Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê

MÊRDÎN - Şahidên Newroza Nisêbînê ya sala 1992’yan ku berxwedanê mohra xwe lê dabû ev bang kirin: “Em bi ruhê serhildanê biherikin qada Newrozê.” 
 
Newroz, cejna vejînê ya gelê kurd e û di sala 1992’yan de tevî êrişên dewletê jî hate pîrozkirin û mohra xwe li dîrokê da. Du roj beriya pîrozbahiya Newroza 21’ê Adara 1992’yan, Serokwezîrê demê Suleyman Demîrel got; “Her kes dikare Newrozê bi serbestî pîroz bike, bi şertê ku di nava qaîdeyên hiqûqê de tevbigerin û rê li ber tehrîkan veneke.” Lê belê Wezîrê Karên Hundir ê demê Îsmet Sezgîn bi daxuyaniya “Newroz qedexe ye, şewitandina lastîkan qedexe ye” da. Li ser vê yekê gelê kurd li Şirnex û Cizîrê û li Mêrdîn û Nisêbînê dakete qadan. Bi hezaran kesên dixwestin li Şirnex û Cizîrê Newrozê pîroz bikin, rastî êrişa polîsan hatin. Di gulebarana polîsan de nêzî sed kes hatin qetilkirin. Li Nisêbînê jî gel agirê Newrozê vêxist û pîrozbahî li dar xist. 
 
Piştî êrişên li Şirnex û Cizîrê, Suleyman Demîrel û Îsmet Sezgîn derketin pêşberî kamerayan û bi hinceta ku li Nisêbînê bûyer derneketibûn, spasiya xelkê wê kirin. Li ser vê daxuyaniyê, xelkê Nisêbînê ji ber daxuyaniyên Sezgîn di 22’yê adara 2992’yan de daket qadan û xwest dîsa agirê Newrozê vêxe û komkujiya hatiye kirin protesto bike. Bi hezaran kesên li ser Pira Şehîdan a li esr Rûbarê Çag Çagê kom bûn, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Bi hezaran kesên dixwestin dorpêç were rakirin, çalakiya rûniştinê li dar xistin û komkujî protesto kirin. Di vê navberê de polîsan di wesayîtên zirxî de gule li welatiyan reaşandin û bi panzeran dan ser gel. 
 
Li gorî daneyên fermî di encama êrişê de 16 û li gorî şahidan jî 21 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. Cenazeyên du kesên jiyana xwe ji dest dayîn ketin Rûbarê Çag Çagê û cenaze li aliyê din ê sînor li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin dîtin. Piştî komkujiyê, bi sedan kes hatin girtin û binçavkirin, rastî îşkenceyê hatin û gelek jê ji ber birînên xwe seqet man. 
 
Şaredariya Nisêbînê ku di sala 2013’an de di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, ji bo bîranîna kesên di Newroza 1992’yan de jiyana xwe ji dest dayîn, li Qada Newrozê bîrdariyek çêkir. Piştî êrişên di sala 2015’an de li dijî daxwazên xwerêveberiyên cewherî hatin destpêkirin, di sala 2016’an de li şaredariyê qeyûm hat tayînkirin û îcraeta ewil a qeyûm jî bû rûxandina Bîrdariya Newrozê. Bi ser Newroza 1992’yan re 32 sal derbas bûn lê hêj jî Newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin. 
 
ŞAHIDAN NEWROZA DÎROKÎ VEGOTIN
 
Tevî ku qeyûm her sal qada Newrozê diguherîne jî, qada Newrozê tu caran vala nema. Îsal jî dê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" were pîrozkirin. Kesên tev li Newroza 1992’yan a Nisêbînê bûbûn, şahidiya xwe vegotin û banga tevlibûna Newroza 2024’an kirin. 
 
BI PANZERAN ECIQANDIN, GEL LI BER XWE DA
 
Ji şahidên Newroza 1992’yan Mehmet Keyîk (50), got ku Newroza 1992’yan di dilê gel de birînên mezin vekir û hêj jî bandora xwe didomîne. Keyîk, wiha domand: “Xelkê Nisêbînê bi rastî jî bi coş û girseyeke mezin Newroza xwe pîroz kir. Tevahiya bajar tev li pîrozbahiyê bûbû. Dewletê tehemûla vê coşê nekir. Piştî ku tiştên li Cizîrê qewimîn hatin bihîstin, gel careke din kom bû. Li ser pirê dora me bi panzeran girtin. Me jî çalakiya rûniştinê li dar xist. Anons kirin û xwestin em belav bibin. Lê ciwanên wê demê û gel bi awayekî xurt bi destên hev girtin û me hev girt. Me hev berneda. Bi panzeran dan ser gel, mirov dieciqandin lê tevî vê yekê jî tu kesî paşdegav neavêt. Gel, li ber xwe da.” 
 
‘BI RUHÊ SERHILDANÊ BER BI NEWROZÊ VE’
 
Keyîk, bi bîr xist ku pîrozbahiya Newroza îsal a Nisêbînê dê di 19’ê adarê de bê lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li bendê ne ku xelkê Nisêbînê bi ruhê serhildanê, bi ruhê Newroza 92’yan, bi coşa wê demê xwedî li Newrozê derkeve. Divê tevahiya gelê me bi coşa wê demê dakeve kolanan. Li pêşiya me hilbijartinek heye û divê em bi germahiya Newrozê bikevin hilbijartinê. Hem gelê kurd hem jî gelê Nisêbînê her dem rastî komkujiyan hatiye lê her dem li ber xwe daye. Hema hema tu mal nema ne ku bedel neda bin, şehîdên wan enbin. Lewma xwedî li bedelên xwe û doza xwe derdikevin. Çawa ku xwedî li doza xwe derdikeve, dê bi heman awayî xwedî li Newrozê jî derkeve.” 
 
‘LI SER PIRÊ KOMKUJÎ KIRIN’
 
Nezîr Ozbey (62) jî da zanîn ku di sala 1992’yan de esnaf bû û dikana wî nêzî pira ku komkujî li ser hatibûn kirin bû. Ozbey, wiha qala wan rojan kir: “Tevahiya gel wê rojê li wir kom bûbû û xwestin Newroza hemû gelên bindest pîroz bikin. Li ser pirê komkujî kirin. Bi panzeran dan ser gel. Hinek kes ketin rûbarî û heta Qamişloyê çûn. Mirov di bin panzeran de hatin eciqandin. Digotin wê demê 16 mirovên me şehîd bûn. Serdemeke tarî bû lê heke em îro Newrozê wiha pîroz bikin, ev bi saya bedelên wê demê ye. Em bi saya xatira berxwedana Newroza 1992’yan îro li qadên Newrozê tên gel hev. Çiqas pirsgirêkan jî derxînin êdî gelê kurd xwe nas dike û dê paşvegav neavêje. Newroza her kesî pîroz be.” 
 
‘DÊ GEL XWEDÎ LI NEWROZÊ DERKEVE’
 
Ji şahidên Newrozê Sabgatullah Alper (59) jî têkildarî wê demê wiha got: “Mîna îro, wan rojan jî me Newroz weke roja berxwedanê didît. Em ê îsal jî Newrozê pîroz bikin. Daxwaza me ya ji xelkê Nisêbînê ew e ku Newroza îsal ji Newrozên berê pir bêhtir qelebalix û bicoştir pîroz bike. Divê coşa Newroza 92’yan hebe. Di wê baweriyê de me ku dê bi heman awayî be. Baweriya min a ji xelkê Nisêbînê tam e. Çiqas astengî derxistibin jî gel hîn bêhtir tev li bû, xwedî li Newroza xwe derket. Dê îsal jî xwedî lê derkeve.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 
 

Sernavên din

14/08/2024
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn