Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk

RIHA - Hevserokê Desteya Şaredariya Cizirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Silêman Ereb ku têkildarî pergala rêveberina şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî, bi lêv kir ku ew li gor fikra Neteweya Demokratîk xebatên şaredariyê bi rê ve dibin û bi pergala hevserokatiyê xweseriya jinê esas tê girtin.   
 
Piştî di sala 2011'an de li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir gelek hezên paramîlîter jî li herême derketin holê. Bi derketina şerê navxweyî re gelek welatî hatin qetilkirin û gelek jî neçar man ku ji xaka xwe koçber bibin. Li rojavayê Kurdistanê jî kurd ji bo parastina bajarê xwe rabûn ser pêyan û xweseriya xwe ava kirin. Hezên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi berxwedaneke dîrokî li Kobanê DAIŞ'ê têk birin û piştî wê rojê pêngaveke nû li rojavayê Kurdistanê ku wekî "Şoreşa Rojava" tê binavkirin dest pê kir. Bi destpêkirina wê pêngavê re kurdan li bajarên xwe xweseriya xwe ava kirin û dest bi xwebrêveberinê kirin. Bi damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ya li ser fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tovên Modernîteya Demokratîk ku demokratîkbûyîn, ekolojî û azadiya jinê esas digire, hatin reşandin. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî avabûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk li her qadên jiyanê li gor fikra Neteweya Demokratîk xebatên jinûveavakirinê hatin destpêkirin. Ji van xebatan yek jê jî, xebatên jinûveavakirina bajaran bûn. Ji bo jinûveavakirina bajaran jî xebatên binesaziyê hatin kirin û ji bo rêveberina bajaran jî pergala şaredariyê hat avakirin. Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku giredayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk in bi şêwaza Hevserokatiyê û li ser fikir û felsefeya Neteweya Demokratîk tên birêveberin. Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku heta niha 2 caran ji bo wan hilbijartin pêk hatine, bi hevpeymana civakî ya nû re pergala şaredariyan jî guherî. Bi hevpeymana nû ya şaredariyan re yekîtiya şaredariyan wê bê ava kirin û piştî hilbijartinên di bê de ev hevpeyman wê bikevê meriyetê. 
 
Hevserokê Desteya Şaredariya Cizirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Silêman Ereb, pergala şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xebatên wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
PERGALA ŞAREDARIYÊ
 
Silêman Ereb da zanîn ku heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 caran hilbijartin pêk hatine û di hilbijartinan de meclisên şaredariyê tên hilbijartin û di dema pêş de li gor hevpeymana civakî ya nû wê pergala şaredariyê biguhere. Ereb, bi lêv kir ku di hilbijartinên pêş de ev hevpeyman wê bikevê meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di hevpeymana civakî ya nû de yekitiya şaredariyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê pêk were û di hibijartinên bê de ku wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin her şaredarî wê meclisên we cuda bin. Li her kantoneke jî yekitiya şaredariyan wê were avakirin û ew yekitiya wê bibe temsîla hemû şaredariyan. Du salan carekê jî hilbijartin wê pêk werin û encuman û hevserokên şaredariyê wê bên diyarkirin. Amadekariyên vê yekê jî niha tên kirin ku ev hilbijartin bên lidarxistin. Ev hilbijartin wê bibin qonaxeke guherîn û veguherinê hem ji aliyê demokrasiyê hem jî ji aliyê xizmetê ve. Bangawaziya me li gelê me ev e ku beşdarî hilbijartinan bibin." 
 
'XWESERIYA JINAN HEYE'
 
Bi domdarî Ereb anî ziman ku ew di rêvebirina şaredariyan de pergala hevserokariyê esas digrin û wiha got: "Di rêveberina şaredariyan de pergala hevserokatiyê û xweseriya jinan esas tê girtin. Li seransarî Kantona Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû şaredarî bi pergala hevserokatiyê tên rêveberin. Ev fikir û hişmendiya me ye, di heman demê de jî mijara têkoşînê ye. Di hemû sazî û şaredariyan de jin di her warî de biryarên xwe bi xwe digirin. Ev pergal li vir rûniştiye û di nav pergala şaredariyan de jî bi rek û pêk dimeşe. Her wiha projeyên taybet ên jinan hene û  der barê vê de di nava xebatên şaredariyê de xweseriya jinan heye."
 
'HEMÛ NETEW BI RENGÊ XWE DI ŞAREDARIYÊ DE CIH DIGRIN'
 
Ereb destnîşan kir ku ew li gorî fikra Neteweya Demokratîk xebatên şaredariyê dimeşînin û wiha pê dê çû: "Pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê felsefeya Neteweya Demokratîk esas digre û li ser vê esasê di civakê de pêkanîna wekhevî, edalet û beşdarbûna hemû pêkhateyan mijara sereke ye. Pergala azadiya jinê ku di nava pergala Neteweya Demokratîk de hêmaneke bingehîn e û her wiha ekolojî jî me di pergala şaredariyan de daye avakirin û ew pergal niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve diçe. Ev pergal ji cîhanê re jî dibe mînak. Di hemû şaredariyên me de hevserokên wê yek kurd e û yek suryan e, an jî ereb û kurd e, tirkmen û ereb e û hemû şaredarî bi vî awayî ne. Hemû netew bi rengê xwe beşdarî rêveberina şaredariyan dibin. Ji bo vê yekê em dikarin bêjin pergala li gor Neteweya Demokratîk niha li tê meşandin."
 
'DERIYÊN ŞAREDARIYÊ JI GEL RE VEKIRÎ NE'
 
Ereb, diyar kir ku ew di rêveberina şaredariyê de gel esas digrin û gel jî tevlî xebatên şaredariyê dikin. Ereb axaftina xwe wiha domand: "Her 3 mehan carekê di hemû şaredariyan de civînên gel tên lidarxistin û rapora giştî ya şaredariyê tê xwendin û şaredariyê çi xebat meşandibin tên aşkerakirin. Çi derfetên wê hene, çi kiriye û çi pirsgirêkên wê hene bi giştî bi gel re tê parvekirin. Her wiha di van civînan de rapora malî ya şaredariyê jî tê xwendin û çiqas pere hatine, çi qas ji bo çi hatiye xerçkirin û di sindoqa şaredariyê de çiqas pere heye bi awayekî şefaf bi gel re tê parvekirin. Her wiha pirsgirêk û daxwazên gel jî di van civînan de tên nîqaşkirin. Deriyên hemû saziyên şaredariyê ji gel re vêkirî ne û gel bi rihetî tê li wir pirsgirêk, daxwaz û giliyên xwe dibêjin."
 
PROJEYÊN TAYBET ÊN JI BO ZAROKAN
 
Ereb, anî ziman ku ji bo zarokan û ciwanan jî xebatên şaredariyê bi awayekî rêkûpêk berdewam dikin û ev tişt gotin: "Der barê ciwanan û zarokan de jî xebat û projeyên şaredariyê tên meşandin. Her wiha di nava xebatkarên şaredariyê de jî piraniya wan ciwan in. Taybet ji bo zarokan jî salek berê me navenda zarokan ava kir. Bi armanca zarok li kolanan nemînin û zarok bê xwedî nemînin, ji bo vê yekê jî me navendek li vir ava kir. Ev navend hemû pêdiviyên jiyanî yên zarokan peyda dike. Ewlehî, cih û war, xwarin û hemû pêdiviyên zarokan di vê navendê de tên dabînkirin. Ji bo zarokên biçûk ku dê û bavên wan xebatkar in, jî li seranserê herême navend hene ku zarokên xwe li wir bihêlin." 
 
HILBIJARTINÊN BAKURÊ KURDISTANÊ: DENGÊ XWE BIDIN XWE
 
Di dawiya axaftina xwe de Ereb bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê ku wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên li darxistin û  ev tişt anî ziman: "Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di demeke kin de hilbijartin wê bên lidarxistin. Banga me ji gelê me yê bakurê Kurdistanê ew e ku beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin xwe ku em xwe bi rê ve bibin. Bi rêya van hilbijartinan em kesên walatparêz û kurdewar ku xizmetê ji gel re bikin hilbijêrin. Li dijî pergala desthilatdar ku qeyûman tayin dikin şaredariyan, rojane gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtikayên guherandina demografiyê em xwedî li siyaseta xwe ya demokratîk derkevin."  
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn