Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn

  • rojane
  • 10:27 13 Gulan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Di lêpirsîna Alî Velî yê ku piştî hatiye berdan derbarê wî de tu agahî nehatine stendin û dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê de biryara neşopandinê hate dayîn. Midûriyeta Polîsan diyar kir ku Velî di çarçoveya “vegera bi dildarî” de hatiye dersînorkirin. 
 
Alî Velî (19) di 13’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa L ya Erzînganê hate berdan û piştî berdanê ji Velî tu agahî nehatin girtin. Piştî demekî berdanê, dîmenên îşkenceyê yên Velî ji malbatê re hatin şandin û ev 62 roj in derbarê aqûbeta Velî de tu agahî nayên girtin. Dema ku Velî ji girtîgehê tê berdan cendirme wî dibin Navenda Paşve Şandinê (GGM). Di rê de Velî bi telefona cencirmeyan xwe digehîne malbata xwe û ji wan re dibêje ku wê wî bibin GGM’ê û piştre jî ew ê were dersînorkirin. Malbat qeydên dengê Velî li cem xwe qeyd dikin û ji wê rojê şûnde tu agahiyê ji Velî nagirin. Di 1’ê nîsanê de ji malbata Velî re dîmenên îşkenceyê yên Velî tên şandin. Bi ser vê yekê jî malbat serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dide. ÎHD’ê jî ji bo ku aqûbeta Velî were pirsîn û dîmenên îşkenceyê werin lêpirsînkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da. 
 
BELGEYA ÎMZEKIRÎ NÎN E!
 
Dozger di lêpirsîna piştî serlêdanê hatiye destpêkirin de biryara “hewcehî bi tewqîfkirinê nîn e” da. Dozger di sedema biryara Alî Velî de îdia kir ku Velî li derveyî sînor e û anî ziman ku lêpirsîna îşkenceyê derveyî raye û qada cezakirina Serdozgeriya Komara Mêrdînê ye. Midûriyeta Polîsan di belgeyên xistine dosyeya Velî de got ku Velî di 13’ê adarê çarçoveya “vegera bi dildarî” de ji Dîlokê ber bi Sûriyeyê ve hatiye dersînorkirin. Di dosyeyê de nayê gotin bê ka Velî teslîmî kê kirine û balkêş e ku belgeya îmzekirî ya “vegera bi dildarî” xuya nake. Herwiha Girtîgeha Erzînganê destnîşan kir ku Velî di 12’ê nîsanê de hatiye berdan. 
 
Parêzer Gulistan Dûran Altûntaş
 
QEY RADESTÎ HÊZÊN BIÇEK KIRIN?
 
Parêzer Gulistan Dûran Altûntaş destnîşan kir ku Velî ji bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo derbasî Ewropayê bibe hatiye Tirkiyeyê û hatiye girtin. Dûran diyar kir ku piştî dîmenên îşkenceyê agahî ji Velî nehatiye girtin. Dûran anî ziman ku dema Velî di girtîgehê de bû jî ji malbata xwe re gotiye ku gefê lê dixwin û got ku derbarê bavê Velî de agahî jê hatiye xwestin. Altûntaş axaftina xwe wiha domand: “Alî Velî dema ku di girtîgehekî li Tirkiyeyê de bû hate berdan. Di dosteya wî de belgeyekî ku bi dildarî vegerê qebûl kiriye nîn e. Em difikirin ku derveyî xwestina wî ew dersînor kirine. Li gorî me kesên ne dûrî dewletê ne, dema ku ew di girtîgehê de bû hatine serdana wî û hinek tiştan lê ferz kirine. Ji Velî dixwazin ku ew cihê malbata xwe parve bike nexwe gefa neberdanê lê dixwin. Dema tê berdan jî ev yek tê jiyîn. Cihê ku Alî Velî jê hatiye berdan jî di bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên girêdayî Tirkiyeyê de ye. Li gorî bersiva hatiye dayîn Velî hatiye dersînorkirin. Gumanên me hene ku Alî Velî rasterast radestî hêzên çekdarî hatiye kirin.” 
 
‘DIVÊ WEZÎRÊ EDALETÊ BERSIVÊ BIDE’
 
Dûran da zanîn ku ew ji jiyana Alî Velî guman dikin û got ku Wezareta Edaletê divê aqûbeta Alî Velî aşkere bike û wiha pê de çû: “Alî Velî radestê kê kirin? Di Girtîgehê de kê û kê bi ser navê kê serdana Alî Velî kirin? Kesên di girtîgehê de serdana Alî Velî kirine û kesên ku îşkenceyê li Alî Velî kirine heman daxwazê dikin. Gelo kesên di bin kontrola dewletê de serdana Alî Velî kirine û işkence lê kirine heman kes in? Alî Velî ku di bin kontrola Tirkiyeyê de bû çawa ket nav destê îşkencekaran? Wezareta Edaletê neçarê bersivandin van pirsan e. Neçar in ku aqûbeta Alî Velî aşkera bikin.”
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

05/11/2024
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
13:23 Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
13:22 Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê
13:14 Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
13:11 Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
12:48 Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
12:42 Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
12:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:58 Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
11:40 Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
11:39 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin
11:35 Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
11:25 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Bi ruhê 'Jin, jiyan, azadî' biherikin kolanan
10:55 Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin
10:51 Salek û 15 roj ceza li strana kurdî hat birîn!
10:47 Li Amedê berteka li dijî qeyûm: Ji polîtîkayên îflas kirine encamek dernakeve
10:38 ‘Qeyûm kelemçekirina îradeya gel e’
10:24 Danişîna doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
10:20 Banga têkoşîna hevpar: Dibe ku em qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bibînin
10:17 Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin: Qeyûman Êlihê şêlandiye
10:15 Bîlançoya binçavkirinan
10:13 Îmamoglû li dijî qeyûm diçe Mêrdînê
10:02 Ciwanên Êlihê di tevahiya şevê de li ber xwe dan
09:59 Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin
09:40 Marcello: Xetereya herî mezin a li hemberî Rojava Tirkiye ye
09:38 Sicîla qeyûmên Mêrdînê: Bêusûlî, nelirêtî û derhiqûqîtî
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
08:41 Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê
04/11/2024
21:32 Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan
20:41 Ûçar: Tekane rê azadiya birêz Ocalan e
Beştaş: Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê
20:34 Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
20:32 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
19:57 TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin
19:31 Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan
17:07 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide
16:25 DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand
16:24 Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman
16:07 Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan
16:06 Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin
15:40 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye
15:30 Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
15:25 Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune
Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin
15:12 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:46 Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:43 Ozel: Ez ê li cem Ahmet Turk cih bigirim
14:23 CHP dê tev li xebatên Meclisê nebe
14:21 Raportorê PE’yê bertek nîşanî qeyûm da: Êrişeke li dijî demokrasiyê ye
14:15 Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê
14:09 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Em ê berxwedana Wanê nîşanî we bidin
14:07 Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin
14:02 Omer Ocalan: Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?
13:30 Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
13:25 Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!
13:21 Jinên êlihî bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin
13:18 Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin
12:57 Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin
12:19 DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe
12:09 Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
12:03 ‘Em ciwanên Kurdistanê vedixwînin berxwedanê’
12:01 DBP: Li dijî vê zordestiyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
11:49 Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye!
11:49 Darbeya 4’ê Mijdarê bi polîtîkaya qeyûm didome
11:34 Dosyaya ku biryara neşopandinê hatibû dayin kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:32 Koçyîgît: Îroj roja berxwedanê ye
11:18 ÎHD: Îktîdar hewl dide şaredariyan bi rêya darbeyê birêve bibe
11:17 Rojnameger Tara û Bahadîn xistin lîsteya UNESCO’yê
11:10 DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû
11:09 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel diçe Êlih û Mêrdînê
10:48 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Em biryarê nas nakin
10:43 Hevserokên giştî dê biçin Mêrdîn û Êlihê
10:42 Li Mêrdînê protestoya qeyûm: Dê gel serî netewîne
10:38 Hevşaredar Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin
10:37 Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû