Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir

img
ŞIRNEX - Ji bo hilbijartinê demekî kin ma ye û di demekî wiha de waliyê Şirnexê Cevdet Atay dest bi belavkirina alavên malê û xurekan kir. Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez bertek nîşan da û wiha got: “Walî, qeymeqam, fermandarên leşkeriyê weke serokên AKP’ê dixebitin." 
 
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî demekî kin ma û waliyê Şirnexê Cevdet Atay dest bi belavkirina alavên malê û xurekan kir. Di hefteyên dawî de walî tax bi tax digere, sarincê datîne hin malên ku çûye serdanan wan. Li gorî fermana walî, Weqfa Alîkariya Civakî ya Walîtiya Şirnexê ji van malbatan re televîzyon, cilşo, gêzikê ceyranê, çekyat, maseya xwendekaran û kursiyan dişîne. Hin zerfên ku di nava wan de hezar û 500 lîre hene jî belavî hin malan dikin. 
 
Serdanên walî Atay hem li ser hesabên wî bi xwe hem jî li ser hesabên fermî yên walîtiyê hatin pervekirin.
 
Li gorî agahiyên bi dest ketine, walî Atay di van serdanên xwe de aniye ziman ku ew ji rêveberiya şaredariyê AKP’î qayîl in û dixwazin careke din werin hilbijartin. 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez anî ziman ku saziyên dewletê û rayedar ne tenê di vê hilbijartinê de, di hilbijartinên berê de jî wekî partiya desthilatê, xebatên hilbijartinê dane meşandin.
 
‘WEKÎ SEROKÊN AKP'Ê YÊN BAJAR DIXEBITIN’
 
Îrmez, destnîşan kir ku amirên mulkî yên li bajar, wekî xebatkarên partiyên siyasî ji bo dengan dixebitin û wiha axivî: “Mal bi mal, dikan bi dikan bi namzetên AKP’ê re digerin. Vê tiştê bi eşkere dikin. Ev di raya giştî de jî hatin dîtin. Mixabin têkildarî mijarê tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Li tevahiya Kurdistanê ev tişt tên kirin. Sazî û rayedarên saziyên dewletê ji bo xizmeta AKP’ê tên bikaranîn." 
 
Îrmez, bilev kir ku “Walî, qeymeqam, fermandarên leşkeriyê wekî serokê AKP’ê yê bajêr dixebitin” û wiha domand: “Niha li Şirnexê alavên malê yên spî û xurekan elav dikin. Bi salan e em dibinin ku 2 alî xebatên hilbijartinê didin meşandin. Yek partiya me ye ya din jî dewlet e. Em li vê derê ne li gel partiyeke din, bi dewletê re dikevin hilbijarttinê. Hemû saziyên dewletê li dijî partiya me ji bo AKP’ê dixebitin.” 
 
‘KEDA VALA YE’
 
Îrmez diyar kir ku tevahiya keda ku amîrên milkî didin meşandin vala ye û wiha pê de çû: “Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Em hemû xebatan bi gelê xwe re, bi fedakarane didin meşandin. Ji bo îradeya gelê me ji sindoqan derbikeve pêş, em 24 saetan bênavber dixebitin û dê di 31’ê adarê de serkeftina xwe bi dest bixin.”

Sernavên din

14/08/2024
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn