Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek

QERS - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga Qersê de axivî û wiha got: “Ez bang li azerî, terekeme û kedkarên Qersê dikim ku li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek. Em ê dersekî mezin bidin kesên me tune dihesibînin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Meydana Cumhuriyetê ya Qersê mitînga hilbijartinê li dar xist. Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn û girseyê heta demekî dirêj govend gerand. Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Gonen girse silav kir. 
 
 ‘EM Ê BI HEV RE BIRÊVE BIBIN’
 
Ji namzetên hevşaredariyê yên Qersê Arzu Savaş Derman got ku ji bajarê wan re xizmet nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Kolanên bajar di nava gilêş de mane û ji ber nesexbêrkirinê nema dikarin bên bikaranîn. Em ê pirsgirêkên gelê xwe bi rêveberiyeke demokratîk çareser bikin. Qers, qodîka Tirkiyeyê ye. Ziman, nasname, çand û baweriyên cuda lê dijîn. Em ê bi feraseteke şaredarvaniya demokratîk hemû cudahiyên vî bajarî birêve bibin. Em ê pirzimanî û pirçandiyê esas bigirin.” 
 
Namzetê hevşaredariyê Kenan Karahanci jî diyar kir ku dê pirsgirêkên bajar bi hev re çareser bikin. Karahanci, wiha domand: “Em ê rêveberiyeke ku gel xwedî gotin ava bikin. me bi dengên we şaredarî bi dest xist û piştre qeyûm lê hate tayînkirin. Niha jî kesên ne qersî anîne bajar û dixwazin îradeya me xesp bikin. Rantxwir, diz û çete naxwazin em şaredariyê bi dest bixin.” 
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî girse silav kir. Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. 
 
BAKIRHAN: QERS, DEM PARTÎ YE
 
Bakirhan, diyar kir ku DEM Partî fikriyata xwe ji Qersê digire û ev tişt anî ziman: “Ber bi hilbijartinên 31’ê Adarê ve hinek kes terekemeperestiyê, azerîperestiyê dikin. Lê em ê kurdperestiyê nekin. Ji ber ku em partiya gelan û hemû baweriyan e. Cihê kurdekî di DEM Partiyê de çiqas hebe, yê gelên din jî ewqas heye. Qers, DEM Partî ye. DEM Partî, mîna Qersê rengîn e.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM DA
 
Bi domdarî Bakirhan bi bîr xist ku li şaredariyê qeyûm hatiye tayînkirin û wiha pê de çû: “Qeyûm beg weke karê ewil li pêşiya şaredariyê nimêj kir. Em civakeke bawermend in. Em ji AKP’ê hînî remezan, nimêj û hwd. nebûn. Bi hezaran sala ye em li ser vê xakê bi hev re azad jiyan û dê bijîn. Ez di hizûra we de ji qeyûm beg dipirsim; gelo qeyûmê ku li pêşiya şaredariyê nimêj dikir, ma diziyê dike? Dê nimêjê bikî lê tevahiya bûdçeya şaredariyê bitelêfî. Dê pêşkeşî 3-5 mafya û sermayeyan bikî. Rê û av tune ye lê deynê Qersê biqasî yê bajarên mezin e. Qeyûm efendî, tu jî mîna patiya xwe serê we li ser cilnimêje û destên we li asîman vebûne lê aqilê we li ser hîle û diziyê ye.” 
 
'CIWAN DÊ LI CIHÊ JÊ DAYIK BÛNE TÊR BIBIN’ 
 
Bakirhan, daxuyand ku armanca wan ew e ku şaredariyê bi ferqekî mezin bi dest bixin û wiha got: “Dê navnîşana malbatên nikarin ji zarokên xwe re şîr bibin şaredarî be. Dê ji bo jinên bêkar qurs û kooperatîf bên avakirin û şaredarî hemû derfetên xwe pêşkeş bike. Dê ciwanên qersî li ser xaka xwe zikê xwe têr bikin û koçber nebin. Ez soz didim we ku dê her qirûşekî bişopînim. Em ê vê derê bikin paytexta turîzmê. Li vir Dogu Ekspresî heye. Navberekê xelkê penî û hingivê xwe difirot. Hotêl tije dibûn. Lê nihêrtin xelk sûdê jê digire, îcar hatin û çûna malbateke du ferdên wê hene derxistin 25 hezar lîreyan. Dixwazin bibêjin çi? Dixwazin bibêjin neyên Qersê, betlaneya xwe li vir nekin. Dixwazin xelkê bajar bêkar bimîne. Em soz didin ku bi hatina me re dê turîzm zindî bibe.”  
 
'EM Ê DERSEKE MEZIN BIDIN’
 
Di berdewamê de Bakirhan daxuyand ku kesên di nava burokrasiya AKP’ê de cih digirin 3 mûçeyan distînin û wiha derbirî: “Lê dema mijar dibe teqawid, dibêjin çavkanî tune ne. Birêz Erdogan; ji bo top, tifing, leşker û polîsan heye... Li Qersê ne bijîşk hene, ne pispor. Wê demê li şûna şer, tank û topan çavkaniya xwe ji bo kedkar û teqawidan xerc bike. Lê ew hebûna xwe li ser neteweperestî, şer û pevçûnan didomînin û çavkaniyên me tune dikin. Gelo namzetekî şaredariyê çawa tenê li bajarekî xwedî 600 daîreyan dibe? Ev tenê li bajarekî ye. Gelo partî û kesayetên wiha dê çawa ji halê me fêm bikin? Fêm nakin. Nizanin bê ka xizanî çi ye. Em ne bi xema wan in. Tekane armanca wan ew e ku bêhtir dewlemend bibin. Em ê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin kesên me nas nakin, tune dihesibînin û ciwan û gelê me bêkar dihêlin.  
 
Niha jî derketiye wisa diaxive ku dê bibêjî qey dê aştiya cîhanê bi Erdogan were. Li welatê te her roj ciwanên tirk û kurd jiyana xwe ji dest didin. Li şûna aştiya Ûkrayna-Rûsyayê pêk bînî, tu çima aştiyê bi xwişk-birayên xwe yên kurd re nakî? Li cîhanê aştîhez e lê di hilbijartinê de dibêje; ‘ez top, tifink û guleyan li ser serê kurdan bibarînim.’ 
 
BANG LI HILBIJÊRAN KIR
 
DEM Partî jehrkuja yekperestî û zordestiyê ye. DEM Partî mala her kesên li gel Tirkiyeya demokratîk e. Em hemû kesî vedixwînin bin dara DEM Partiyê. Heke li Tirkiyeyê partiyeke li gel we cih bigire, ji bo we têdikoşe hebe ew jî DEM Partî ye. DEM Partî, ne tenê partiyeke hilbijartinê ye, her wiha têkoşîn û dîrok e. Lewma em li bin dara DEM Partiyê ku navnîşana kedkar û xizana ye bên gel hev. Ji ber ku em Rêya Sêyemîn in. Em partiya jin, kedkar, ciwan û bindestan e. Tu kes dê nekare me ji Rêya Sêyemîn bike û teşe bide me. Rêya Sêyemîn, rêya têkoşîna li dijî faşîzm, nelirêtî û bêedaletiyê ye. Navnîşana vê jî DEM Partî ye. Heke rêyek hebe ew jî rêya me ye. Banga min li her azarî, terekeme û kedkarên Qers û Tirkiyeyê ew e ku di bin dara DEM Partiyê de bibin yek, têbikoşin û dengê xwe bidin.” 
 
Mitîng bi guhdarîkirina stranan û govendê dom kir. 
 

Sernavên din

13:46 Serokwekîla Koma DEM Partiyê Koçyîgît diaxive
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin