Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an

ÎZMÎR - DAIŞ, piştî êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û Iraqê, li Rûsyayê jî 139 kes qetil kirin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku DAIŞ bi êrişan dixwaze bigihêje weziyeta xwe ya beriya 2015'an. 
 
DAIŞ a ku di sala 2015’an de piştî têkçûna xwe ya li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her çû qels bûbû, lê bi êrîşên xwe yên vê dawiyê cardin di rojeva cîhanê de ye. DAIŞ’ê di 22’yê Adarê de êrişî salona konserê ya bi navê "Crocus City Hall" a li Moskowê kir û 3 jê zarok 139 kes kuştin. Di êrişê de 182 kes birîndar bûn.
 
Bi bûyera dawî re êrişên DAIŞ’ê careke din bûn rojeva raya giştî. DAIŞê bi taybetî di mehên dawî de êrişên xwe zêde kirine. DAIŞê di navbera Sibat û Adarê de herî kêm 195 kes li Sûriyeyê qetil kirin. Di destpêka meha Adarê de li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî kesên ku kivarkên çolê kom dikirin kiribû û 2 kes kuştibûn. Êriş û tevgera DAIŞ'ê bi vê yekê re sînordar nîn e; her wiha di mehên dawî de gelek êriş li dijî artêşa Iraqê jî pêk anîne.
 
‘TIRKIYE WEKÎ PIYON TÊ BIKARANÎN'
 
 
Rojnameger Cîhan Bîlgîn çalakî û êrişên DAIŞ'ê yên dawî nirxandin. 
 
Bîlgîn anî ziman ku DAIŞ dîsa hewl dide xwe bi hêz bike û daxuyaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yên li ser DAIŞ'ê bi bîr xistin. Bîlgîn da zanîn ku tevî daxuyaniyên QSD'ê hêzên navneteweyî gavên cidî neavêtine û got: "DAIŞ bi vê yekê cesaretê dide. Ev nêzîkatiya hêzên navneteweyî, qadee zêde ya liv û tevgerê ji DAIŞ'ê re diafirîne û bi vî awayî xw ebi rêxistin dike diçe deverên din ên cîhanê. Êrişa li Moskowayê jî nîşan dide ku hêzên navneteweyî DAIŞ'ê kontrol dikin."
 
Bilgin destnîşan kir ku hin hêz DAIŞ'ê wekî piyon bikar tînin û got: "Herî zêde Tirkiye vê dike. Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê yên li Moskowayê hatin girtin, ji Tirkiyeyê derketine. Bi vê yekê derket holê ku DAIŞ berdevkê Tirkiyeyê ye. Bi şerê Kobanê re û bi dagirkirina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têkiliya DAIŞ'ê ya bi Tirkiyeyê re hat belgekirin. Gelek endamên DAIŞ'ê di nava ASA'yê (OSO de hene. Bi taybet li herêmên dagirkirî tên perwerdekirin."
 
‘EV ÊRIŞ NE TESADUF E'
 
Bilgin diyar kir ku DAIŞ dixwaze vegere hêz û weziyeta xwe ya beriya sala 2015'an û got: "Tirkiye plana dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet herêma Tel Rifat dike. Tirkiye bi vê êrişa li Moskovayê dixwaze şantajê li Rûsyayê bike. Ji lew re ji bo karibe êrişî van deran bike divê Rûsya erê bike. Di van demên dawî de dê hevdîtineke Erdogan-Pûtîn wê pêk bihata, lê ev hevdîtin hat taloqkirin. Tirkiye nêzî DYA'yê bûye û ev jî, hevsengiyê xera kir. Ez difikirim ku ev êriş dibe ku şantaj be."
 
'TALÛKEYEKE MEZIN E'
 
Bîlgîn bal kişand ku operasyonên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj li dijî DAIŞ'ê dewam dikin û operasyonên berfireh ên di demên dawî de li dijî DAIŞ'ê hatine destpêkirin bi bîr xist. Bîlgîn got: "DAIŞ dixwaze li herêmên wekî Dêrazor, Reqa û Tebqayê bi cih bibe. Lê belê bi operasyonên YAT û HAT'ê pêşî li vê yekê tê girtin. Di operasyonên dawî de rêveberekî payebilind hat girtin. Têkoşîn ne ew tişt e ku tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eleqedar dike. Divê hemû cîhan mudaxeleyê vê yekê bike. Di êrişa Moskowê de diyar bû ku DAIŞ hemû cîhanê tehdîd dike. Eger ev yek bê erêkirin wê Tirkiye jî cesaretê ji vê bigire. Jixwe planên wan ên Osmaniyan hene. Dixwazin bi DAIŞ'ê û çeteyên li herêmê dagirkirî re bikin. Talûkeyeke mezin li benda me hemûyan e. Ev talûke ji bo Ewropayê jî heye." 
 
MA / Delal Akyuz
 
 

Sernavên din

13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran