Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê AKP’ê yê Colemêrgê Îsmet Olmez di demên berê de ji ber “Çeteya Geverê” hate darizandin. Navê Olmez her wiha di bûyerên Şemzînan û Susurlukê de jî derbas dibe. 
 
Yek ji navên herî balkêş ku AKP’ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de weke namzet nîşan dayî, namzetê Colemêrgê Îsmet Olmez e. Olmez ku bi şîrketên reklamê re lihev kiriye, her kêliya xwe dide kişandin, welatiyên xizan weke amûra propagandayê bi kar tîne. Olmez, bi belavkirina perayan di rojevê de ye. 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê çendek roj berê têkildarî Olmez daxuyaniyek da û wiha got: “Yên ku dibêjin qey dê îradeya xelkê Colemêrgê yê bi çand û edetên xwe navê xwe daye bihîstin bi pereyan bikirin, xwe û nirxên xwe ewqas ji bîr kirine ku ne di ferqê de ne ku bêrêziyê li gelê xwe dikin.” Olmez ê ku bi belavkirina pereyan di rojevê de ye, yek ji bersûcên doza “Çeteya Geverê” ye û navê wî di nava bûyerên tarî yên Susurluk û Şemzînanê de derbas dibe. 
 
ÇETEYA GEVERÊ
 
Îsmet Olmez ê AKP’î dema ku sercerdevantî dikir, ji ewil navê wî bi Çeteya Geverê hat bihîstin. Karsaz Abdullah Canan li Geverê hatibû revandin û kuştin. Di lêpirsîna têkildarî kuştina Canan de her çend şopên Çeteya Geverê hatibin dîtin jî, dest nedan tu kesekî. 
 
Serpêlê Îstîxbarata Cendirmeyan Huseyîn Oguz û îtîrafkar Kahraman Bîlgîç ê di bin sîwana JÎTEM’ê de xebat dimeşand, di sala 1996’an de îfade dan dozgerê DGM’a Amedê. Çeteya Geverê jî piştî van îtîrafan deşîfre bû. Derket holê ku di nava çeteyê de berbaz û serpêlên payebilind, polîsên tevgera taybet, cerdevanên gundan û şaredar hene û ev mijar di carekê de ket rojeva welêt. Derket holê ku endamên çeteyê ji bo fîdyeyê mirovan direvînin, cînayetan dikin, bi wesayîtên leşkeran qaçaxçitiya tiryak û çekan dikin, di tabûtên leşkeran de tiryakê dibin û tînin. Ev rastî yek bi yek bi raya giştî re hatin parvekirin. 
 
Li gorî vegotan, temamiya van bûyeran bi agahiya Sererkanê Fermandariya Tûgaya Geverê Mîralay Hamdî Poyraz, Fermandarê Tabûra Sînor a Geverê Serheng Kanber Ogur û Fermandarê Tabûra Komandayên Çiyê yê berê M. Emîn Yurdakul diqewimîn. 
 
Li ser van îtîrafan hin kes hatin darizandin û girtin û derheqê Mehmet Emîn Yurdakul, sercerdevan Kemal Olmez, Îsmet Olmez, endamê tîmên tevgera taybet Enver Çirak, serpel Bulent Yetut û hwd. de li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê û li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê 4 dozên cuda hatin vekirin. 
 
CEZA DAN ENDAMÊN ÇETEYÊ
 
Doza li DGM’a Amedê hatiye vekirin, di 22’yê adara 2001’ê de biencam bû. Dadgehê ji ber avakirina çeteyê, xesp û teşwîqkirina bombebaranê li Mehmet Emîn Yurdakul 25 sal, li Enver Çirak 3 sal û 8 meh, li Bulent Yetut 7 sal û 4 meh, li îtîrafkarê PKK’ê Kahraman Bîlgîç 30 sal, li sercerdevan Kemal Olmez 13 sal cezayê hefsê hate birîn. Derheqê Yurdakul de biryara girtinê hatibû dayîn lê derket holê ku di nava heman demê de teqawid bûye. 
 
BIRYARA JI BO GIRTINA OLMEZ HATE BETALKIRIN! 
 
Lê belê 6’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind di 8’ê sibata 2002’yan de cezayên derheqê 5 bersûcan de bi îdiaya “kêm hatiye lêkolînkirin” betal kir. Her wiha biryara beraetê ya ji bo 8 bersûcan jî hate erêkirin. Biryara girtinê ya derheqê Yurdakul û sercerdevan Îsmet Olmez de jî hat rakirin. Dadgeha Bilind, biryar da ku dosya ji DGM’a Amedê bê rakirin û ji Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê re şand. 
 
Piştî vê biryarê, 5 bersûc dîsa li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hatin darizandin. Lijneya Giştî ya Cezayan a Dadgeha Bilind, îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a têkildarî biryara xerakirinê ya 6’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biqismî qebûl kir. Lijneya Giştî ya Cezayan a Dadgeha Bilind, di civîna xwe ya di 7’ê gulana 2002’yan de 4 îtîrazên Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Sabîh Kanadoglû ya têkildarî daîreya cezayan qebûl kir. 
 
DOZ SÊ CARAN HAT LIDARXISTIN
 
Li ser vê yekê doz careke din li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Biryara duyemîn jî di mijdara 2003’yan de hat dayîn. Di vê dîrokê de li Yurdakul ê teqawid bûyî 29, li Yetut 7, li Enver Çırak 4, li Kemal Olmez 14 û li Kahraman Bîlgîç jî 31 sal û 4 meh cezayê hefsê hate birîn. Dadgehê ji bo Poyraz, Şaredarê Geverê yê berê Alî Îhsan Zeydan û bersûcên din jî biryara beraetê da. Ev biryar dîsa çû Dadgeha Bilind û ji hêla Daîreya Cezayan a 6’emîn ve hate xerakirin. Bi vê yekê re doz cara sêyemîn hat lidarxistin. Doza sêyemîn di 2005’an de hat lidarxistin û ji bo Yurdakul, Yetut û bersûcan biryar beraetê hate dayîn. Di dozê de tenê ceza li îtîrafkar Kahraman Bîlgîç hate birîn. Bîlgîç piştî 8 salan hate berdan û ji ber kuştina Abdullah Canan, DMME’yê 103 hezar Euro cezayê pereyan li Tirkiyeyê birî. Tevî hemû îtîrafên hatine kirin jî, mîna di bûyerên din ên tarî de, Çeteya Geverê jî nehat cezakirin. 
 
RAPORA SUSURLUKÊ
 
Navê Îsmet Olmez ê AKP’î piştre jî di Rapora Susurlukê de derket holê. Serpel Huseyîn Oguz ku endamê JÎTEM’ê bû û di heman demê de li Colemêrgê dixebitî, di 18’ê sibata 1997’an de ji hêla Komîsyona Susurlukê ve hat guhdarîkirin. Oguz, têkildarî gelek bûyerên tarî yên li Kurdistanê hatin kirin agahî da û di raporê de têkildarî Îsmet Olmez ev agahî hat parvekirin: “Di vê lêpirsîna xwe de Kahraman Bîlgîç dibêje ku qala Hamdî Poyraz kiriye ku niha jî li Serfermandariya Giştî Serokê Daîreya Îcra Tetkîkê ye, Hamdî Poyraz û Kemal û Îsmet Olmez û elemanekê agahîgirtinê yê ji bakurê Iraqê şandiye gundê Aşûtê yê Çelê, dema di rê de lêgerîn dihat kirin ji bo bi rehetî derbas bibin nivîsek daye,  li Aşûtê li cem leşkeriyê ma ye, kesê ji bakurê Iraqê derbasî Iraqê bûye, piştre jî bi telîseke tije çek vegeriyaye û wî û Îsmet Olmez jî ev telîs bi hev re birine odeya Hamdî Poyraz a li Biryargeha Tûgayê.” 
 
Oguz got ku dema tevî Tîma Tevgera Taybet li gundekî operasyon dihat kirin, di kolkekî de 13 kîloyên eroînê û 4 çek derxistiye, demance dane Fermandarê Tabûrê serpêl Mehmet Emîn Yurdakul û 8 kîloyên eroînê dane serpêleke di tabûra Yurdakul. Bi domdarî wiha dibêje: “Ev serpêl li Îzmîrê hate girtin, di îfadeya xwe de navê serdarî neda, ji ber ku hevjîna Mehmet Emîn Yurdakul ji hevjîna serpêlê navê wî derbas dibe re 480 an jî 580 milyon lîre şandin, piştre Yurdakul ji bo şahidiyê nekin du şivan û bavê wan dema nimêj dikir kuştine, her wiha du ciwan li ser Rêya Rûbarokê hatin kuştin û avêtin nav berfê, têkildarî vê bûyerê bi xizmê Abdullah Canan ê bi navê Mehmet Canan re li mala Yakup Edîş bazarî hate kirin û li ser 24 hezar markan hate lihevkirin, Mehmet Canan ji van markan 7 hezar jê dan xwediyê malê Yakup Edîş, ev pereye daye birayê Kemal û Îsmet Olmez ê bi navê Burhan Olmez ji ber ku ew jî bi wan re bû, piştre jî bi van kesan re li Hotêla Şenlerê hevdîtin kir.” 
 
‘DI BÛYERA QAÇAXÇITIYÊ DE ÎSMET OLMEZ HEBÛ’
 
Oguz, têkildarî Kemal û Îsmet Olmez jî wiha dibêje: “Di bûyerên qaçaxçitiyê de Kemal Olmez û Îsmet Olmez hebûn. Ev kes di demên berê de xizan bûn, li ser otobûsên diçûn Colemêrgê muavîntî dikirin lê niha di bin wan de wesayîta bi markaya Chavroletê hene û Hamdî Poyraz ev kes bi min dan naskirin.” 
 
DI PIRTÛKA XWE DE VEGOT: BI HELÎKOPTERAN EROÎN BIRIN
 
Endamê JÎTEM’ê îtîrafkar Kahrman Bîlgîç jî têkildarî wê demê pirtûkek nivîsand. Di pirtûka xwe de yek bi yek vegot bê ka cerdevanan çawa qaçaxçitiya tiryak û çekan dikir, gundî çawa di bin çavan de kuştine û PKK’iyên di operasyonên Çelîk-1’ê de li derveyî sînor bi saxî hatin girtin çawa gulebaran kirine û kuştine. 
 
Endamê JÎTEM’ê Bîlgîç, di pirtûka xwe de wiha qala Îsmet Olmez dike: “Olmezên cerdevan têkiliyên xwe yên bi dewletê re baş pêş dixistin. Sercerdevan Kemal Olmez û Îsmet Olmez navberekê dema bi mîralay re sihbet dikirin, pir rehet tevdigeriyan û bi rehetî gotin ku di destê wan de 20 kîloyên eroînê hene, dixwazin bibin Amedê lê ji ber lêgerînên li ser rêya di navbera Colemêrg-Amedê de nikarin bibin. Li ser vê yekê mîralay jî got; ‘eroînê bixin çenteyan û bi awayekî asayî bi helîkopterê bibin Amedê.’ Li ser vê yekê jî rojek piştre malê di destê xwe de bi helîkopterê birin Amedê.” 
 
SERPÊLÊ BOMBEVAN LI OLMEZ GERIYA
 
Navê Îsmet Olmez di sala 2005’an de jî bi êrişa bombeyî ya li dijî Pirtûkxaneya Umutê ya li Şemzînanê kete rojevê. Piştre derketibû holê ku Serpêl Alî Kaya ê dema pirtûkxane bombe kirî ji hêla xelkê Şemzînanê ve hatibû girtin û Serfermandarê Giştî yê Artêşê Yaşar Buyukanit ji bo wî gotibû “Ez nas dikim, zarokekî baş e”bi gelek kesan re li ser telefonê axiviye. Yek ji van kesan jî Îsmet Olmez bû. 
 
NÛÇEYA TAYBET A YENÎ ŞAFAKÊ
 
Rojnameya Yenî Şafakê di 18’ê gulana 2006’an de bi sernavê “Dostên bersûcê Şemzînanê Aliyê Mutkiyî yên karsaz” nûçeyeke taybet parve kir. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Alî Kaya li Îsmet Olmez geriyaye. Nûçeya rojnameyê wiha ye: “Di qeydên telefonê de derket holê ku di roja bûyerê 9’ê mijdarê piştî teqînê bi şev saet 21.58’an de Alî Kaya bi telefona li er navê Kaya Înşaetê qeydkirî û li ser navê Alî Îhsan Kaya ye hevdîtin kiriye. Alî Kaya tenê bi Alî Îhsan Kaya re hevdîtin nekir, di heman demê de bi li telefonên li ser navên Ceylan Înşaat, Azîz Înşaat û Tuba Înşaatê qeydkirî jî geriyaye. Di qeydên telefonê de Alî Kaya li gel karsazan, derket holê ku bi gelek kesên din re jî hevdîtin kiriye. Serpel Kaya, piştî bûyera Şemzînanê derketî holê li ser telefonê gelek caran bi yek ji bersûcên Çeteya Geverê sercerdevan Îsmet Olmez re jî li ser telefonê axivî ye.” 
 
Namzetê AKP’ê Îsmet Olmez ev sicîla xwe ya tarî piştre hewl da bi şîrketa madenvaniyê ya ku di salên piştre ava kirî veşêre.
 
Olmez ê ku bi vekirina sehayên madenê çiyayên herêmê serûbin kiriye, li bajarên cuda jî xebatên madenvaniyê dike. Olmez ê ku bi talankirina xwezayê bi milyonan dolar qezenc kiriye, niha jî van pereyan ji bo hilbijartinê bi dest bixe xerc dike. 
 

Sernavên din

18/08/2024
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin