Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare

ŞIRNEX- Malbatên Roboskê bang li her kesî kirin ku di vê hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derkevin û gotin: "Her raya ku ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare. Dema hûn raya xwe biavêjin Komkujiya Roboskiyê bînin berçavên xwe." 
 
Ji hilbijartinên 31'ê Adarê yên li Tirkiye û Kurdistanê re tenê çend roj man. Partiyên siyasî li qadan xebatên xwe didomînin. Desthilata AKP'ê vê carê jî armanc dike ku bi heman rêbazan şaredariya navçeya Qilabanê bi bicihkirina hilbijêrên ji derve şaredariyê dîsa xesp bike. 
 
Dayikên Roboskê ku di 28'ê kanûna 2011'an de li Roboskê 34 zarokên wan ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, bang li herkesî kir ku deng nedin kujerên zarokên wan.
 
'HER RAYA JI AKP'Ê RE DIÇE DÊ WEKÎ ÇEK LI SER SERÊ ME BIBARE'
 
Dayika Serhat Encu, Halime Encuyê bi lêv kir ku her raya ku ji AKP'ê re biçe erêkirina şer û komkujiyan e û wiha axivî: "Kesê ku wijdana wî heye dê raya xwe bide xwe. 34 zarokên me perçe perçe kirin, qetilkirin. Kezeba me şewitandin. Kesê ku wijdana wî heye dê raya xwe bide xwe nade AKP'ê. Çimkî wijdana AKP'ê nîn e, AKP zalim e. AKP her tim komkujiyan dike. Em dibêjin aştî, wekhevî, biratî, bila bes komkujî çêbibin. Ev 50'î sal in komkuji heye, zilm heye, alozî heye. Zarokên me hemû ji ber vê bêaramiyê reviyan, koçberî Ewropayê bûn. Ji ber wê bila tu kes raya xwe nede zilmê û zilimkaran. Bila raya xwe nedin ew kesên ku her roj li ser serê me komkujiyan dikin."
 
Dayik Encuyê bang li dengdêran kir ku gava çûn ser sindoqê bila destê xwe deynin ser wijdana xwe û got: "Kê ev tişt anî serê zarokên me, AKP'ê anî serê wan. Bila her kes destê xwe bide me bila zarokên me bes bên qetilkirin. Me zarokên xwe mezin kirin lê me pêşeroja wan nedît. Her raya ku me daye AKP'ê, AKP kir tang, kir top, kir fîşek, kir helîkopter û anî bi ser serê me de barand. Êdî bes e. Her kesê ku wijdana wî heye bila dengê xwe nede AKP'ê. Dema ku raya xwe diavêjin bila Roboskê bînin ber çavên xwe. Li Roboskê rayek jî ji AKP'ê re biçe eyb û şerm e."
 
'BILA KOMKUJIYA ROBOSKÊ, JÊRZEMÎNÊN CIZÎRÊ BÎNIN BÎRA XWE'
 
Dayika Nadir Alma, Azime Almayê jî daxwaz kir ku bila kurdek ji raya xwe nefiroşe û got ku bila her kes dema ku raya xwe diavêje destê xwe deyne ser wijdana xwe û wiha got: "Hûn zêran û dolaran bidin yekê tirk raya xwe nade partiya kurdan. Ji ber wê bila gelê kurd dema ku di 31'ê Adarê de dengê xwe avêtin, bila komkujiya Roboskiyê bînin ber çavên xwe, bila jêrzemînên Cizîrê bînin ber çavên xwe, bila Nisêbîn, Şirnex û Amedê bînin berçavên xwe. Em çima raya xwe bifiroşin? Firotina rayê şerm û eyb e. Bila em destê xwe deynin ser wijdana xwe û raya xwe biavêjin. Bila kesek xwe nefiroşe. Bila gelê kurd guh nede plan û derewên xelkê. Bila kurd xwe ji bin bindestiyê derxin. Êdi ciwanên kurd li Tirkiyeyê nemane hemû çûne Ewropayê. Tenê ji mala min 7 kes çûne xeribiyê. Hemû jî ji ber vê zilmê û aloziyê diçin. Heke ku rewş baş bûya ma ciwan diçûn? Ji ber wê ev hilbijartina ku pêşiya me de tê li dar xistin de bila herkes destê xwe dane ser wijdana xwe û raya xwe bide xwe. Bila em êdî ji bin vê zilmê derbikevin. Selahattin Demirtaş ev çend sal in bêhiqûqî tê girtin, ev 25 sal in ji serokê me agahî tune ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Em dibêjin ji zilmê re, ji komkujiyê re bese. Bila herkes biçe ser sindoqan û xwedî li sindoqên xwe derbikeve. Bila nehêlin ku rayê me dîsa bên dizin û xwedî li îradeya xwe derbikevin." 
 
'EM Ê ÇAWA RAYA XWE BIDIN AKP'Ê'
 
Dayika Şervan Encu Leyla Encuyê jî got ku her raya ku ji AKP'ê re diçe dê weke, çek li gelê kurd vegere û ev tişt anîn ziman: "Desthilata AKP'ê heta niha gelek tişt anîn serê me. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de bimîne em raya xwe nadinê. Bila her çar perçeyên Kurdistanê rabin ser pêyan, bila bibin yek. Em ê çawa raya xwe bidin AKP'ê? Heta ku dinya hebe, raya me ya me ye. Berê kurdan raya xwe didan AKP'ê, lê ew çax derbas bû. Ji ber vê desthilatdariya heyî aloziyeke mezin heye welat, gel birçî ye, kes nikare debara xwe bike. Ji ber vê aloziyê her roj ciwanek xwe dikuje. Em rayê bidinê ew ê bombeyan li ser serê me bibarîne. Em ê wê rayê bidin xwe. Ji bindestiyê re êdî bese. Bila ti kes raya xwe nede AKP'ê." 
 
'RAYÊN XWE NEFIROŞIN'
 
Dayika Cemal Encu, Hazal Encuyê jî got ku divê ku kurd xwedî li raya xwe û vîna xwe derkevin û got: "Divê em raya xwe nefiroşin, em bidin xwe. Divê em bi ser bikevin û şaredariyên xwe em xwe bi xwe bi rê ve bibin. Heta niha me kurdan bi çavên xwe gelek komkujî dîtin. Ev komkujiya Roboskiyê çêbû, lê ev çend sal derbas bûn hêj edalet nehatiye Roboskê. Divê ku em wê komkujiyê bînin berçavên xwe. Divê ku em ev neheqiya ku li me hatiye kirin ne daûrin. Niha tenê ev raya destê me de ye û divê em nefiroşin."
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 
 
 

Sernavên din

13:46 Serokwekîla Koma DEM Partiyê Koçyîgît diaxive
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin