Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû

  • rojane
  • 12:53 16 Nîsan 2024
  • |

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Meclisê axivî, wiha got: “Plana Çokdanînê ya AKP’ê ya li dijî gelê kurd di hilbijartinên 31’ê Adarê de careke din têk çû.”

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di komcivîna partiya xwe ya heftane de têkildarî rojevê nirxandin kir. Hatîmogûllari diyar kir ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de serkeftin û anî ziman ku di hilbijartinan de gelên Tirkiyeyê bi ser ketiye û ji aliyê bindestan û kesên keda wan tê xwarin ve li Tirkiyeyê deriyekî hêviyê vebû. 
 
‘GELAN JI ZEMAN Û ZILMÊ RE GOT BES E’ 
 
Hatîmogûllari, bal kişand ku hilbijartin di bingeheke antîdemokratîk de pêk hat û da zanîn ku partiyên siyasî di şert û mercên weke hev de neketine pêşbirkê. Hatîmogûllari wiha domand: “Di vê hilbijartinê de AKP’ê û MHP’ê serî li her cure hîleyan da. Tevî vê yekê jî ev encama derket holê nîşan dide ku cihê vê otorîterbûnê yê ku biçe derekê nîne. Di 31’ê Adarê de gelên Tirkiyeyê li dijî yekperestiyê, înkar û zeman mil dane milê hev û gotin bes e.”
 
‘PEYAMA KU GELÊ KURD DI HILBIJARTINAN DE DA…’ 
 
Hatîmogûllari diyar kir ku li dijî bêhiqûqî û neheqiyan gotin “êdî bes e” û bal kişand ser cihekarî û dijberiya di civakê de. Hatîmogûllari bi lêv kir ku desthilatê çavkaniyên welat pêşkeşî alîgiran kir û wiha domand: “Li vî welatî nêzî 50 milyon mirovan di sînorê birçîtî û xizaniyê de dijîn. Lê hemû çavkaniya welat pêşkeşî AKP’ê û beşeke nêzî qesrê tê kirin. Di vê tabloyê de gelên Tirkiyeyê weke bersiv wiha gotine. Gotine edalet, demokrasî û azadî. Gelên Tirkiyeyê dorpêça AKP’ê û MHP’ê şikandiye û qada desthilatê teng kiriye. Her dengê ku gelên Tirkiyeyê dan tê wateya em xizaniyê, cihekariyê naxwazin û em ji AKP’ê bêzar bûn ku mudaxileyî tarzê jiyana me dike. Tê wateya ku em êdî bi cînayetên jinan naxwazin bên qetilkirin, li dijî feraseta serwer a mêr bes e bû. Niha li Tirkiyeyê peywîra herî girîng ku dikeve ser milê hemû siyasetmedaran ew e ku vê peyama gelên Tirkiyeyê rast bixwînin. Ev ji bo desthilatê jî ji bo muxalefetê jî wiha ye. Û di vir de bi taybetî peyama ku gelê kurd di hilbijartinan de da, xwest deriyên çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd vebin.”
 
‘STRATEJIYA HILBIJARTINÊ YA DEM PARTIYÊ BI SER KETIYE’
 
Hatîmogûllari wiha dewam kir: “Li vir divê desthilatdarî jî muxalefet jî vê peyamê bi rengekî herî xurt binirxînin. Divê guh bidin daxwazên gelê Kurd. Nexşe û guhertina ku 31’ê Adarê derketiye holê, guhertineke demokratîk û nexşeya daxwaza veguherînê ye. Nexşeya hêviyê ye ku em welatekî demokratîk biafirînin. Nexşeya baweriyê ye. di 31’ê Adarê de stratejiya DEM Partiyê ya hilbijartinê bi ser ketiye. DEM Partiyê berê Tirkiyeyê diyar kiriye.
 
EM SOZ DIDIN KU SERKETINA XWE HÎN PÊŞDETIR BIBIN
 
DEM Partiyê tenê qeyûm ne şandin, me şaredariyên nû jî bi dest xistin. Ev hilbijartin serketina DEM Partiyê ye. Serketina lihevkirina bajêr a li her derê ye. Em ji vir spasiya hilbijêrên xwe, gelê xwe yê hêja, dayikên xwe yên seferber bûne û gelên xwe dikin ku careke bı zanebüna politîk û helwesta rêxistinkirî çûn ser sindoqan, ferqa xwe danîn holê û tevkarî li vê têkoşîn û serketinê kirin. Em soz didin ku em ê serketina xwe hîn pêşdetir bibin.
 
WAN SERKETINEKE MEZIN BÛ, LI ME HEMÛYAN PÎROZ BE
 
Em li vî welatî encex bi têkoşîna hevkar dikarin çareseriya demokratîk pêk bînin. Dema ku me hem 31’ê Adarê îradeya xwe li ser sindoqan nîşan da hem jî dema ku me li Wanê şaredariya xwe ya ku dihat xwestin were desteserkirin, parast em car din bûn şahidê girîngiya têkoşîna hevpar. Em ji vir bi taybetî spasiya gelê xwe yê ku di hilbijartinên Wanê de seferber bûne û hemû sazî û partiyên ku me bi hev re têkoşîn meşand, dikin. Wan serketineke mezin bû, bila li me hemûyan pîroz be. Em di ferqa wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê de ne. Em di ferqê de ne ku evane ji her demê zêdetir giran in. Em ê vê serketinê bes nebînin, em ê vê serketinê hîn pêşdetir bibin û ji bo vekirina deriyên siyaseta demokratîk bi wezîfe û berpirsyariya xwe rêya xwe dewam bikin. Weke DEM Partî em vê serketina hilbijartinê û vê nexşeya ku derketî holê li ber çav digirin. Em di ferqê de ne ku ji bo em li Tirkiyeyê komara demokratîk ava bikin, divê em bi hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re vê têkoşînê hîn mezintir bikin.
 
EM Ê TIRKIYEYÊ BI DEMOKRASIYÊ RE BÎNIN BA HEV
 
Dema ku me qala ‘Lihevkirina Bajar’ kir, dema me qala tifaqa têkoşîna demokratîk jî kir em timî ev yek destnîşan kir. Dema me gotî ‘lihevkirina bajar û xurtkirina tifaqa demokrasiyê’, me ti carî tenê qala partiyên siyasî nekiriye. Rast e, hêmanên girîng ên muxalefetê ne. Me heta îro bi hemû dînamîkên civakî yên li Tirkiyeyê, tevgera gelê Kurd, tevgera jinan, tevgera elewiyan û parêzvanên mafên mirovan û xwezayê re tevger kir. Ji bo em Tirkiyeyê bi demokrasiyê re bînin ba hev, ji bo avakirina komareke demokratîk wezîfe û berpirsyariya me heye. Ji bo vê wezîfe û berpirsyariyê, ji herêmî heta navendî weke DEM Partî em ê bi gelên xwe re, bi hemû dînamîkên civakî û siyasî re vê têkoşînê bimeşînin û Tirkiyeyê bi demokrasiyê re bînin ba hev.
 
ŞAREDARIYÊN KU HATINE DIZÎN
 
31’ê Adarê ew roj e ku gelê Kurd îradeya xwe li dijî qeyûm raber kiriye. Gel bi ser ket, zihniyeta qeyûm têk çû. Ez dixwazim van agahiyan parve bikim. Gelên me yên hêja li vir lîste û rêjeya dengan a şaredariyên ku desthilatdariya AKP-MHPê bi hilbijêrên qeyûm ji me wergirtîn, heye. Ez ê hin mînakan bidim. Li Kercews Êlihê 295 hilbijêrên qeyûm hene û me bi 54 dengan li vir winda kiriye. Li Şirnexa Navend 8 hezar û 287 hilbijêrên qeyûm hene û me bi 2 hezar û 507 dengan ev der winda kir. Lê me winda nekir. Lê me li Şirnexê jî, di lîsteya li 10 navendan de jî em bi ser ketin. AKP ku mafê hilbijartina li gorî hiqûqê û exlaqê tune dihesibîne, hilbijêr li van deran bi cih kir. Dema ku em çûn Şirnexê, bawer bikin ez bi hesteke wiha ketim. Şirnex hema bêje di moda qereqola hewaya vekirî de bû.
 
LI HER DERÊ LEŞKER HEBÛN
 
Li her derê leşker hebûn. Leşkerên ku ti carî piyê xwe neavêtîn Şirnexê, roja hilbijartinê hatin û li wir deng bi kar anîn. Niha gelo AKP dikare bêje ez bi serketinê ji vê hilbijartinê derketim. Nikare bêje. Li vir dizîtî kiriye. Ev versiyoneke cuda ya rejîma qeyûm e. Em ji vir spasiya gelê Şirnexê ku berxwedaneke bi rûmet raber kirin û heval û gelên me yên hêja yên li van navendên me di asta herî bilind de têkoşîn meşandin, dikim. Ez berxwedana we bi rêzdarî silav dikim. Hemû gel bi ser ketine. Em ê ji ber şaredariyên ku AKP’ê dizîne, hesab pirsînê bidomînin.
 
PLANA ÇOKDANÎNÊ TÊK ÇÛ 
 
Gelê kurd di vê hilbijartinê de li dijî plana çokdanînê ya li dijî wî gotiye ku ‘çi dibe bila bibe em ê xwedî li vîna xwe derkevin’. Bila ev were zanîn ku plana çokdanînê ya desthilata AKP’ê ya li ser gelê kurd di hilbijartinên 31’ê Adarê de careke din têk çûye. Tifaqa JÎTEM’ê ya desthilat û pergala qesrê careke din têk çû. Dema em li encamên hilbijartinên 31’ê Adarê dinêrin bi rastiya ku kesên pirsgirêka kurd çareser nekin, çareser dibin re rû bi rû man. Em herkesê vedixwînin ku bi vê rastiyê re hevrû bibin. Gel li dijî pergala qeyûm got ku ‘ez ê xwe bi xwe bi rê ve bibim’. Em ê bi nêzîkatiya rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê xwe bi rê ve bibin. Em çiqas spasiyên xwe pêşkeşî gelê xwe yê digot em ê xwe jî bajarê xwe bi rê ve bibin bikin kêm e. 
 
DOZA KOBANÊ 
 
Sibê danişîna biryarê ya Doza Komployê ya Kobanê dê bê lidarxistin. Lê li gorî agahiyên ji me re hatin biryar nayê dayîn û îhtîmala taloqkirinê heye. Doza Komployê ya Kobanê xwest ku têkoşîna demokratîk asteng bike. Ey daraz te têra xwe li ber qesrê bejna xwe tewand. Dest ji vê helwestê berde. Terazuya edaletê têra xwe xerabe ye. Qet nebe carekê hewl bidin vê terazuyê rast bikin. 
 
KRÎZA ROJHILATA NAVÎN 
 
Dema em li dîroka Rojhilata Navîn a 200 salan dinêrin tu caran şer nesekinîne. Dagirkirina Îsraîlê ya Xezayê ya jinûve û şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Îranê de agahiya şerekî cidî dide. Me destpêkê got ku divê li vê herêmê tu carî ji şer re prim neyê dayîn. Ketina şerekî 3’yemîn Şerê Cîhanê tê wateya ji holêrakirina cîhanê. Em di serdemeke ku dewlet bi çekên nukleer gefan li hevdû dixwin. Em difikirin ku di pêvajoyeke wiha de ji bilî aştî û diyalogê reçeteyeke din a were pêşkeşkirin nîne. Îro faturaya şerê feraseta netew dewletê bi awayekî herî giran gel didin.
 
EM PIRSGIRÊKA KURD Û PIRSGIRÊKA FILISTÎNÊ ÇARESER BIKIN 
 
Dema em îro li Rojhilata Navîn dinêrin tu pirsgirêkên bingehîn hene. Pirsgirêka Filistînê û pirsgirêka kurd. Me di çareserkirina pirsgirêka Filistînê ya bilez de her tim peyamên xwe dan. Me her tim ji destpêkê ve diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane û bidestxistina statuyekê li çar parçeyên Kurdistanê mijareke ku dikare gelên Rojhilata Navîn rehet bike û xizmetê ji aştiya Rojhilata Navîn re bike ye. Em ji vir careke din dibêjin; heta ku ev her du pirsgirêk di çarçoveya mafê tayînkirina qedera xwe ya gelan de neyê çareserkirin, dê hêzên emperyalist ên kurewî her tim van birînan der bikin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin; werin em pirsgirêka kurd û pirsgirêka Filistînê çareser bikin. Em di nava vê kaos û gengeşiyê de dibêjin ku yekane çareserî tifaqa ku gel bi hev re ava bikin e. Ji aliyê herêmê ve çareseriya herî girîng Tifaqa Kurd û Tirkan e, Tifaqa Kurd û Ereban e. Werin em van tifaqan bi hev re xurt bikin ku li dijî şerxwazan aştî û aramî were herêmê. Em ê weke DEM Partî ji bo aştiya mezin a Rojhilata Navîn xebatên xwe bidomînin.”
 
 
 
 

Sernavên din

04/10/2024
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin
14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir
13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:19 Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin
10:41 Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
10:37 Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz
10:34 Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide
10:33 Rojnameger Ûrmiye: Îran di bin zextekî giran de ye
10:09 Cenazeyê Kuday anîn Mêrdînê
10:08 Fikra 'azadiyê' ya Abdullah Ocalan bû îlham
10:05 Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!
09:54 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ê derê veguherînim cihê çareseriyê
09:33 Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin
09:24 'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’
09:16 Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye
09:02 Hiqûqnas Schmidt: Divê Komîteya Wezîran Tirkiyeyê şermezar bike
09:01 Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin