Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin

  • rojane
  • 16:35 20 Gulan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran çalakiya “Deng bide azadiyê” ku bi pêşengiya malbatên girtiyan tê lidarxistin berdewam kir. Di çalakiyan de hat xwestin ku tecrîd bê rakirin. 

Bi pêşengiya malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li ber girtîgehan çalakiya, “Deng bidin azadiyê” hat lidarxistin. Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û hat xwestin deng û daxwaza girtiyan were bihîstin. 
 
AMED 
 
Bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û xizmên girtiyan, di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Kampusa Girtîgeha Amedê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Deng bide azadiyê” hat vekirin û dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Di çalakiya ku hat astengkirin de dayikan pêşmalkên “tecrîd sucê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên MED TUHAD FED, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên sivîl û gelek xizmên girtiyan tev li çalakiyê bûn. 
 
‘HETA KU TECRÎD RANEBE WELAT AZAD NABE’
 
Di çalakiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî û da zanîn ku ev zext feydeyê ne li gelê kurd û ne jî li gelên din ên Tirkiyeyê dikin û Şahîn bi lêv kir ku niha li seranserî welêt tecrîdek heye û wiha got: “Ev tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, gihîştiye her aliyê civakê. Tevî van hemû zextan jî em ê di çareseriya demokratîk de israr bikin. Çend roj berê em bûn şahidê bêhiqûqiyeke mezin û me doza kûmpaskirî ya Kobanê dît. Li dehan hevalên me cezayên dijhiqûqî hatin birîn. Em van cezayan jî qebûl nakin û em ê li dijî vê bêhiqûqiyê bisekinin. Heta ku ev welêt demokratîk bibe em ê berxwedana xwe bidomînin. Hûn dikarin bi mertalên xwe pêşî li rojnamevanan bigirin lê çavên cîhanê hemû li ser vir e. Em careke din vê dibêjin, heta ku tecrîd neyê rakirin welat azad nabe.”
 
ÊLIH
 
Li Êlihê jî malbatên girtiyan û nûnerên saziyan li ber Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê xwestin bi daxwaza “Deng bide azadiyê” daxuyanî bidin û çalakî li dar bixin. Polîsan bi hinceta ku li derdora girtîgehê çalakî qedexe ye destûr neda daxuyaniyê. Li ser astengiya polîsan girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” li dar xist. 
 
 
ÎZMÎR
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankart hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji tecrîdê re na û ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin. 
 
 
Hevserokê DEM Partiya Îzmîrê Mehmet Kuruş di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû girtîgehan belav bûye Û xwest tecrîd bê rakirin û aktorên çareserkirina pirsgirêka kurd bikevin dewrê. 
 
Piştre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî li Edeneyê li ber Girtîgeha Kurkçulerê çalakî li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bidin rakirin, deng bide azadiya aştiya civakî” hat vekirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. 
 
 
Hevseroka DEM Partî ya Edeneyê Hêlîn Kaya axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd zext e, zilm e, îkence ye, îmha ye, înkar e, şer e, navtêdan e, birçîbûn û feqîr ye. Li Tirkiyeyê sepanên ku xistine dewrê ji dîktatoriyê jî bihûriye. Divê em hemû li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.” 
 
Piştî axaftinê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
MÊRSÎN 
 
Malbatên girtiyan li ber Kampûsa Girtîgeha Tarsûsê ya Mêrsînê jî daxuyanî dan. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bû. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî û destnîşan kir ku tecrîd îşkence ye û got: "Tecrîda ku 25 sal in li Mêrsînê berdewam dike zilma qesrê ye. Em ê vê zilmê rakin û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin." 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî xwest her kes li têkoşîn û daxwaza girtiyan derkeve. 
 

Sernavên din

15/11/2024
15:26 Dayikên Aştiyê ji bo Werîşe Mûradî bang kirin
15:21 Bîranîna Seyîd Riza: Cihê gorê wî eşkere bikin
14:38 Girtiyê destek û lingekî wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin
14:17 Ji ber ku nexwest biçe ‘qawîşa kesên serbixwe’ tehliyeya wê taloq kirin
14:08 Xelkê Êlihê li dijî xespkirina îradeyê meşiya: Em ê bi ser kevin
13:55 Hevşaredaran bersiv dan îdiayên ‘xerckirinan’: Qeyûm bi rêya derewan hewl dide xwe rewa bike
13:15 24 roj in cenazeyan nadin malbatan
12:47 Berxwedana Xelfetiyê di roja 12’an de didome
12:38 Li Bagokê liv û tevgera hewayî heye
12:36 Karasu ‘hevdîtina bi telefonê ya bi Qendîlê re’ derewand
12:25 Dosyayên parêzbendiyê yên 5 wekîlan li Meclisê ne
12:14 Seyîd Riza li Dêrsimê hate bibîranîn: Ên daxwaza wan aştî divê bi komkujiyê re hevrû bibin
11:24 Li Meletiyê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
11:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 Çakmak: Hevdîtinek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê
10:19 Li Stenbolê zarokek hate girtin
10:17 Bayindir: Divê kesên azadî û demokrasiyê dixwazin tev li mitîngê bibin
09:52 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:51 Hevserokê KON-MED’ê Gok: Ji bo azadiyê em tev li mitînga Kolnê bibin
09:36 Di Doza Qontaxê de polîs hatibû girtin: Ji dozgerê Dadgeha Bilind daxwaza ‘awarte’
09:03 'Dosyeya ku di sala 2019'an de wekî sedema tayînkirina qeyûm hat nîşandan bi beraetê bi encam bû'
09:02 Girtî Serhat: Em bi pêkanînê 12'ê Îlonê re rû bi rû ne
09:01 Sonuk: Armanc birêvebirina civakeke yekreng, yekzayend û yekaqilî ye
Demîr: Qeyûm polîtîkaya dijminatiyê ya li hemberî kurdan e
09:00 Rojnamevan Duran: Tirkiye muzakereyê nake, dibêje 'teslîm bibin yan na em ê bişewitînin'
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2024’AN
14/11/2024
21:23 Gemîcîoglû hat berdan: 21 roj in li nexweşxaneyê ye
16:48 Baroyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê ne: Qeyûman paşve bikişînin
16:02 Li Wanê di 10 mehan de 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
16:01 Şaredariyên Wan û Tûşbayê li dijî tundiyê belgeya helwestê îmze kirin
15:32 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Amerîkaya Latîn kampanya hat destpêkirin
15:07 Danişîna doza ‘Meşa azadiyê’ hate taloqkirin
14:48 Ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin danîn
14:36 DEM Partiyê bang kir: Werin ji bo aştiyeke birûmet em berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:09 Li Êlihê ji bo 17’ê mijdarê bang: Ji bo parastina azadiyê em li qadan bin
13:46 Bi hinceta konserê derheqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
13:45 Tîryakî: 11 roj in hêj biryara qeyûm nehatiye teblîxkirin
13:20 Berxwedana Xelfetiyê ya li dijî qeyûm didome
12:56 Tehliyeya Karak ê 29 sal in girtî ye 6 salên din taloq kirin
12:49 DAD: Bila cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin
12:33 Ji baroyan berteka hevpar: Qeyûm ne hiqûqî ne ne jî rewa ne
12:20 Li pêşiya Wezareta Karên Hundir çalakî: AKP’ê derbe kir
11:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:39 Sekreterê Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:14 Diljen Ronî ku konsera wî hat betalkirin: Dest ji vê helwesta dudilî berdin
09:04 Wê qeyûm li Stenbolê bi hevdîtina gel bê protestokirin
09:03 Serokê Giştî yê ÎHD'ê Kuçukbalaban: Ji bo biçin Îmraliyê dê serlêdanê bikin
09:01 Amadekariyên mîtînga 'azadiyê' didomin: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2024'AN
13/11/2024
21:43 Li Cenevreyê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
16:17 Li Dêrsimê polîsek mir
16:07 ÎHD’ê kampanyaya ‘şandina pereyan a ji girtîgeh re sûc nîne’ da destpêkirin
15:15 Li gelek bajaran banga ‘bûdçeya ji bo ked û edaletê’ hate kirin
14:54 Têkildarî kuştina Çitay 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin
14:45 ‘Sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin
14:32 Baroya Wanê têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin serlêdana sûc kir
13:53 Di berxwedana Êlihê de ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang hate kirin
13:36 Li Sêweregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:33 Lêkolîna qadê: Hilbijêrên kurd qeyûm naxwazin
13:30 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
13:21 DEM Partî: Zimanê kurdî xeta jêneveger e û divê bibe zimanê perwerdeyê
13:01 Ji Dîlokê bo piştevaniyê hatin Xelfetiyê
12:58 Girtiyan name şandin: Sewqên me nayên kirin, gef li me tên xwarin
12:51 Hevşaredaran starta kampanyaya ‘Gotina me xelas nebûye’ dan
11:15 Rapor nedan girtiyê ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin
10:58 Mamosteya li dijî xespkirina îradeyê têdikoşe: Ez xwedî li dengê xwe derdikevim
10:20 AYM’ê redkirina serlêdana ‘şertên nebaş’ weke ‘binpêkirin’ qebûl kir
09:51 Ji bo faîlê Hîlal Kar cezayê muebbeta girankirî hat xwestin
09:37 Ji ber ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ doz li 29 kesan hate vekirin
09:36 Dosyeya rojnameger Tara û Behadîn radestî Nûnertiya YE’yê hate kirin
09:34 Demîrel: Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûman pirsgirêka kurd çareser bikin?
09:04 Çiyayên Cûdî û Gabarê bi dînamîtan tên tunekirin
09:04 Banga ji bo meşa li Kolnê: Em ê vîna gelê kurd nîşanî cîhanê bidin
09:04 Girtiyên jehrî bûn nehatin dermankirin
09:02 Banga ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê: Em tecrîdê bişikînin û qeyûm bişînin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2024'AN
12/11/2024
19:26 Edîp Solmaz hat bibîranîn: Ruhê berxwedanê li qadan e
16:34 Di doza ‘biaxive tu ji ku yî?’ de biryara beraetê hate dayin
15:59 Dadgeha Bilind biryara ‘Doza Qontaxê’ erê kir: Polîs hate girtin
15:37 Nobetên li dijî xespkirina îradeyê yên li Êlih û Xelfetiyê didomin
15:28 Ji bo bîranîna Narîn, Rojîn û Şirînê şitil hatin danîn
15:20 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê alîkarî da Samandagê
15:17 Bakirhan: Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtinê bikin
15:12 Li 10 navçeyên Wanê berteka li dijî qeyûm: Em têkoşîna hevpar mezin bikin
14:27 Demîr piştî 30 salan hate berdan
13:50 Girtiyê nexweş Gemîcîoglû êdî bîra xwe winda dike
13:24 PSD’ê bertek nîşanî qeyûm da: Bi sedemên siyasî tên tayînkirin
13:15 Li Mêrdînê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nahêlin gel biçe parkê
12:48 Bakirhan: Çareserî li Amed û Enqereyê ye
12:38 Emîne Şenyaşar tev li nobeta li dijî qeyûm a li Xelfetiyê bû
12:31 Êrişên ser Çapemeniya Azad dê li Tunela Taksîmê bên protestokirin
12:30 Li Girtîgeha Şirnexê malbat nikarin silavê bidin girtiyan
12:15 Parêzerên doza Narîn Guranê: Nakokiyên heyî nehatin zelalkirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:21 Muzîkjen Wecker ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir
11:15 Qeyûm bi pereyê xelkê Mêrdînê rêyên Kirklareliyê çêkiriye
10:41 Doza aktîvîstên TJA’yê hate taloqkirin
10:40 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûm, MARSU xistiye nav çirava deynan!
10:14 Rojnameger Ulug: Li Rojhilata Navîn kurd hêzeke sereke ne
09:52 Berteka li dijî zextên li ser rojnamevanan: Bêdengî erêkirin e
09:03 Nîzamettîn Kabaîş: Bila rapora otopsiyê ya Rojînê bê eşkerekirin