê Bangladeşê diyar bû
10:33 Nehiştin girtî Sert bi malbata xwe re wêneyeke komî bikişîne
09:47 Hêzên bi ser Şamê ve êrişî Dêrazorê kirin: 2 kes hatin kuştin
09:46 Jineolojî di hejmara nû de li ser ‘Başûr’ disekine
09:44 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Çakmak: Sedema êrişan neçareserkirina meseleya kurd e
09:43 PADÊ bang li dadgeha Iraqê kir: Biryarê di ber çavan re derbas bikin
09:27 Hevserokê SYKP’ê Tîtîz: Sedema esasî ya krîza aborî şer e
09:26 Di ezmûnê de bi ser ketin, walîtiyê pêşî li wan girt
09:24 Demîrel: Êrişên li ser çanda kurdî rengvedana tecrîdê ye
09:23 Li Zapê şerekî dijwar diqewime
09:05 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:05 Ji ber netevdîrgirtinê qeza çêdibin: Ji dêvla hûn bela xwe di kurdî bidin tevdîrê bigirin
09:04 ‘Aram Tîgran dê her tim di dilê kurdan de bijî’
09:03 Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin
09:00 Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2024'AN
06/08/2024
21:12 Li Osmaniyeyê kesek ji ber govendê hat girtin
20:15 Rojnamevan Ren hat berdan
16:51 Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin
16:03 Muxalefetê ji bo qedexekirina Instagramê banga civîna awarte kir
15:15 Dayikên Aştiyê banga mezinkirina daxwaza aştiyê kirin
15:14 Rapora girtîgehên Egeyê: Muameleya xerab û tundî li girtiyan tê kirin
14:57 SES: Ji ber ku tevdîr nayên girtin em dimirin
14:22 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz ji bo Erdogan got ‘Dîktator’
14:01 Li Şirnexê Konferansa Jinan hat lidarxistin
13:34 9 baregehên nû hatin çêkirin, 184 malbatan malên xwe terikandin
13:25 Ji bo pirsa xizmeta bi kurdî bersiva ‘dewleta tirk dabeş nabe’ da
13:24 Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin
12:42 Ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê doz hat vekirin
12:29 Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê encamnameya komxebeta xwe eşkere kir
11:52 ÎSÎG: Di meha tîrmehê de 144 karker mirin
11:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:18 Çeteleya tundiyê ya tîrmehê: 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
09:51 Anket: Dengê AKP’ê daket ji sedî 26’ê
09:50 Dadgeha Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî û PADÊ bên girtin
09:42 Demîr bang li muxalefetê kir: Em li dijî polîtîkayên şer bibin yek
09:40 Dr. Gossner: Divê Ocalan were berdan û daxilî çareseriya siyasî bê kirin
09:31 Li Agiriyê sewalkar yek bi yek îflas dikin
09:15 Hem hilberîner hem cotkar zehmetiyê dikişînin
09:09 Ji ber ku bi kurdî axivî hevdîtin hat bidawîkirin
09:08 Di kampanya ‘azadiyê’ de wê bikin ku NY bikeve tevgerê
09:07 'Em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin êrişan'
09:07 Mûtlû: Wê têkoşîna ji bo hevserokatiyê netew-dewletê bihejîne
09:02 Newroz Uysal: Di hevdîtinên me de daxwaza lezgîn a yekitiya neteweyî hat kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN
08:44 Li Osmaniyeyê serdegirtinên ‘govendê’: 5 kes hatin binçavkirin
08:34 Bacên gumrikê hatin zêdekirin
05/08/2024
23:32 Li Êlihê Şevbuhêrka Dengbêjan
22:17 Li Stenbol û Îzmîrê nobeda li dijî qeyûm: Wê gelê kurd bi ser bikeve
17:53 Ên li Herekolê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
16:58 Di çalakiya 'Deng bide azadiyê' de gazî kirin: Dawî li tecrîdê bînin
15:50 729 hezar penaberên Sûriyeyî winda ne!
15:35 Di şewata li Şankûşê de rezên gundiyan jî şewitî
15:12 Cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan hatin kirin
15:08 Hatimogûllari: Bila biryarên DMME’yê bên sepandin
Bakirhan: Divê Can Atalay demildest bê tehliyekirin